10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ukrayna :“Rûsyayê biryara rûxandina bajarê Mariopolê daye”

Serokê Ukraynayê Vlodomir Zelenskî êrîşên Rûsyayê yên li ser bakur û rojhilatê Ukraynayê şermezar kir û da xuyakirin ku di 4 rojên dawî de 18 kes hatine kuştin û 100 kes jî birîndar bûne. Zelneskî der barê van êrîşan de wiha got :” Ev êrîş teroreke ji qestî ye, topên xwe li dijî malên sivîlan bikar tînin û sivîlan dikujin.”

Rûsyayê ji alî xwe ve hedefgirtina sivîlan red dike û îdiayên Ukraynayê yên komkujiyan wekî senaryoyên çêkirî yên ji bo têkbirina diyaloga heyî, bi nav dike.

Ji aliyekî din ve Wezîrê Karên Derve yê Ukraynayê Dmitro Kuleba di hevpeyvîneke xwe de behsa êrîşên li bajarê Mariopol dike û wiha dibêje :” Rûsyayê biryara rûxandina Mariopolê daye û dixwaze vî bajarî bi erdê ve rast bike.”

Serokwezîrê Ukraynayê Dennis Schmihal jî behsa rewşa bajarê Mariopolê kir û wiha got :”Rûsyayê bang li hêzên me yên li vî bajarî mane dike û dibêje xwe teslîm bikin lê parêzvanên me hîna jî parastina xwe dikin û radestkirinê red dikin.”

Lîderê ruhanî yê Kiliseyên Katolîk yên cîhanê, Papayê Vatîkanê Franciscus di axaftina xwe ya ji bo pîrozkirina cejna Paskalyayê de li ser êrîşên Rûsyayê yên li dijî Ukraynayê jî rawestiya û helwesta xwe bi van gotinan anî ziman :” Ez daxwaz û hêviya aştiyê ji bo Ukraynayê dikim û di vî şerê hovanê yê bêwate de, banga rawestandina rijandina xwînê dikim.”

Li gorî agahiyên medyaya Rûsyayê derdora 2500 leşkerên Ukraynayê li Mariopolê di kargehekê de asê mane û Rûsyayê heta sibê dem daye wan ku xwe radest bikin.