30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di ser binçavkirina Silêman Ehmed re 70 roj derbas bûn

Rojnameger Silêman Ehmed  beriya 70 rojî ji alî asayîşa PDK’ê ve li deriyê Sêmalka hatibûn binçavkirin û heta roja îro tu agahî  ji Silêman Ehmed nayên girtin

Rojnamevan û edîtorê beşa erebî yê Rojnewsê Silêman Ehmed di 1’ê cotmehê de ji bo serdanê çû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Ehmed, di 25’ê cotmehê de xwest bi ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bibe. Lê li vir ji hêla hêzên PDK’ê ve hate revandin û ev 70 roj in agahî jê nayê girtin.

Hefteyek piştî windabûna Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Duhokê daxuyaniyek da û îdia kir ku “Silêman Ehmed rojnamevan nîne.” Bi vê daxuyaniyê li xwe mikûr hat ku Ehmed ji hêla wan ve hatiye binçavkirin. Silêman Ehmed nêzî 5 sal in di beşa erebî ya ajansa Rojnewsê de weke edîtor dixebite.

Parêzerê Ehmed, Nerîman Ehmed diyar kiribû ku tevî biryara dozgeriyê jî Asayîşa Dihokê nahêle ew bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin. Ehmed, da zanîn ku hînbûne ku dosya di destê saziya îstîxbaratê Parastinê de ye.

Koma Parastina Suleyman Ehmed ku ji hêla parêzeran ve hatiye avakirin jî da zanîn ku heta niha zêdetirî 10 serlêdan ji bo Ehmed kirine lê destûra hevdîtinê nehatiye dayîn. Di heman demê de rayedarên PDK’ê jî têkildarî Ehmed ti agahî parve nekirine. Rojnews diyar dike ku PDK ji ewlehî û jiyana edîtorê ajansa wan Silêman Ehmed berpirse.