27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi hevkariya AKP-PDK’ê operasyoneke nû dest pê kir

Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar, diyar kir ku li dijî herêmên Metîna, Zap û Avaşînê yên Herêma Kurdistanê operasyona hatiye destpêkirin. Akar encama bidawîkirina operasyona di 23’ê nîsana 2021’an parve kir û anî ziman ku ji hewayî û bejahî operasyoneke nû dane destpêkirin. Beriya ku Tirkiye operasyona hewayî û pejayî bide destpêkirin, di 15’ê nîsanê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li Stenbolê bi Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan û Musteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan re hevdîtin kiribû. Piştî vê hevdîtinê li dijî herêma Başûr operasyon hat destpêkirin. Wezîrê Parastinê Akar anî ziman ku li dijî Metîna, Zap ve Avaşînê êrişên hewayî dane destpêkirin. PDK’ê jî tev li operasyon dibe. Dema ku êrişên hewayî pêk hatin PDK’ê jî hêzên xwe yên taybet sewqî herêma operasyonê kir.

Piştî êrişên hewayî li derdora çiyayê Kurêjaro di navbera artêşa tirk û HPG’iyan de şer derket. Li gorî nûçeya ku Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) derbas kiriye, piştî ku şer dijwar bûye PDK’ê hêzên xwe xistiye derdora Şêladizê û Dêrelokê yên li çiyayê Kurêjaro.

Tirkiye, di 23’ê nîsana 2021’an de li dijî Herêma Kurdistanê dest bi operasyoneke hewayî û bejahî kiribû. Ji ber ku di operasyonê de bi peş ve neçûbû Tirkiyeyê, cerdevan û hêzên taybet ên girêdayî PDK’ê tev li operasyonê kiribû. Her wiha Tiriyeyê di demên pêş de komên mîlîter ên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) û pêşmergeyên Roj jî tevlî operasyonê kiribû. Ji ber ku ji operasyona ku salek e berdewam dike encam negirt. Tirkiyeyê vê carê bi tevlîbûna PDK’ê dest bi operasyoneke nû kir.