3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Armanc zindîkirina DAIŞ’ê ye’

Rojnameger Ciwana Cumaa ji bo bertekên gel ên li dijî êrîşên dewleta tirk got: “Gelên li heremê dijîn dibêjin em jiyana bêav, bêkehrebe qebûl dikin lê jiyana bêxak û bêrûmet qebûl nakin. Hevgirtin û berxwedana gel bersiva li dijî dagirkeriyê ye.”

Dewleta tirk ji 23’yê kanûnê vir ve bi balafin şer, balafirên bêmirov û topbaranê bênavber êrîşî Bakur û Rojhilatê Suriyeyê dike. Di êrîşan de bi taybet deverên bînesaziyên jiyana civakê hatin hedef girtin û zirareke mezin dîtin. Di êrîşan de 8 sivîlên ku li ser karên xwe bûn jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes birîndar bûn. Ji ber êrîşan di serî de nexweşxane gelek sazî xizmetê nakin gel.

Bi êrîşên ku nêzên girtîgehên ku çeteyên DAIŞ’ê lê tên girtin li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê metirsiya zindîbûna çeteyên DAIŞ’ê ava dibe. Li dijî êrîşên ku pêk tên nerazîbûn hene lê hê jî hêzên koalisyona navneteweyî ji bo pêşî li van êrîşan bigirin neketine nav tevgerê. Bêdengiya wan cesarteê dike dewleta tirk û bê ser û ber êrîşî sivîlan dike.

Em der barê êrîşên ku li dijî Bakur û Rojhilatê Suriyeyê pêk tên bi rojnameger Ciwana Cumaa re axivîn.

Ev êrîş ne êrîşên nû ne

Rojnameger Ciwana Cumaa di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne êrîşên nû ne û ev tişt anî ziman: “Bi taybet dewleta tirk a dagirker dema li devereke derbê bixwe ango têk biçe yekser berê xwe dide rojavayê welat. Wek tê zanîn dewleta faşîst bi teknîkên çekên kîmyewî û nûklerî êrîşî gerilayên azadiyê dike lê nikare li hemberî gerîla bi ser bikeve. Herî dawî me dît li çiyayên Kurdistanê li hemberî gerîla derbên giran xwar. Dewleta tirk a ku li hemberî gerîla hêza wê têr nekir hat êrîşê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Dewleta tirk divê ez ê HPG’ê li Rojava têk bibin lê ew jî baş dizane ku HPG ne li vir e li çiyayên Kurdistanê li ber xwe dide.”

Êrîşî binesaziyan dikin

Ciwana Cumaa di axaftina xwe de bal kişand ser hedefgirtina sivîlan û wiha got: “Êrîşên ku hebûn di 23’yê mehê de bi gefxwarinên Erdogan û Fîdan zêdetir bûn. Li Tirbespiyê êrîşên îstasyonên petrolê yên ku ji bo vî gelî girîng in hedef girtin. Gundê Baneşikeftiyê yê Dêrikê ku cihê îstasyona kerebeyê ye hat bombekirin û 2 hezar û 900 malbat bê kerebe hatin hiştin. Dewleta tirk cihê ku hedef digire hemû cihê bînesaziyên jiyanî ne. Li van deran sivîl û jiyana rojane tê hedefgirtin. Bi taybetî li Qamişloyê 40 deverên bînesaziyên jiyanî hatin bombebarankirin. Ev jî tê wê wateyê ku dewleta tirk ji gelê heremê re dibê ez ê we tî, birçî, di tarîtî û sermayê de bihêlim da ku we bidim koçberkirin. Lê belê berovajiyê vê yekê tê jiyîn û gel bi îradeyeke xurt li dijî van êrîşan li ber xwe dide û hewl dide herêma xwe biparêze. Gelê ku niha li heremê dijî dibê em jiyana bênav, bêav, bêkerebe qebûl dikin lê jiyana bêxak û bêrûmet qebûl nakin. Hevgirtin û berxwedana gelên Rojava bi xwe bersiv e ji bo dewleta tirk û dagirkerên Kurdistanê.”

Sivîl hedef tên girtin

Cumaa di berdewama axaftina xwe de ber darê êrîşan de wiha axivî: “Li Qamişlo Çapxaneya Sîmav ku çapxaneya pirtûkên dibistanan amade dikir ji aliyê balafirên dewleta tirk ve hat armanckirin û 4 welatiyên ku li ser kar bûn şehîd bûn. Her wiha li firineke ku nan dipijand xist û jineke li wir şehîd xist. Em dikarin bibêjin ku dewleta tirk sivîlên ku li pey gepa nanê xwe ne, dike hedef. Li Amûdê kargeheke nîskan û yek jî ya zeytûnan li Qamişloyê kargeheke genim û kargeheke dirûtinê li Kobanê nexweşxaneya ku di xizmeta gel de ne bombebaran kirin. Her wiha li Qamişlo yekemîn navenda şûştina gurçikan û dayîna oksîjenê hat hedefgirtin û ji xizmetê hat derxistin. Dewleta tirk di êrîşan de tu pîvanên mirovî nas nake. Ev jî hovitiya dewleta tirk nîşan dide.”

Hewldana zindîkirina DAIŞ’ê

Ciwana Cumaa da zanîn ku dewleta tirk di êrîşên xwe de 11 bendên ewlehiyê jî kiriye hedef û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Bendên ewlehiyê li nav bajar ewlehiya civakê pêk tînin. Dewleta tirk bi vê êrîşa li ser bendên ewlehiyê  dixwaze tevgera çeteyên DAIŞ’ê hêsantir bike. Bi taybet li rojhilatê Qamişloyê nêzê girtîgeha ku bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê lê ne 6 caran bombebaran kir. Ev jî tê wê wateyê ku dixwaze bi van êrîşan hem li derdora girtîgehê hem jî li hundirê girtîgehê gengeşî çêbike û çeteyên DAIŞ’ê dîsa li herêmê zindî bike”.

Gel li dijî êrîşan li kolanan e

Rojnameger Ciwana Cumaa di dawiya axaftina xwe de ji bo bertek û bangên ku tên kirin wiha axivî: “Dewleta tirk bi hincetên cur be cur êrîşî civaka Bakur û Rojhilatê Suriyeyê dike. Partiyên siyasî û rayedarên Rêveberiya Xweser jî bang li cihanê dikin ku li dijî van êrîşan rabin. Bi taybet bang li hêzên koalisyonê û qaşo dewletên grantor dikin ku bi erka xwe rabin. Bêdengiya wan tê wateya şirîkatiya wan a bi dewleta tirk re. Dewleta tirk bi taybetî piştî nûkirina Peymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê êrîşên xwe yên li dijî heremê zêdetir kirin. Dewleta tirk bi van êrîşên xwe wek ku me got dixwaze DAIŞ’ê zindî bike û aramiya Rêveberiya Xweser ji holê rabike. Li dijî van êrîşan Rêveberiya Xweser bi gel re di nav berxwedanê de ye û bi biryar e ku planên dewleta tirk têk bibe. Jinên ku di Şoreşa Rojava de cih girtin û niha di nav vê şoreşê de cih digirin qet ji kolanan venakişin. Hêzên koalisyonê protesto dikin û divên heke hûn ê me neparêzin ji vir biçin baştir e.”