28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çavdêriyek li ser fûara pirtûkan

Mîzgin Ronak jî yek ji wan nivîskaran bû ku piştî sî salên dirêj di girtigehê de, îsal li fûarê bi xwînerên xwe re civiya, wêne girtin, sohbet kir, pirtûkên xwe destnîşan kirin, rastî eleqeyek mezin û ji dil hat.

Çend roj berê li Amedê, piştî sê salan fûara pirtûkan di navbera 16- 24 ê miha qanûnê de hate çêkirin. Ji fûara 2019 vir ve çavê xwendevan û nivîskara berbendî vê rojê bû, axir piştî çend salan hesret xilas bû, her kes gihîşt mirazê xwe û ev miraz hêjayî bendemayinê bû lê çima her sal ev derfet çênedibû ew jî cihê mixabiniyê ye.

Fûar bi kelecanek xweş dest pê kir, ji roja ewil de xelkê bajêr û derdorê berê xwe dan navenda Mezopotamya cihê fûarê, gihîştin ber bêhna pirtûkan, çav û dil li hember dîmenê mest bûn, li du salona standê pirtûk hatibûn bi cî kirin.

Zêdebûna weşanxaneyên kurdî di dema ewil de xwe nîşan dida. Dema mirov dikete hundir te hîs dikir ku li bajarekî kurda yî, li ser her standê pirtûkên kurdî hebûn.

Her wiha Zarok tv û Ma Music bi stran û alavê ji bo zarokan, bi lîstikê qirdikan, pêşbirkê pirsa ji zaroka, bi cil û bergên kurdewarî pêşwaziya zarok û mezinan dikirin, standa herî rengîn, derdor bi nepoxan xemilandî û bi coş ew bû.

Malbata bi destê zarokên xwe digirt, dibe ku cara pêşî cihek aidî xwe ji zarokaran re nas, nişanî zarokên xwe didan.

Ji hêla din ve nivîskar û xwendevanên xwe bi hev re dem derbas dikirin, bi min tişta herî xweş û bêhempa ev bû. Derfeta herî xweş dîtin û sihbeta li gel nivîskarên te berhemên wan xwendibin, tu vêga rûbirû bikaribe pirsê xwe bike, an qala berheman bike, tehm û çêjekê jê bigire. Di heman demê de weke bîranîn, pirtûkê xwe bide destnişandan.

Hatina li gel hev bû sebebê hevditîn û hevpirsîna dost û hevalan, firsetek bû ji bo yên ji zû de hev nedîbin, li wir civîn û civat gerandin .

Ne tenê cihê dan û standina pirtûka bû, bi dehan panel, gotûbêj li ser wêje, ziman, dirok, civak, felsefê û hwd çêbûn.

Herdu rojên dawî gelek çalakî hebûn her serê seatekê yek xilas dibû, yekê dest pê dikir, (kurdî û tirkî ) lê giraniya kurdî di vê pêşengehê de xwe dida der.

Her kesekî beşdarî çalakiya bûbe ji zanyarî, fikir û ramanê rewşenbîran sûd wergirtine, demeke têr û tije derbas kirine.

Weşanxaneyên kurdî bi hejmarek xilbe hema bêje bi tevahî di fûarê de cih girtibûn. Du weşanxaneyên ku nû vebûbûn Pall û Zîz jî îsal beşdar bûbûn. Her weşanxaneyek li gorî hejmara pirtûkên xwe cihê xwe veqetandibûn. Û nivîskaran jî li pêş pirtûkê xwe cihê xwe girtibûn.

Mîzgin Ronak jî yek ji wan nivîskaran bû ku piştî sî salê dirêj di girtigehê de , îsal li fûarê bi xwînerên xwe re civiya, wêne girtin, sohbet kirin, pirtûkên xwe destnîşan kirin, rastî eleqeyek mezin û ji dil hat.

Di dawî de yek bi yek çû serdana weşanxaneyan silav li wan kir, ev yek herdu alî jî kêfxweş kirin.

Li gorî min çavdêrî kir, (di rojê serî de û roja ber bi xilasbûnê de li wir bûm) derdora standê kurdî hejmara nivîskar û xwîneran jî zêde bû, ji bo bigihêjin her derê telaşek bi kelecanî, kêfxweşî li ser beşdarvana hebû, atmosfera bi gelemperî gelekî bi coş bû, di navbera mazûvan û mêvanan de weke xasiyeta her kurdî pêşwaziyek ji dil û germ hebû û zêde qerebalix bû !

Dibêjin ji 500 hezarî zêdetir gel beşdarvanî kiriye, ev hejmarek ne hindik e, çi ji bo gerê, çi ji bo dan û standinê be, hatina ew qas kes pir bi qîmet û watedar e.

Ev ne cihekî xwarinê, ne bazara cila, ne jî konserek bû, ev qadek çandî bû ji ber vê yekê, eleqeya hat nîşandan mirov pê şanaz dibe.

Di dawî de gelê Amedê û yên ku ji derdorê hatibûn, weşanxane, nivîskar, pirtûkhez (bi taybetî xwînerên kurdî, ji ber ku her cure û di qadek berfireh de, pirtûk bi dest dixistin.) Buhayê pirtûkan jî li gorî şert û mercên aborîyê ne zêde bûn, li gelek cihan kampanyayê erzaniyê hebûn, axir me got di dawî de bawerim, her kes dilxweş û kêfxweş vegeriya mala xwe.

Bi hêviya her sal dubarekirinê, li bajarên din jî bi heman awayî, bi heman rê û rêbazê çalekiyên wisa çandî pêk werin, ma jê xweştir çi heye!