5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Armanca perwerdehiyê

Adar Jiyan
Adar Jiyan
Li gundê Dengiza ku bi ser Stewra Mêrdînê ve ye wekî zarokê herî dawî yê malbata ku ji 9 zarokan pêk dihat, hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navîn li Stewrê, Lîseya Îmam-Xetîbê li Mêrdînê xwend. Pêşî li Zanîngeha Harranê, Fakulteya Perwerdehiyê, Beşa Hînkirina Dersan, paşê Zanîngeha Enqereyê, Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê, Beşa Ziman û Wêjeya Fransî qedand. Li Elezîz, Sêwas, Dilok, Mêrdîn, Yozgat û Konyayê mamostetî kir. Ji bilî mamostetiyê nivîsên wî yên der barê ziman, çand û wêjeyê de hatine weşandin. Jiyana xwe ya nivîskariyê bi nivîsandina gotar, helbest û nirxandinên di kovar û rojnameyên cuda de didomîne. Di van demên dawî de zêdetir li ser pedagojiya perwerdehiyê rawestiyaye. Li ser vê mijarê gelek pirtûk, gotar û nirxandinên wi hatine weşandin.

Têgihîştin û têgihên hevpar ên pênaseyên perwerdehiyê bêsînor in. Belê perwerdehî wekî pêvajoya afirandina guhertineke xwestî ya di reftarên kesekî/ê yên ku di jiyana wî/wê ya bimebest der dibin, tê qebûlkirin.

Armanca sereke ya perwerdehiyê ne jiberkirina tiştên ketûber û ne jî zarîkirin û lasayîkirina civak û nifşên berê ye. Armanca perwerdehiyê, venerînkirina mirov a xwe bi xwe û xwebirêvebirina takekes a xweser e.

Di perwerdeyê de ji xeynî armancê, gelek faktorên ku bandorê li ser pergala perwerdehiyê dikin hene. Cih, malbat, civak, jîngeh, dibistan (zanko, hîndekariya taybet û kursên perwerdehiyê), saziyên olî; (mizgeft, dêr, kinîşte), amûr; pêdiviyên paqijkirinê, cil û berg, têkilî; têkiliya biarmanc, têkiliya bêarmanc, ragihandin, çapemenî, weşan (pirtûk, rojname, kovar, radyo, televîzyon, komputer (internet), şano, sînema û hwd.

Di hemû dem û serdemên dîrokî de her civakek ji bo ku hilberîna xwe zêde bike û jiyana xwe bigihîne asteke baştir, geştir û aramtir, hewl daye ku endamên civaka xwe bi awayekî aktîf û afirîner perwerde bike. Ji bo vê jî pêwîstî bi perwerdehiyeke birêkûpêk û sîstematîk dîtine û di vî warî de xebitîne û bi ser ketine. Perwerdehiya civakên dîrokî jî her tim bi du awayan hatiye dîtin.

Perwerdehiya birêkûpêk; perwerdehiya ne bêbirêkûpêk. Ji roja ku mirovahî bi mirovbûna xwe hay bûye û heta îro, gelek awa, şêwaz û peraglên perwerdehiyê hatine ceribandin. Gelek kesan jî li ser van şêwaz û pergalên perwerdehiyê serê xwe êşandine û rêgez, rêbaz û azîneyên perwerdehiyê bi kar anîne. Hê di serdemên berê de hin ramanwer jî nirxên perwerdehiyê yên xebata derûnî û bidestxistina ezmûnên berbiçav qebûl kirine. Piraniya civakan xwestine ku hemû endamên xwe di nav tevgerên hevgirtî, tevgirtî û standard de bihêlin; bêyî ku mirov bi giyanî, laşî û zayendî vekolin û li gor wê pergalên perwerdehiya xwe ava kirine. Ji ber vê sedemê, sîstemên şagirtiyê pêkanîne; nêrîn û reftarên komeke teqlîdkar li ser zarok û ciwanên dem û serdema xwe dane ferzkirin. Di dibistanên ramanê de, saziyên olî, ango dêr, manastir, mizgeft, kinîşte û hwd. Li cihên din, mamoste hatine tayînkirin ku bawerî, zanîn û tevgerên gihandin û xwepatastinê afirandine. Hin deman, qasid û peyamberên (pêxemberên) olî, rênas û rêberên felsefî, siyasî û çandî şagirtên xwe li ser hîmê rêxistinên bingehîn perwerde kirine. Di dema misrî û sumeriyan de bi taybetî kesên ciwan hatine hilbijartin ku bibin kahîn, karmend, perwerdekar û rêvebirên siyasî.

