Di 27’ê mijdarê de li Dîlokê di encama serdegirtinên malan de 3 jê zarok bi giştî 9 kes hatibûn binçavkirin. Binçavkirî, piştî îfadeya li midûriyeta emniyetê sewqî edliyeyê hatin kirin.
9 kesên li dozgeriyê îfadeyên wan hatin girtin, bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayan a Sulhê hatin kirin. Zarokên bi navên N.D. û M.A.S. û welatiyên bi navên Mûstafa Yaşodun, Abdurrahman Elmas û Mehmet Demîr bi îdiaya “Alîkarî dane rêxistinê” hatin girtin.