2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Armanca qeyûman tunekirina kurdbûnê ye

Endama Meclîsa Şaredariya Peyasê ya Amedê Nevîn Oyman ku qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin, diyar kir ku bi pergala hevserokatiyê re desthilatê qayûman tayînî ser şaredariyên wan kiriye û qeyûm li dijî pergala hevserokatiyê ye.

Di salên 2014 û 2019’an de hilbijartinên herêmî hatin lidarxistin û piştre şaredariyên bakurê Kurdistanê ji aliyê desthilatê ve hatin desteserkirin û qeyûm tayînî şaredariyan hatin kirin. Endama Meclîsa Şaredariya Peyasê ya Amedê Nevîn Oyman ku ji peywirê hatiye girtin û qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin, ji rojnameya me re axivî û nirxandinên girîng kirin. Nevîn Oyman, di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku bi pergala hevserokatiyê re desthilatê qayûman tayînî ser şaredariyên wan kiriye û wiha got:

“Dema qayûman tayînî şaredariyan kirin destpêkê bi KHK’yan kesên ku wê xwedî li şaredariyên gel derketina yek bi yek ji kar derxistin. Ji bo diziya wê bikirina bi vî awayî ji xwe re binge ava kirin. Tenê kesên alîgir di şaredariyan de bi cih kirin. Erîşên qayûman li ser destkeftiyên jinan bûn. Zihniyeta desthilatê ya mêrperest ji bo ku xwe zêdetir bide jiyîn xwest ku destkeftiyê jinan ji holê rake.”

Oyman, destnîşan kir ku di 2016’an de ji sedî 93’ê saziyê jinan ên girêdayî şaredariyan ji aliyên qayûman ve hatine girtin û ev agahî dan: “Di sala 2014’an de jî ji sedî 40 zêdetir saziyên jinan girtin. Yên ku negirtin jî navên wan û naverokên wan guhertin. Armanca vê zihniyetê tenê ew e ku jinan bêçare bihêle. Li şûna saziyên jinan qehwexane û qursên olî vekirin. Midûriyeta jinan bêmîsyon hiştin ango li şûna midûrên jin kesên mêr peywirdar kirin. Stargehên jinan ên giredayî şaredariyan girtin.”

Dewrkirina saziyên şaredariyan

Di berdewamê de Oyman, da zanîn ku qayûman tenê çar dîwarên şaredariyan hiştine û axaftina wiha domand: “Qayûman di şaredariyan de tiştek nehiştiye. Girêdayî şaredariyan saziyên mîna kreş, werzîş, jin û pirtûkxane ku xizmeta gel dikin hene. Ev xebatên şaredariyan ku şaredarî neçar in bikin, hemû dewrî saziyên cuda kirin. Li gorî qanûnên şaredariyan heta ku pêwîstî bi saziyêkî hebe kes nikare wê saziyê dewrî saziyên din bike. Saziyên şaredariyan divê ku şaredarî ew bi rê ve bibin. Mînak qayûmê Peyasê kompleka werzîşê ya girêdayî şaredariyê dewrî Wezareta Werzîşê kiriye. Dîsa Saziya Çand û Hunerê ya Cegerxwîn ku girêdayî şaredariyê bû dewrî Wezareta Çandê kiriye. Kreşên girêdayî şaredariyan hemû dane ser Diyanetê. Jixwe budçeya her wezaret û saziyan cuda heye. Divê wezaret karên xwe bikin û şaredarî jî karên xwe bikin. Lê tu saziyên şaredariyan nehiştin. Ger şerm nekin wê çar dîwarên avahiyên şaredariyan jî bifiroşin.”

Oyman, destnîşan kir ku qayûman êrîşî pir zimaniya li şaredariyên wan kiriye û der barê mijarê de ev nirxandin kir: “Tabelayên pirzimanî rakirin û li şûna wan ên yekzimanî (tirkî) daliqandin. Saziyên çandê ku ji bo ciwanan aktivîteyên çandî dimeşandin girtin û li şûna wan saziyên wek Tugva, Turgev û cemiyeta berbelavkirina ilmê (îlîm yayma) vekirin. Li Bismilê bingeha ku ji bo saziya astengdaran hat avêtin kirin saziya zewacê û mehrê. Dixwazin civakê ji hilberînê dûr bixin. Waliyê Mêrdinê Musfafa Yaman di îhaleyekê de ji mutahîd wesayîteke ku marqa wê Audî A6 stand. Mutahîd di lêpirsîna xwe ya emniyetê de vê bêrêtiyê anî ziman. Di vir de tê dîtin ku çiqas ketine nav bertîl û rantê. Rêyên ku berê hatine çêkirin ango xebatên ku berê hatine kirin gelek caran hatine xerakirin û careke din hatine çêkirin. Ev avakirina bingeha polîtikayên rantê ne. Her wiha qayûmê Mêrdînê bajarê dîrokî ji îmarê re vekir. Bi vekirina îmarê re rê li ber betonkirina bajêr vekir. Wê ji ber vê biryarê li bajarê dîrokî gelek avahî û otel bên çêkirin. Qayûman hemû erse û zeviyên şaredariyan firotin.”

Armanca tayînkirina qeyûman

Di dawiya axaftina xwe de Oyman, li ser armanca qeyûman rawestiya û der barê mijarê de ev tişt anîn ziman: “Desthilatê tekoşîna rêveberiya xwecihî ya ku tevgera siyasî ya kurd anî merheleyekê kir hedef. Desthilat dixwaze bi qayûman destkeftiyan me desteser bike. Ji ber ku gel dikare bi rêveberiyên xweser çand, ziman û dîroka xwe bijî desthilatê êrîşên rêveberiyên xweser kir. Dixwazin gelê kurd bê bîr bihêlin. Her cureyên destkeftî û derfetên ku şaredariyan bi salan ji bo berjewendiyên civakê afirandin ji aliyê qayûman ve hatin desteserkirin. Bi qayûman dixwazin hem di aliyê fîzîkî ve hem jî ji aliyê fikrî ve kurd û kurdbûnê tune bikin.”