spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Neşmîl Ebdî: Îran naxwaze rastiya wê bê zanîn

Neşmîl Ebdî der barê darvekirinên li Îranê de anî ziman ku ‘Ji destpêka sala 2023’yan heta niha 694 kes li Îranê hatine darvekirin û wiha got: “Îran naxwaze darvekirinên ku li ser welatiyên xwe dide sepandin ji aliyê raya giştî û cîhanê ve bê zanîn. Ji ber wî darvekirin veşartî tên kirin.”

Di 16’ê îlona 2022’yan de bi kuştina Jîna Emînî li seranserê rojhilatê Kurdistan û Îranê çalakiyên li djî rejîma îslamî bi dirûşma Jin Jiyan Azadî dest pê kirin. Civaka Îranê li dijî krîz, zêdebûna bikaranîna hişbirê û newekheviya neteyan felsefeya azadiya jinan kirin bingeh û li dijî rejîmê serhildanek pêk anîn.

Di serhildana Jin Jiyan Azadî de heta niha bi hezaran kes hatin binçavkirin û bi sedan kes rasterast ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatin kuştin. Li dijî nerazîbûnên ku pêk tên kesên ku di girtîgehên Îranê de dîl tên girtin ji aliyê hikûmetê ve bi awayekî veşartî tên darvekirin.

Em der barê binpêkirinên mafên mirovan, tundiya li ser jinan, rewşa girtiyên Serhildana Jin Jiyan Azadî û rewşa dawî ya li Îranê bi endama Saziya Mafê Mirovan a Hengawê Neşmîl Ebdî re axivîn.

*Li Îranê kîjan ceza dibin sedema darvekirinê û dervekirinên herî zêde di kîjan sucê de pêk tên?

Di rastî de hin sûc hene yan bibêjim sedem hene ku Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê sizayê (cezayê) darvekirinê bi ser wan de disepîne, yên weke tohmetên pêwendîdar bi madeyên hişbirê, kuştina bi zanebûn û herwiha çalakvanên siyasî û olî ku piraniya wan kurd û belûç in û tohmetên sîxurtiya ji bo welateke din, sizayê darvekirinê bi ser wan de tê sepandin.

Ji destpêka sala 2023’yan heta niha 694 kes li seranserê Îranê hatine darvekirin ku ji wan sed kes kurd bûne. Îsal hejamara davekirina herî zêde ku 393 kes bûne wate nîvê zêdetirî ya vê amarê, bi tohmetên pêwendîdar bi madeyên hişbirê bûye. Diyare ev amare zêdetir e lê ji ber ku hin malbat vê yekê nadin medyayê û hin jî Komara Îslamî vedişêre, nayên zanîn.

Wek tê zanîn Îran ji aliyê sînor ve cîranê Afganistanê ye û Afganistan welateke ku zortirîn madeyên hişbirê lê heye. Bazirganên madeyên hişbir ji Afganistanê li welatên cihanê belav dikin. Bajarên ku sînorê Afganistanê ne û herwiha navçeyên li ser sînor in ji ber siyasetên sîstematîk ên hikûmetê ji neçarî vî karî dikin. Jixwe gelek kesên ku bi sucdariya bikaranîn û firotina madeyên hişbirê tên darvekirin kesên hêjar û bêkes in.

*Qasî ku tê gotin di dema serhildana Jin Jiyan Azadî de kuştin û tundiya li ser jinan kêmbûye. Der barê mijarê de di destê we de dane hene, heke ev agahî rast be bingeha wê çiye?

Di rastiyê de em nikarin bibêjin ku tu carî di desthiladariya Komara Îsalmî ya Îranê de tundûdijî û kuştina jinan kêm bûye. Ji ber ku ev 44 sal in ku hemû mafên jinan hatiye binpêkirin. Di dema şoreşa Jînayê de jî Komara Îslamî kuştin û tundûtûjiya dijî jinan ne kêm kiriyê belkî her wiha berdewam kiriye. Ji ber ku nabe em ji bîr bikin ku jina ciwan Armîta Gerawend a 17 salî ya kurd û xelkê bajarê Kirmaşanê ku rûniştiyê bajarê Tehranê bû, di dema diçû bo xwendingehê ji ber ku xawik li serê wê nebûye ji aliyê hêzên ewlehî yên parastina hîcaba bi zorê li metroya Tehranê, rastî lêdanê hat û ket komayê. Armîta piştî 28 rojan jiyana xwe ji dest da. Em dibînîn ku di metroyan de çawa li jinan dixin ji ber ku hîcaba bi zorê nakin. Ji ber vê yekê em nikarin bibêjîn ku ev tundûtûjiyên han kêm bûye. Belkî herwiha berdewam e. Ji ber vê yekê ev agahî ne raste û ev yek ji bo xapandina raya giştî ye.

