4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi balafirên bêmirov êrîşî balafirxaneya Hewlêrê kirin

Bi rêya balafirên bê mirov êrîşî baregeha hêzên Amerîka ya li balafirxaneya Hewlêrê hate kirin. Destwerdan li dijî balafiran hatin kirin û balafir li hewayê hatin teqandin

Li gorî agahiyên hatine bidest xistin, îro serê sibehê, bi rêya balafirên bê mirov êrîşek li dijî baregeha hêzên Hevpeyman a bi serkêşiya Amerîkayê li balafirxaneya navnetewî ya li Hewlêrê hatiye kirin.

Li gorî heman agahiyan sîstema parastinê, balafirên bê mirov ji hewa ve teqandine.Heya niha ti kes yan jî komê, berpirsyartiya êrişê negirtiye ser xwe.Hêjayî gotinê ye îro Wezareta Parastinê ya Amerîkayê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji 17’ê Cotmeha 2023’yan ve, 115 êrîş li dijî hêzên wan yên li Iraq û Suriyeyê çêbûne.