21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

PKK û kodên nû yên 50 salî-I

Temenê Komara Tirkiyê sed sal in. Ji bo  rastiya PKK’ê û  Kurdistanê  were fêhmkirin, dive  pêvejoyên beriya 50 salî  û piştî 50 salî ku PKK’e têkoşînê dike werin nirxandin.

Du 50 sal,  norm û kodên  di van  du 50 salan  de derketine hole,  ji hev cûda ne. Ji bo vê jî dive em ezberên xwe deynin aliyekî. Ji ber ku hiyerarşiya kaotîk a faşîzma dewşîrme, yan jî faşîzma romî de,  gelek Kurd fêrî lewlebaziya entelektuelî bûne.

Pêşî em li ser gotina ROMÎ rawestin!…

Sed salên bi sîstema faşîzma dewşîrme (romî) hatiye îşkdan, bi êrîş, tirs,  kuştin, koçberî û panîkê  derbas bû. Em di vê çaçrovê de gotina ROMΠ vekin. Kurd, her hêza ku ji rojava êrîşî Kurdistanê kiriye weke hêza “romê” bi nav kiriye. Ji bo hêzên artêşa Tirk jî ev gotin bikardianî. Navê cendirme û leşkerên bejik, heta salên dawî jî  gotina “romî” bikar dianîn. Romî ligel Kurdan dagirkirin e, faşîzm e. Ji xwe faşîzm jî berhemê Roma ye û em dikarin navê “faşîzm romê” jî li sîstema dewşîrmeyên Îttîhadî bikin.

Gelek kes jî, Tirkiyê weke “Dewleta Romê, Dewleta Roma Reş” bi nav dikin.

Ev sahîh e û em dewam dikin; Faşîzma romê, yan jî faşîzma dewşîrme, avakirinek ji kastên burokrasiya militarist û despot pêk tê. Ev keliha bêyom, ji dibîstanên seretayî heta bi zanîngehan, ji ofîsên ekserî, heta qijleyên eskerî û “Alî Okulu”, ji daîreyên nifûsê, heta bi dadgehan, ji parlamentoyê heta bi desturname û qanunên zîncîrî, ji bajarên biçûk û heta bi taxên metropolên li Tirkiyê, di rewşek  kaotîk ya red û înkarê de, “nîr” in, bi demagojî û ajîtasyonek “berazî” hatine xwedîkirin. Her yekî ji wan, di pîvanên formatîk de bûye diranê çerxa hêrtin û tunekirinê. “Beraz”, li cem Kurdan, lawirê herî bê ewle ye!…

50 saliya destpêkê, tekabûlî (rastî) 29 berxwedanên Kurd û encama van berxwedanên tê. Encam jî karîkatura gora betonî ya li Agirî  û nvîsa li ser kêlê “xeyalî Kurdistan li vir metfûnkiri” ye.

50 saliya duyemîn jî,  tekabûlî (rastî) têkoşîna PKK’ê tê. Yanî têkoşîna ant-î faşîzma dewşîrmê, ya `romî` ye.

Tez yek; Di 50 salên  destpêkê de dubarekirin-tekerrûra dîroka tarî ye. Dîwarê ku jiyanê li mirovan teng dike ye, ROMÎ….  Yek romî diçû gundekî 200-300 malî, hemû gundî li qadekê kom dikirin, êşkence dikirin. Em bûna çavdêrê vê serdemê, gundiyan jî digot, “mirin çêtir e ji vê rewşê.”

Gelê Kurd bi rûmet e û rûmetê di ser hiştî re digire.

Duyemîn 50 sal parastina vê rûmetê ye. Îradeya gelê Kurd, êdî reçeteyên bextewariya paşerojan dinivîse. Helbet trajedî hene, lê aktorên ku trajediyê diguherin jî hene. Eger em ne bi çavên mikroskopîk, bi çavên makroskopîk, li  50 salên yekemîn binerîn, em ê bibînin ku qanunên zincîrî hatine amadekirin, her dem ev qanun, bi îşkên hişk hatine dijwarkirin. Plan û raporên Islahatê, Dadgehên Îstîklalê û DGM’e û hwd.

Di 50 salên duyemîn de, qanunên zincîrî, bi awayekî ciddî  hatine  parçekirin: Ketina parlamentoyê  yek e, bidestxistina şaredariyan dudu ye, avakirina saziyên civakî, pîşeyî, weşanxane û enstitû sisê ye. Qeyum û tecrîd  jî lewazî û wek ereb dibêjîn “mîskîni” ya dewletê ne.  Ev teva parçekirina zincîrên îşkdana qanunan e.

Fermanên “Îstîbdad”ê, yanî Kanuna Takrîr-î  Sûkûn û Raporên Şerq Islahetê, encama sîstema ROMÎ’yan e, lê îro, nikarin Kurdan bêdeng bikin.