Li gel wê, ji kahînan li dibistan û perestgehan, zanîna nivîsandinê, matematîk, astronomî, mîmarî û hunerê fêr bûne. Perwerdehiya îbraniyan li ser lêkolîna Tewratê û pejirandina hînkirin û prensîbên wê ava bûne. Yên ku çanda kevnar a li Çînê bi rê ve birine, li dora qesrên padîşahan li hev civiyane. Dîroknasên Çînî nivîsîbûn ku “sed dibistanên ramanê” li van qesran nêzîkî hezar sal berî zayînê ava bûne. Civakên kevnar li Hindistanê di 2000 berî zayinê de dibistan ava kirine. Û ev dibistan di navbera 1500’ê berî zayinê de bi giranî ji hêla civakên Aryen (Arî) ve hatine şopandin. Civakên Arî, heman serdemê nivîsên bi navê ‘veda/weda’ ên ku li ser tebeqeyan dihatin nivîsandin bi pêş xistine. Heman demê zarok bi taybetî di hunerên şer û warê leşkerî de hatine perwerdekirin û parêzgeriya taybet û zanîna akademîk hîn bûne. Li bajarên din ên Yewnanîstanê, xortan beriya ku dest bi perwerdehiya leşkerî bikin, perwerdehiya giştî dîtine. Bi taybetî jî wê demê atînayiyan girîngiyek mezin dane kesên perwredekirî û dêûbavan jî ji bo hînkirina zarokên xwe di gelek mijaran de serî li mamosteyan dane. Fîlozof û zargotinzan Protagoras ku dersên matematîk, siyaset, exlaq û metafizîkê dida û sofiyên din li ser retorîkê, ku bi taybetî ji bo dewletparêzan mijarek girîng e, ders dane.

Feylesofê binavûdeng ê Atînayî Sokrates, hê berî sofiyan, bi şagirtên xwe re li ser exlaq û siyasetê diyalog daniye û di berdêla wê de xercek jî nexwestiye. Akademiya ku beriya zayînê di sala 387’an de ji aliyê Platon -ku xwendekarê Sokrates bû- ve hatibû avakirin, wekî zanîngeheke yekem a wê demê hatiye qebûlkirin. Û gelek şax û beşên zanistên naskirî û lêkolînên cidî, lê hatine dîtin.

Sedema ku em behsa perwerdehiya civakên dîrokî dikin ew e ku gelek ramanwer, rêber, rênas û sîyasetmedarên demê yên navdar, bi saya perwerdehiyeke baş gihîştine vê encamê. Lewre perwerdehî ne pêdiviyeke demî serdemî û demdemî ye; pêdiviyeke bênavber a domdar û misêwa ye. Wekî her dem û serdemê, îro jî pêşveçûn, şerdebûn û şarezabûna her civakê rasterê girêdayî awa, şêwaz û pergala perwerdehiya wê ye. Berdewamî û pêşketina civakê her tim bi perwerdekirina ferdên ku civakê pêk tînin pêkan dibe. Li gorî vê yekê; her nifşek pêdivî ye ku zanyariyên nifşên berê bişopîne, binirxine, rexne bike û pêşve bibe. Veguhastina çanda civakê ku ji bawerî, urf, helwest, nirx, jêhatîbûn û zanînên berhevkirî û çavdêriyên nifşên nû pêk tê, bi saya perwerdehiyê diguhere, digihîje armanca xwe û dirûvekî nû û nûjen digire. Hiş, hişmendî, bîr, jîrayî, îrade û hest û hizrê kesên ku xwe digihînin her gav bi saya perwerdehiyê pêşve diçin û distewin.

