Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) bi şahiyekê spasnameyên şagirtên xwe dan. Di bernameyê de xwendekarên ku astên xwe qedandibûn ji aliyê mamosteyan ve spasnameyên xwe wergirtin. Di bername de govend hat gerandin û stran hatin gotin. Şagirtên ku spasnameyên xwe wergirtin ev yek gelek bi keyfxweşî pêşwazî kir. Namzetên Partiya Çepên Kesk ên Amedê Sorgul Aytek, Azad Bariş û Mehmet Emîn Aktar, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Amedê, Enstituya Kurdî ya Amedê, Odeya Bijîşkan a Amedê û gelek welatî amade bûn.
‘Em bi israr dest ji zimanê xwe bernadin’
Di destpêkê de rêveberê MED-DER’ê Rifat Ronî diyar kir ku komar sed sal in hatiye avakirin û tu carî rê nedaye zimanê kurdî û ev tişt anî ziman: “Komara tirk ev sed sal in li vî welatî hatiye avakirin hê jî li vî welatî perwerdehiya bi zimanê kurdî nehatiye dayîn. Car carinan digotin em birayê hev in û digotin kurdî zimanê şaristaniyê ye û car carinan jî digotin kurdî ne zimanê şaristaniyê ye. Lê gelê kurd tim û tim bi israr dest ji zimanê xwe berneda.”
‘Em bi zimanê xwe binivîsin, biaxivin û bixînin’
Di dawiyê de hevseroka MED-DER’ê Şukran Yakûtê bal kişand ser rewşa zimanê kurdî û got bila zimanê me bibe zimanekî fermî û wiha got: “Di taxan de li malê li her deveran divê ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û em herdem li zimanê dayika xwe xwedî derbikevin. Divê ku em bi zimanê xwe bixwînin, binivîsin û biaxivin. Heta niha çi ji destê me hatiye me kiriye û em ê ji niha pê ve jî bikin.”