spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Armanca avakirina dîwarê Şengalê

Piştî ku Şêwirmendê Neteweyî yê Iraqê Qasim El-Arajî û Wezîrê Bergîriyê ya Îraqê Cuma Înad li ser Wargeha Holê daxuyanî dan û wargeh hedef girtin lêkirina dîwarê dorpêçkirina Şengalê kete rojevê. Ji bo têkiliya Şengal û Rojavayê Kurdistanê qut bikin dîwarê dorpêçê lê dikin. Balkêş e ku dema ku DAIŞ êrîşî gelê êzidî kirin û wan di fermana nû de derbas kirin deng ji tu kesî derneket. Wê demê baş tê bîra me gerîla û şervanên Rojava tenê bi hawara gelê êzidî ve çûn û wan ji fermanê rizgar kirin. Niha hewl didin ku di navbera wan de dîwar lêbikin.

Li şûna ku Şengalê bi dîwaran dorpêç dikin divê pêşiya êrîşên DAIŞ’ê û êrîşên dewleta tirk yên di nava Îraqê de pêk tên bigirin. Bi vê ve girêdayî gelo çend baregehên tirk di nava Îraqê de hene û armancên wan çi ne? Ev pirsgirêkên bingehîn ên ku rê li ber aloziyan vedikin bê bersiv dihêlin.

Çeteyên DAIŞ’ê yên têkçûne hîn jî êrîşî herêmên Iraqê û bi taybetî jî herêmên girêdayî madeya 140’an a destûra bingehîn a Iraqê dikin. Herî zêde par êrîş pêk hatin. Her çiqasî Iraq bi van êrîşan re rû bi rû ye jî ji bo Şengalê dorpêç bikin û têkiliya wê ji Rêveberiya Xweser a Rojava qut bikin dîwar lê dikin. Niha di navbera gundên ereban û êzidiyên Şengalê de têl danîne.

Piştî ku hikûmeta Mistefa El-Kazimî rê li ber avakirina dîwar xweş kir û siyaseta li dijî Şengal û Rêveberiya Xweser xist meriyetê. Sînorê Şengalê yê bi Rojava re ji bo civaka êzidî gelekî girîng e. Di serî de riya tekane ya derketina artêşa Iraqê û Pêşmergeyan bû dema ku DAIŞ’ê di havîna 2014’an de êrîşê pêk bîne. Civaka êzidî heta niha vê riyê weke derfeta xwe ya tekane ya rizgariyê dibîne. Ger ku gelê êzidî careke din bi êrîşên qirkirinê re rû bi rû bimîne wê çawa bibe. Ji ber vê yekê Rojava ji bo xwe riya rizgariyê dibîne û di vê yekê de mafdar e. A duyemîn jî êzidî vî sînorî weke korîdora tekane ya derbaskirina madeyên xwarinê dibîne. Ji vê riyê pêvtir tu cihekî ku debara xwe bike tune ye. Li aliyekî ji hêla artêşa Iraqê û ji aliyê din ve jî ji hêla PDK’ê ve hatiye dorpêçkirin.

Armanca hevbeş a Kazimî û Tirkiyeyê ew e ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê têk bibin û bixin bin destên xwe. Nemaze piştî serkeftina xwe li ser asta Iraqê û bi taybetî jî li deverên girêdayî madeya 140 ‘an destûra Iraqê vê yekê ispat kir. Li Sûriyeyê jî Rêveberiya Xweser di van salên aloziyê de serkeftina xwe ispat kir û êdî dewletên dagirker ên Kurdistanê ji vê projeyê ditirsin.

Berî ku em behsa rêkeftina Bexda-Hewlerê bikin, divê em bûyerên berê yên ku bi hatina Kazimî li Iraqê derketin holê, bi bîr bînin. Di destpêkê de Kazimî li qada Iraqê weke kesekî rizgarker derket holê. Bi vê bîr û baweriyê di nava kolanan de digeriya û gotinên xwe rasterast arasteyî gelê Iraqê kir. Her wiha lidarxistina civîn û guhertina kesayetiyên ewlekarî û îdarî li hinek parêzgehên Iraqê pêk anî. Der barê gava duyemîn de ku Kazimî avêt, ew serdana Hewlêr û kampên penaberên êzidî yên li kampên Hewlêr û bajarê Silêmaniyê bû. Bi serkirdeyên kurd re civînên berfireh li dar xist. Nexasim serdana deriyên sînorî yên bi Îran û Tirkiyeyê re kir û ev serdanên dawî destpêka komploya li dijî Şengalê bû.
Piştî komploya li dijî Şengalê hat destpêkirin, derket holê ku Kazimî û PDK’ê lihev kirine. Roja destpêkirina komployê jî gelekî balkêş e. Komploya li dijî Şengalê anîn roja salvegera komploya navdewletî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatibû. Her wiha yekemîn salvegera dagirkirina Tirkiyeyê ya Serêkaniyê û Girê Spî jî heman roj bû. Ev dîrok ne tesadufî ye û hewl didin ku peyamên siyasî bidin hêzên kurd û Rêveberiya Xweser.
Ji ber vê yekê, em dibînin ku projeya avakirina dîwarê veqetînê di navbera navçeya Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, ligel danîna têlan di navbera gundên ereb û êzidiyên Şengalê komployeke din a li dijî civaka êzidî ye. Armanca wê hilweşandina sîstema Rêveberiya Xweser a Şengalê ye. Bi vî awayî xizmeteke din ji bo dagirkeriya tirk û PDK’ê ye. Ji ber ku herdu fikra Rêveberiya Xweser qebûl nakin.