Ji bilî polîsên exlaqê niha hêzên parastina hîcaba bi zorê jî zêde bûye ku giwaş û tundûtûjî li dijî jinan zêde bikin. Kutan û lêdana jinan li nav metroyan da vê yekê nîşan dide ku çawa ew tundûtûjî kêm nebûye, belkî roj bi roj zêde dibe.

Di nav civakê de jî mixabin em nikarin behsa kêmbûna tundiyê bikin. Di demên borî de kuştinan jinan kêmtir dihat raporkirin. Ev nayê wê wateyê ku berê jin kêmtir dihatin kuştin. Lê piştî kuştina Romîna û kuştina Jîna Emînî ya ji hêla rejîmê ve di civakê de hesasiyetek ava kir û kuştinên jinan zêdetir di çapemeniê de cih girtin. Ev medyakirin jî nayên wê wateyê ku kuştin zêde bûne. Wek ku me got ji ber hesasiyeta civakê ev zêdetir tên dîtin.

*Bi destpêkirina Serhildana Jin Jijyan Azadî re bi hezaran kes hatin binçavkirin. Rewşa van girtiyan bi taybet jî rewşa zarokên ku li Dadgehên Şoreşê tên darizandin çi ye? Zarok rastî kîjan binpêkirinên mafan tên?

Kesên ji ber çalakiyên Jin, Jiyan, Azadî tên binçavkirin rastî gelek binpêkarinên mafên xwe yên yasayî tên. Ji ber vê yekê rewşa wan gelekî xirab e. Heke em bahsa nûciwanên binçavkirî bikin jî herwiha rewşa wan xirab e, nûciwanên ku hatin sizadan ku piraniya wan nûciwanên Kurdistanê ne ku hejmara wan 192 kes in.  Heta niha ji 192 kesan 6 kes hatine cezakirin û hemû jî kurd in. Li hin ji wan 3 meh û li hinan 3 sal a jî 2 sal ceza li wan birîn. 2 kes ji wan tevî ku hatine cezakirin jî her yek ji wan bi 74 lêdana qamçiyan hatine cezakirin.

Ev yeke bi aşkera rewşa xirab a wan nûciwana nîşan dide. Ev girtiyên nûciwan jî wekî ku min behs kir rastî hemû binpêkariyên mafên xwe tên yên weke destragihîştin bi piştevaniya yasa û meşa dadperwerane ya dadwerî û herwiha destragihîştin bi parêzer û hemû mafên din. Lêdana qamçiyan dijî mafên zarokan û nûciwana ne ku bi tenê tawana wan nerazîbûne.

*Der barê kesên ku cezayên darvekirinê girtine de di destê we de dane hene, gelo çend ji van darvekirinan pêk hatine?

Di şoreşa Jînayê de li seranserê Îranê nêzî 20 hezar kes hatin binçavkirin ku ji wan 8 hezar welatiyên kurd bûn. 8 kes ku cezayê darvekirinê bi ser wan de hatibû sepandinê hatiyê cîbicîkirin û 3 kesên din ku cezayê darvekirinê bi ser de hatiye sepandin, hêj cîbicînebûye.

25 kesên din tohmeta  ‘miharibe’ bi ser wan da hatiye sepandin û egera vê yekê heye ku cezayê darvekirinê bi ser wan de bê sepandn.

*Darvekirina welatiyan çima ji gel tê veşartin? Her wiha kesên ku tên binçavkirin dikarin ji mafên xwe yên hiqûqî sûd werbigirin?

Di rastî de Komara Îslamî bi kiryarên xwe yên veşartina darvekirinên welatiyan, naxwaze ev yek ji aliyê raya giştî û cîhanê ve bê zanîn ku amara darvekirinan wiha zore li vî welatî de û lewma dixwaze vê yekê veşêre.

