4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hevserokatî wek nan û av pêwîst e

Gulistan Sonuk got ku ew ê dev ji destkeftiyên xwe bernedin û wiha axivî: “Em ê destkeftiyên xwe mayînde û jiyanî bikin. Modela hevserokatî ji bo civakê wekî nan û av pêwîst e û girîng e.”

Ji dîrokê heta niha hem di siyaseta giştî hem jî di rêveberiyên heremî de mêr û hişmendiya mêrperest serwer bûye. Lê bi têkoşîna Tevgera Azadiyê û jinan ew nêrîna mêrperest a di siyasetê de heta astekî hatiye şikandin. Di şikandina vê pergala bêedaletî û newekheviyê de rola rêveberiyên heremî û hevserokatiyê xwedî cihek girîng e.

Em der barê rola rêveberiyên herêmî yên di têkoşîna wekheviya civakê û bandora wê ya li ser hişmediya mêrperest bi aktîvîsta Tevgera Jinên Azad û hevşaredara Kaniya Henê ya ku qayûm li cihê wê hat tayînkirin Gulistan Sonuk re axivîn.

Aktivîsta TJA’yê Gulistan Sonuk di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku ew wek jinên kurd di têkoşîna xwe de ji hemû cerebeyên rêxistin û tevgerên jinan ên cîhanê feyz digirin û ev tişt anî ziman:“ Li hemû deverên cîhanê li dijî jinan hişmediyek hatiye avakirin. Ev hişmendî ji aliyê dewletên mêrperest ve tên bihêzkirin. Bi piştgiriya dewletan ev hişmedî xwe belavtir dike. Dixwazin nêrîn û vîna jinan ji holê rakin. Jinan ji xwe re wek xetere dibînin. Hemû xebatên vê hişmedniyê li ser esasê têkbirina vîna jinan tên birêvebirin. Ev hişmendiya li dijî jinan xwe li hemû cihanê birêxistin kiriye. Li dijî vê hişmendiyê jî têkoşînek ku hebe divê gerdûnî be. Ev têkoşîn çiqas karibe xwe gerdûnî bike dê karibe ew qas encamên mezin bigire.”

Destkeftiyên Rêya Sêyemîn

Sonuk di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Em wek jinên kurd di têkoşîna xwe de ji hemû tecrûbeyên jinan sûd werdigirin û ne wek femînistan mêran ji nedîtî ve tên ne jî wek sosyalîzma reel jinan di nav giştî de dibînin. Em rexistina xwe ya xweser li ser bi destxistina jinan mezin dikin. Di heman demê de guhertin û veguhertina hişmendiya mêrane jî esas digirin. Me bi awayekî ji encama vê yekê girtiye. Destkeftiyên me yên civakî û siyasî yên ku me bi Rêya Sêyemîn bi dest xist jî mînakê vê yekê ne. Em ê bi Rêya Sêyemîn têkoşîna xwe bidomînin. Ji bo me Rêya Sêyemîn tê wateya ‘yekitiya rengîniyê ye’. Rêya sêyemîn rêya gerdûnîbûnê ye.”

Girîngiya şaredariyên azad

Gulistan Sonuk di bal kişand ser bandora siyasetê ya ku li civakê dibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ “Biyar û kiryarên ku bi rêya siyasetê tên kirin teşe didin civakê. Wek ku me li jor jî anî ziman siyaset bi hişmendiya mêrperest û nijadperst tê birêvebirin. Cihê ku siyaseta zayendperest lê hebe tundiya li ser jinan zêde dibe. Cihê ku lê siyaseta nijadperest hebe li wê derê jî nîjadperestî û faşîzm bilind dibe.”

Sonuk da zanîn ku ji bo guherînê divê jin mafê biryargirtin û rêvebirinê bi dest bixin û wiha pêde çû: “Bi maf û hêza biryargirtin û rêvebirinê ya ku em bi dest bixin em ê karibin tundiya ku li me tê kirin jî ji holê rabikin. Bi rêvebirinê em ê karibin hişmendiya mêrperest têk bibin. Jixwe mînakên vê yekê li Kurdistanê tên jiyîn. Mînak bi cihgirtina jinan a di rêveberiyên heremî de tundiya li ser jinan bi awayeke aşkera kêm bû. Di şaredariyan de rêveberên jin di şexsê jinan de xizmeta civakê kirin. Bi vê boneyê gelek saziyên jinan hatin avakirin. Bi van saziyan  jinan zanibû ku li dijî tundî û newekheviyê  bêalternatîf nînin. Vê yekê jî tundiya li ser jinan û tundiya li ser astengdaran û hwd. kêm kir. Ji ber vê guherîna erênî divê jin di hemû qadên siyasetê de cih bigirin. Bi taybetî jî divê di rêveberiyên heremî  de cih bigirin.”

Rêveberiyên heremî jiyanî ne

Aktivîsta TJA’yê Gulistan Sonuk  di dawiya axaftina de got ku pergal dixwaze destkeftiyên jinan têk bibe û bal kişand ser tayînkirina qayûman û ev tişt got: “ Tayînkirina qayûman êrîşkirina li vîna jinan e. Hişmendiya mêrdewletê herî zêde dikare xwe bi rêya rêveberiyên herêmî xurt û mayînde bike. Di heman demê de ji bo me jinan jî girîngiya rêveberiyên heremî jiyanî ye. Ji ber ku hemû pirsgirêkên civakî bingeha xwe ji rêveberiyên herêmî digirin. Teşe dayîna civakê ji vir dest pê dike. Pergal dixwaze bi vê rêyê civakê pûç bike. Em ji dixwazin civaka demokratîk ekolojîk û azadîxwaziya jinan ava bikin. Bi salane ji bo vê yekê têkoşîn tê dayîn û di vê rê de  gelek destkeftiyên me hene. Di civakê de guhertinek pêk hat. Ev jî ji bo desthilatdar xetereyek bû. Ji ber vê yekê jî dema tayînkirina qayûman yekemîn saziyên jinan hatin hedef girtin, modela me ya hevserokatiye hat krîmînalizekirin. Hevserokên me hatin binçavkirin û girtin. Ev êrîş di esasê xwe de êrîşên li vîna jinan bûn. 2016’an da ev pêk anîn lê me dîsa paş ve gav neavêt û 2019’an de me careke din bi biryareke xurt li hemû şaredariyan de modela xwe da rûniştandin. Li pêşiya me hilbijartinek heye em ê dîsa jî dest ji destkeftiyên xwe bernadin. Em ê destkeftiyên xwe mayînde û jiyanî bikin. Ji ber ku pêdiviya civakê wek nan û av bi modela hevserokatiyê heye.”