Metirsiyên dîtir jî hene, ji ber ku projeya Rêveberiya Xweser hemû pêkhateyan birêxistin dike. Piştî konferansa çaremîn ya Rêveberiya Xweser bi tevlîbûna pêkhateya ereb, cara yekem ereb û êzidî xwe birêxistin dikin. Ev tevlîbûna ereban di nava projeya rêveberiya xweser bû metirsiyek li ser hikûmeta Kazimî! PDK û dewleta tirk, tirsa wan ew e ku wê bandorê li deverên Îraqê yên din jî bike. Ji ber vê yekê hikûmeta Kazimî hewl dide têlan di navbera gundên ereban û êzidiyan de deyne. Her wiha bi mebesta çeteyên DAIŞ’ê derbasî xeta gundên ereban û Mûsilê bike. Ev bi xwe jî xwesteka Tirkiyê ye.

Rêkeftina hikûmeta Kazimî, PDK û dewleta Tirkiyeyê pêkanîne ji bo têkbirina rola fraksiyon û komên çekdar ên girêdayî Îranê ku sînorên Iraq û Sûriyeyê kontrol dikin. Ev navçe weke herêmeke van koman e û korîdoreke ewle ji bo ketin-derketina wan a Sûriyeyê ye.
Rêkeftin bi xwestek û fişarên Amerîkayê jî pêk hat. Amerîka hewl dide ku bandora Îranê li ser Iraqê têk bibe. Hem Kazimî hem jî PDK bi piştgiriya Amerîka û Tirkiyeyê, hewl didin hegemonyaya xwe li qada Iraqê ferz bikin û Projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk têk bibin. Xala duyemîn jî, Amerîka û Îsraîl bi hemû awayî hewl didin hemû aliyên alîgirên Îranê li Iraqê têk bibin, bi vî awayî pêwendiya di navbera hêzên Îranê yên li Sûriyeyê de qut bikin.
Dewleta tirk a dagirker dixwaze li kêleka tirkmenan zêdetir dengên suniyan bi dest bixe. Ji bo herêmên Kerkûk, Mûsil, Şengal û Telaferê kontrol bike. Ji ber ku Tirkiye dixwaze çavkaniyên petrolê û deriyên sînor kontrol bike, bi armanca vejandina aboriya xwe, her wiha di siyaseta Iraqê de gotinên wê derbas bibe.

Dewleta tirk di heman demê de xwedî siyasetên stratejîk e. Ji ber ku bi rê û rêbazên curbicur hewl dide êrîşên xwe yên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bidomîne. Da ku di riya Reqa û Dêra Zorê re xwe bigihîne Şengalê. Bi vî rengî Rêveberiya Xweser li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê têk bibe. Her wiha projeya riya trênê ji deşta Nînovayê û bi riya Şengalê ta Bexdayê derbas bike. Niha şirketên Tirkiyeyê li Mûsilê bo çêkirina wê riya hesinî dixebitin. Ew di wê baweriyê de ne ku her rêveberiyek li Şengalê derbê li projeyên wê yên stratejîk dixe. Bi taybetî li Mûsil û Kerkûkê.
Em vegerin jenosîda dawî ya ku di 3’yê Tebaxa 2014’an de rû da ye, yek ji wan qirkirinên herî hovane bû ku civaka êzidî jiya ye. Lê vê carê bi êzidiyan re guhertin çêbû. Piştî ku maskên her kesî ketin û aşkera bûn, civaka Şengalê bi lez xwe birêxistin kir. Di demek nêz de Yekîneyên Berxwedana Şengalê û Yekîneyên Jinên Şengalê û sîstema Rêveberiya Xweser ava kirin. Da ku xwe bi rêxistin bikin.

Piştî ku pêkhateyên Şengalê dost û dijminên xwe nas kirin, êdî siyaseta lêkirina dîwar û danîna têlan di navbera gundên ereban û êzidiyan de baş dibîne. Çawa pêkhateyên Şengalê peymana 9’ê cotmehê bi bin xistin, dê dîsa bibin yek, dîwarê veqetandinê û polîtîkayên nijadperest hilweşînin. Wekî 9’ê Mijdara 1989’an de dîwarê Berlînê hatibû hilweşandin wê vê carê dîwarê!Şengalê were hikweşandin.