3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tîma Kurdistanê ya Iraqê: Dewleta tirk di 2023’yan de 24 welatî kuştin

Endamê Tîma Kurdistanê ya Iraqê (CPT) Kameran Osman diyar kir ku di sala 2023’yan de 24 welatiyên sivîl di encama êriş û bombebaranên dewleta tirk de li Herêma Kurdistanê hatine qetilkirin yan  jî birîndarkirin.

Kameran eşkere kir ku ji 24 welatiyên bûne qurbanî 7 welatiyên sivîl di encama êrişên balafirên bêmirov û biçek yên dewleta tirk de, 3 welatiyên sivîl di encama balafirên şer yên dewleta tirk de û welatiyek jî di encama teqîna mayînê de jiyana xwe ji dest dane. Bi vî awayî 11 welatiyan jiyana xwe ji dest dane. Têkildarî birîndaran jî diyar kir ku 13 welatî birîndar bûne ku 10 ji wan di encama êrişên balafirên bêmirov yên dewleta tirk de û 3 welatî jî di encama teqîna mayinên dewleta tirk de birîndar bûne. Li gorî tîma CPT di encama operasyon û dagirkeriyên dewleta tirk de sala 2023’yê li parêzgeha Duhokê 5 kesan jiyana xwe ji dest dane û 3 jî birîndar bûne, li parêzgeha Hewlêrê kesekê jiyana xwe ji dest daye û 8 kes jî birîndar bûne, li parezgeha Silêmaniyê jî 5 kesan jiyana xwe ji dest dane û 2 kes jî birîndar bûne.