Heke em behsa darvekirina bi dizî yên girtiyên siyasî jî bikin weke darvekirina Mîlad Zohrewend ku bi dizî ve hat darvekirin, ev yek jî di rastî de Komara Îslamî bi vê kiryarên xwe weke darvekirina bi dizî ve dixwaze hov û tirsê bixe nav civakê. Çimkî dizane ku digel Şoreşa Jînayê de xelk êdî ji Komara Îslamî natirsin û daxwaza mafên xwe dikin û ev yek di rastiyê de Komara Îslamî ya Îranê tirsandiye. Ji ber li serhildana dubare ya xelk dakevin kolanan ditirse û herwiha ku raya giştî li ser durist nebe wan kiryaran dike. Heta piştî darvekirina wan kesan jî termên wan direvîne û radestî malbatên wan nakin ku ew li bajar û ji aliyê kes û karên xwe ve bên veşartin. Çimkî dîsan ditirse ku li goristanê û li ser tirba wan dîsan nerazîbûn çêbe. Ji ber vê yekê nahêlin bi merasimekê bên veşartin û bi dizî vedişêrin.

Kesên ku tên binçavkirin nikarin sûd ji mafên xwe yên hiqûqî werbigirin. Binçavkirî ji hemû mafên xwe yên yasayî bêpar tên hiştin. Di dema binçavkirinê de ev binpêkarin dest pê dikin. Di dema binçavkirinê de binçavkirin bi belgeyên yasayî nayê kirin. Her wiha lêkolîna malan bi awayekî hovane pêk tê û kesên ku tên binçavkirin gelek caran dibin cihên ne diyar. Malbatên ku pey agahiyên binçavkiriyan dikevin jî bêencam dinînin. Kesên tên binçavkirin nikarin ji mafê parêzar, mafê hevdîtina bi telefonê û mafê tedawîkirinê sûd werbigirin.

*Jinên ku hatine darvekirin an jî cezayê darvekirinê girtine çend kes in? Jin di bin çavan de rastî kîjan tundiyan tên?

Ji destpêka îsal ve herî kêm 16 jin di girtîgehên cuda yên Îranê de hatine darvekirin û 3 ji wan bi tohmetên madên hişber û 11 kes bi tohmeta kuştina bi zanebûn ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi îdamê hatine cezakirin.

Herwiha çalakvaneka kurd a bi navê Nesîm Nemazî ji aliyê taya sê ya Dadgeha Şoreş a Urmiyê ve bi tohmeta sîxorî ji bo dewleta Îsraîlê kiriye bi îdamê hat cezakirin.

Li gor rapora ku ji aliyê Navenda Amar û Belgeyên Saziya Mafê Mirovan a Hengawê vehatiye amadekirin ji destpêka sala 2023’yan ve 104 jin hatine kuştin. Di wê heyamê de 16 jin hatine darvekirin.

Ji 104 jinan ji sedî 32 (34 jin) kuştina jinan bi hinceta namûsê pêj hatiye. Ev jin ji aliyê endamên malbata xwe ve hatine kuştin. 19 bûyerên kuştinê li Tahranê, 14 bûyerên kuştinê li Ûrmiyê (9 ji wan bi hinceta namûsê) 8 bûyerên kuştinê li Kirmaşanê, 7 bûyer jî li bajarên Fars û Kerecê pêk hatin.  Ji van kuştinan ji sedî 47 jin ji aliyê kesên ku bi wan re zewicandibûne hatine kuştin.

Herwiha ji despêka salê ve herî kêm 308 çalakvanên jin li Îranê hatine girtin. Rejîma Îranê  bi giştî cezayê dervekirin, girtîgeh û qamçiyan daye 128 çalakvanên jin. Ji 128 jinên çalakvanên jinan ên ku bi girtîgehê hatine sizadan, 21 jinên çalakvanên behayî û 19 jî çalakvanên jin ên kurd in.

Fatime Mêhrî, Leyla Mensûr, Nataşar Xizirî Cewadî, Mojgan Îlanlû, Fernaz Hesenzade, Mîna Yeiqûbî, Periya Kerîm Ednanî û Lalê Wehabî tevî girtîgehê bi lêdana qamçiyan hatine cezakirin. Di nav wan de sizaya Lalê Wehabî pêk anîne.