Her çend ku gelek armancên perwerdehiyê hebin jî, meriv dikare armanca wê ya bingehîn bi çend xalên girîng destnîşan bike.

Gihandina mirovên ku xwe dinasin, xwe rexne dikin, xwe diguherînin û xwe bi rê ve dibin; gihandina mirovên ku difikirîn. Lêkolîn û vekolînê dikin û bi guman tev digerin. Pirsiyarkirin û rexnekirina pergala heyî û avakirina pergaleke perwerdehiyê ya alternatîf. Naskirina gerdûnê û zanîna zagonên wê yên sîstematîk û hevaheng. Tekûzkirina liv û tevgerên mirov û têkiliyên wî/wê yên bi civakê re. Lihvkirin û lihevhatina civakê, parastina xwezayê û hezkirina heyîn û heyberên gerdûnê. Parastina jiyanê û xweparastina li hember lewir û heyberên dirinde. Xweparastina li hember xetereyên xwezayê û afat/karesatên xwezayî. Parastina aştiyê ya li hemberî şer û pevçûnên navxweyî û navneteweyî yên kujer û rûxîner û hwd.

Meriv dikare vê xalên vê damikê dirêj bike, belê armanc heman e; ango gihandin û şerdekirina mirovên baş e.

Bihayê perwerdehiyê çiqas giran dibin bila bibe, lêçûneke ku ji ya perwerdehiyeke baş erzantir be nîn e.

Lewre pêdiviya takekes an jî civaka ku baş hatibe perwerdekirin, bi dewlet û çîneke desthilatdar, bi artêşeke leşkerî, bi karxaneyên çekan, bi dadgehên bêdad, bi dadger û dozgerên ku di bin bandora hêz û xêza siyaseta terefgir de, bi polîsên şopîner û destbicop, bi zanîngehên fermanwer, bi venerîna trafîkê û tirsa cezayê wê, bi girtîgehên asê, bi nexweşxaneyên mişt tijî û hwd. nîn e.

Dadger, dozger, polîs û (qismen jî bijîşkê) mirovekî/e perwerdekirî ew bi xwe ye. Mirovê/a ku xwe baş nas bike, dê derdora xwe jî baş nas bike; mirovê/a ku derdora xwe baş nas bike, dê civaka xwe jî baş nas bike; mirovê/a ku civaka xwe baş nas bike dê dinyayê jî baş nas bike; mirovê/a ku dinyayê baş nas bike, dê xweza û gerdûnê jî baş nas bike…

Ev tişt hemû bi saya zanîn û hîndekariyê bi dest dikevin. Belê zanîn û hîndekarî jî têra başbûna mirov nakin. Divê bi qasî zanîn û hîmdekariyê mirov baş werin perwerdekirin. Perwerdehî, peywira pratîk û kardariya liv û tevgerên mirov ên ku di qada jiyanê de xwe didin der, dide ser xwe.

Perwerdehiya ku ji hêla erênî ve jiyana mirov neguhere, ne perwerdehiyeke baş e. Perwerdehiya ku têkiliya navbera takekes û civakê; têkiliya navbera civak û xezayê û têkiliya navbera xweza û gerdûnê baş tekûz neke û needilîne, ne perwerdehiyeke erênî ye. Perwerdehiyeke baş û erênî ji tenê bi saya hişmendiyeke mirovane, hizreke mirovhez û feraseteke gerdûnîparêz pêkan dibe.