17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Artêşa Iraqê dîsa hewl dide Mexmûrê dorpêç bike

Lşkerên Iraqê vê sibehê carek din li derdora Wargeha Mexmûrê ketin nava liv û tevgerê, leşker hewil didin di aliyê semta Şehîd Robar de li derdora bîrên ku ava wargehê jê tên, dorpêç bikin.

Berxwedana xelkê wargeha Mexmûrê ya dijî hewldanên dorpêçkirinê di roja 6’an de dewam dike. Iraq di têlkirina derdora wargehê de bi israre.

Ji 20’ê Gulanê ve Artêşa Iraqê hewl dide derdora wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) bi têlan dorpêç bike, ji bo vê jî 6 rojin bi çek, bendên dorpêçê û sedan leşker ve vê hewldana xwe didomîne.

Berxwedana xelkê wargeha penaberan ya Mexmûrê a dijî dorpêçê jî bê navber dewam dike. Iraq heya niha jî bi israre ku derdora wargehê têl bike, tevî gelek hevdîtinan jî heya niha ti bersivek erênî nehatiye dayîn.

Berxwedana penaberan ya dijî dorpêçê bi şev û roj berdewame. Jin û zarokên wargehê jî li binê konê berxwedanê bi gotina sitranan berxwedana xwe berdewam dikin.

Artêşa Iraqê dîsa hewl dide dorpêç bike

Ji aliyekî din ve li gorî agahiyên ji herêmê eşkerên Iraqê vê sibehê carek din li derdora Wargeha Mexmûrê ketin nava liv û tevgerê.

Li gor agahiyan leşkerên Iraqê hewil didin di aliyê semta Şehîd Robar de li derdora bîrên ku ava wargehê jê tên, dorpêç bikin.