Tez du; gotina kralê tazî ji hole rabûye,  Îttîhatiyên tazî li holê ne!… Edî, faşîstên îttîhadî felaketên tofanî ne!…

Di 50 salên duyemîn de, dîroka fermî, li ser kevirê teneşîrê dirêjkirîye û di bin neşterê de ye. Ava kîmyewî ya kîn û nijaqperestiya lewîtî tê paqij kirin.

Helbet, gelên ku demek dirêj di tarîye de  hatibin kor kirin, di demek kin de, riya rast nabînin, zu bû ji dîlbûna perwerdehiya formatîk  rizgar nabin. Perwerdehiya  formatîk, “Hespê Truva” ye,  bedena mirov, mêjiyê mirov dagir dike. Amur û alavên xerab û ne baş, encamên xerab û ne baş derdixin hole.

Di 50 salên destpêkê de, girêdana bi otorîteya faşîst re mecburiyeta, sîstemê ROMÎ bû, Ev jî dihate wateya qebûlkirina xeşîmên tarî.  Helbet, çirîskên kesayetên Kurd hebûn, lê têra ronîkirina xeşîma tarî nedikirin. Ev jî tecrîdek giran bû, tirs û egoîzma faşîzan bû, di nijadperestiya “organic” û “jigolo” de derketibû hole.

Nivîskarê Awusturyayî Heînz Gstrein,  ji sedema nebûna ronahiya di xeşîmê de, pirtûka  “Gelê Kurd ê bê Parêzer”  nivîsî.  Vê pirtûkê, ne tenê rûdêna faşîzma dewşirme, rûdêna   Ewropa jî radixiste ber çavan.

Yanî, dîroka ku hîna nebûye dîrok weke  antîteza jiyanê derdixistin pêş. Ev antîtez dewam dike û bûye gorîfa ji hev veçîrî û tevlîhev; dikin û nakin nikarin vê gorîfê ji hev vekin û pirgirêkan çareser bikin. Şerê li Suriye, li Iraqê, li Yemenê, li Lîbya, Li Israîl û Filîstînê, Li Iranê, nakokiyên li Rojhilata Navîn û çar aliyên cîhanê, encama toleransa li hemberî feşîzma dewşirme ye. Faşîzm bê ahlakî ye, qetûlilleh di bextewariya civakan û mirovaniyê nafikire, lê terciha hêzên hegemonic ev e. Cîhan kirine şikeftek tarî û weke helbesta  sedsalê vedibêjin. Lê di şerê duyemîn yê cîhanê de faşîzm hate lanetkirin.

Dema ku behsa faşîzmê tê kirin, Hîtler û Musolînî têne bîra her kesî. Lê di 50 saliya 2’mîn de, eşkere bû ku paşayên Îttîhad û Terakî,  pêxemberên faşîzmê ne. Îro jî faşîzma Îttîhadiyên dewşirme, ji bo Tirkiyê weke riya rizgarî û jiyana abad tê dîtin. Ev gotin ne gotinek “kerhen” e, ji ferhenga ilm-î eser e. Komar, di çarçoveyek “formal” de hate ragihandin û  di nava demê de, hemû normên cemahîrî-komargerî hatin têkbirin. Komargeriya li Tirkiyê û  tevahiya dewletên Rojhilata Navîn “muswede” ne. Tev di nava buhranek ciddî û metirsînî de ne.

Sahîh e ku, her pirtûk, rûden- çehreya serdema xwê nîşan dide, di 50 saliya duyemîn de, sernavê pirtûkên ku nivîskarên Ewropî li ser Kurd û Kurdistanê  dinivîsin jî hatine guhertin. Zanist û feylesofên cîhanê, paradîgmeya Rêber Abdullah Ocalan jî weke çareseriya pirsgirêkan dinirxînin. Paradigmeya Ocalan jî, mahkumkirina faşîzma veşartî û eşkere ye.

Ev tê wateya ku Tevgera Azadiya Kurd zimanê diyalektîka serdemê zevt kiriye; tekerrûr-dubare hatiye berterefkirin, aliyên din jî bi kodên  nû hatiye dagirtin.

Em hinekî din vekin; Di dîroka sed salî ya dewleta Tirk de tiştekî tesadufî nine. Îtîhat û Terakî jî tesadufî dernekete hole, darbeya wan a sala 1908’an  jî tesadufî nine.  Tê zanîn, ev darbe bi qirkirina 6 gelan, li Anatolya, Mezopotamya û Kurdistanê dewam kir, hîna jî dewam dike.

El encam, şoreşa  karsaziya Ewropa,  encama bîrdozên felsefîk û hişmendiya li dijî “fikrê ortodoks” û “manorşîk” e.  Felsefe, sînorên hişmendiya mirov fereh dike û dike nava lêgerînan.  Ev ideal weke şoreşa karsaziyê derkete holê, lê ne tenê karkerên li bajaran, gundî jî kirin bin nîrê koletiyê.

