spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Armanca lûtkeya Cedayê, çareserî bû an serwerî?

Di lûtkeya Ereban a 32′yan de gelek dozên erebî û herêmî hatin nîqaşkirin û krîza Sûriyeyê cihekî fireh û girîng girt. piştî 12 salan Beşar Esed tev li lûtkeyê bû. Gelo ev çareseriyeke bo krîza Sûriyeyê yan hewldana Ereban a ji bo serweriyê ye?

Di çarçoveya israra dewletên Ereban a bi serkêşiya Erebistana Siûdî ya vegerandina Şamê li civata Ereban de, hikumta Şamê beşdarî civîna Lûtkeya Ereban bû. Ew jî rêveçûna ′gav li hember gavê′ ye da ku Sûriye zêdetir nekeve hembêza Îran û Tirkiyeyê. Her wiha DYA û dewletên rojavayî ji vê nêzbûnê aciz nebin. Riyadê rêveçûna nêzîkbûna Sûriyeyê bi dewletên Ereban re ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê, girê da ‘pêvajoyeke gav bi gav’.

Di çarçoveya veguhartina herêmî ya lez û pêşdeçûna serweriya Rûsya, Çîn û Îranê de, Şamê li Komkara Erebî vegerî. Hin pisporan got ew hewldana Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ye û bi rêya livandina dewletên Kendavê ber bi Şamê ve pêk hat, ji bo derfetê nede Moskovê. Ji ber ku bi navbeynkariya Moskova û Îranê, Rûsya hewl dide nêzîkbûnekê di navbera dewleta tirk û hikumeta Şamê de pêk bîne.

Der barê mijarê de lêkolînerê kar û bare Sûriyeyê Ehmed El Dirzî wiha axivî: “Sûriye li Komkara Erebî hate vegerandin û sedemeke wê tune ye. Ji ber mijara Sûriyeyê li hemû dewletên herêmê bar e û berdewama wê bi vî awayî dê gelek zextan çêke, bi taybet dewleta tirk, Lubnan û Urdin. Her wiha zexta aborî ya li ser sûriyeyiyan dê bi xwe re bêîstîqrariyê çêke. Ew jî ji ber belavbûna hişbirê û çekan e.”

El Dirzî diyar kir ku mijareke din jî heye, ew jî hêzên herêmî yên aktîf in û gihaştin nêrîneke nû ku rewşa ji şerê tund veguhere şerekî nerm. El Dirzî destnîşan kir ku ger ne paşvekişîna DYA’yê ya berdewam bûya, ev yek pêk nedihat. Ji ber ku hêzên nû ku piranî xwe ji hêzên Asyayê ne û têkiliya wan bi şerê Sûriyeyê re heye, bi taybet Çîn, Rûsya, Îran û dewleta tirk, Erebistana Siûdî ji vê çarçoveyê dernediket. Ji ber ku Siûdî di vê dawiyê de ber bi hêzên Asyayê yên aktîf ve çû û bi navbeynkariya Çînê nêzî Îranê bû, ew jî çalak bû.

Lêkolîner Ehmed El Dirzî wiha domand: “Tevî ku Amerîka lîstikvanê yekane yê li Rojhilata Navîn e, ev yek pêk tê. Ew di vegerandina Sûriyeyê li Komkara Erebî bi diyarkirina şertên ji bo vegerê, dixwaze yekalî be.”

El Dirzî wiha pê de çû: “Bi qasî mijar girêdayî xwendina rewşên hundirîn, herêmî û navneteweyî ye, ne girêdayî xwestekan e. Gelek pirsgirêk hene ku ne pêkan e wiha bimînin; mîna mijara penaber, koçber û windahiyan û ji vê girîngtir jî rewşa aborî ye ku dibe ku dewleta Sûriyeyê hilweşîne. Ev mijar ne pêkan e werin derengxistin û divê li çareserî û îstîqrarê bigerin. Ev jî bêyî çareseriya siyasî ne pêkan e.”

Têkildarî bandora Ereban a çareseriya siyasî li Sûriyeyê, El Dirzî wiha axivî: “Bloka Ereban a bi serkêşiya Erebistana Siûdî dibe ku hevsengiyekê çêke û dewleta tirk ber bi başûr ve bibe. Ji ber ku ji bo derketina dewleta tirk ji krîza xwe ya aborî, pêdiviya wê bi sûkên Kendavê heye.”

El Dirzî her wiha got: “Dibe ku Siûdî bibe parçeyekî rêveçûna Astanayê û bibe ya 5′an. Sûriye jî bibe qada hêzên herêmê. Lê belê ew bi dûr naxe ku dê normalîzekirina Sûriye-Tirkyeyê pêk bê. Ji ber ku ji bilî Sûriyeyê tu rola dewleta tirk li herêma Ereban tune ye û bêyî lihevkirina Sûriyeyê bi Tirkiyeyê re îstîqrara li Sûriyeyê ne pêkan e. Ji bilî dirêjahiya sînorê her du welatan û çemên Firat û Dîcleyê, divê em ji bîr nekin ku nêzî 9 milyon sûriyeyî li Tirkiyeyê hene yan jî li herêmên bakurê Sûriyeyê ne ku dewleta Ttirk dagir kirine.”

Lêkolînerê kar û barê Sûriyeyê Ehmed El Dirzî wiha dawî li gotina xwe anî: “Wezîrê karên derve yê Sûriyeyê Feysel Mîqdad anîbû ziman ku Şamê biryara 2254′an qebûl kir. Ev tê wateya ku em li pêşberî gavên çareseriya siyasî ya Sûriyeyê ne lê nîşaneyên vê heta niha ne diyar in. Ev jî dê çend salan dewam bike heta temam dibe.”