10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji Qahîre ta Amedê dîmenên ji Newroza 2022’yan

Kovara Navenda Ereb ya Lêkolîn û Nirxandinan ku li paytexta Misrê Qahîreyê tê weşandin di hejmara xwe ya dawî de dosyayeke taybet ji Newroza 2022’an ya Amedê re veqetandiye. Dosya ji 13 rûpelan pêk tê û rojnamegerê misrî Muhemded Fethî Şerîf ku ew bi xwe jî tevî heyetekê ji Misrê mêvanê Newroza Amedê bû, ev dosya amade kiriye.

Di dosyayê de behsa rêwîtiya xwe ji Qahîre heta Amedê û tevlêbûna Newrozê dike. Di destpêkê de behsa dîroka kevnar a pîrozbahiya newrozê tê kirin. Piştre jî nêrîn û nirxandinên xwe yên li ser giringiya doza kurd û têkliya di navbera gelê kurd û ereb de, tîne ziman.

Her wiha dosyayê cihekî berfireh daye nêrîn û nirxandinên bi çavên mêvanan der barê astengiyên li pêşiya tevlêbûna cejna newrozê û biryardariya gelê Amedê ya tevlêbûna vê cejnê.

Hêjayî gotinê ye ku li ser vexwendina partiya HDP’ê îsal gelek mêvanên ereb, nivîskar û rojnamegerên ji Misir, Iraq, Urdun, Libnan, Tunis û Yemenê tevli pîrozbahiyên Newroza Amedê bûbûn û bûbûn şahidê kelecan û birdariya gelê kurd.