Kodên  şoreşa karsaziyê ku weke şoreşa herî mezin a cîhanê tê binavkirin,  dewlet derxistin hole. Piştre, endeksên demokrasî formule kirin, ji demokrasiya klasîk a Atîna û Roma destpêkirin, darbeyên eskerî, monarşî jî  bi desturnameyan meşrû kirin; 15 demokrasî derxistin hole. (demokrasiya yek serî,  li Tirkiyê bi demokrasiya reîs hatiye guhertin. Balkêş e, kurdên çaker-kole, sîstema reîs herî baş dinirxînin;  dema gotina “reîs” ji devê wan derdikeve, beşûşiyek melaqî li rûdema wana peyda dibe.

Demokrasiya li Tirkiyê ne restorasyon e jî, ji ber ku nav heye, lê  ew bixwe nine!.. Tiştekî nebe nav lê nayê kirin.

Demokrasî,  sîstema ku gel xwe bi xwe rêve dibê ye.  Eger bi navekî din, bi rengekî din parçe bibe, tê wateya vegera “demokrasiya qedîm” ku li ser bingeha “dîlgirtin-esaretê”  hatiye avakirin.

Di  duyemîn sala 50î ya PKK’ê de ev rastî hate eşkere kirin: Ocalan, sîstemên li derî vê rastiyê, wek ”dînazor” binav dike; demokrasiyê jî,  bi “demokrasiya rasteqîn, demokrasiya gel, gelê demokratîk” binav dike. J.J. Royusseau jî dibêje, “dive rêveberî di destên gel bixwe de be.” Kesîr, yanî parçekirinê, rêveberiya muwaqat jî weke xeskirinê bi nav dike.  Ji bo vê jî Kurd ji bo qeyum, gotina “xespkar”  bikartînin.

Dîrok şahid e, Şoreşa Frensa jî bi fines, derew û lîstikên teşqeleyî û qirêj îsîtîsmar kirin û berteref kirin.

Yanî,  bi nirxandin û hesabên matemetîkî, gotinên retorîk û  jeneratorên derewan mêjiyê komên xelkê şiştin,  tahakkuma rastmalî serdest kirin.  Hêzên artêşan jî kirin parêzerên komar, demokrasî,  mafên mirovan, aramî û aştiyê!…

Di yekemîn 50 saliya dewleta Tirk de, hemû operasyonên qirkirinê, bi nave “aştî”, “çiqliyê zeytunê”, “kevokên aştiyê” û “aramî” ye têne  kirin.  Her operasyon tirseke nû, kuştin û wêraniyek nû ye. Ji bo ev tirs mayînde bibe jî, navên general û efserên komkujî kirine, li  qişle û qereqolan dikin.  Ev kiryar,  ji kiryarên “argoî”, “korsanî”, “muxlacî”, “çete”, “lînca bê ehlakî” û “sofîstîk” cûda ne hatine kirin.

Vêce, em werin ser tezeke nû; Medya alternatif û azad!…

Eger  zanist û huner jiyan be, medya di rastiya zanist û huner de, berdevkiya jiyanê dike.

Medya Kurd jî, di  50 salên berîya PKK’ê de,  di gotinên destpêka çîrokan ”hebû nebû” de veşartî bû. Nebû û di şevên tarî de dîlgîrtî bû.  Ev mijarek tezeke berfireh e, bi nêzîkatiyek şematîk jî nayê vegotin û fêhkirin. Ji ber ku karên ragihandinê laboratuarek mezin e, di guhertina civakan de, bombardumana herî bi bandor e.

Bêyî şaşîtî hebe, di 50 saliya piştî  PKK’ê  de, medya Kurd jî çîroka “hebû nebû” rizgar bû,  weke têgihiştin, fêhmkirina rastiyan bû çavkaniya  ku hêviyên gel mezin û xurt kir. Îştaha (lawaşiya) gel a fêrbûn û têgihiştinê xurt kir û weke amurekî eniya têkoşîna azadiyê derkete hole, weke amurê bersivdayina hemû polemik û dezenfermasyonan e.

Medya cîhanê amurekî bazarê ye.

Li Tirkiyê cuda ye, ji sedî 99 medya, amurê desthilatdariyê ye,ji sedî 100 jî, berdevkê îdeolojiya fermî ya dewletê ye.

Bi gotina John Keane, “tîpîsî ya enfortmasyonê” ye. Ev gotin jî tê wateya paradoksa  papaganî û qawun (plaq)ê şikestî.

Medya Kurd, berhemê duyemîn 50 saliya piştî PKK’ê ye û alternatif e; yekane amurê teghiştin, zanebûn û fîrbûna rastiyên gel û Tevgera Azadiya Kurd e.

Her çiqasî, beşekî mezin û xurt, li mişextiyê jî be, medya Kurd bi vê tempoya xurt, wê di hilatina rojê û veketina tirêjên ronahiya azadiya li Kurdistanê de, bibe şirildaqa herî mezin.

Ev normên ku di 50 saliya PKK’ê de derketin holê ne; hem di aliyê mekanîzmeya demokrasiya rasteqîn de, hem di têkiliyên navbera Tevgera Azadiyê û gel de, wê bibin xelekên polayî yên di rêxistiniya  di ser deweletan re.