5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Artêşa Îsraîlê avê berdide nava tunelên Hemasê

Artêşa Îsraîlê dest bi berdana avê ya nava tunelên Hamasê yên li Şerîda Xezayê kir. Her wiha daxuyaniyên serokê Amerîkayê Joe Biden nakokiya bi serwezîrê Israîlê re derdixe holê

Li gorî nûçeya Wall Street Joûrnal artêşa Îsraîlê ava deryayê berdide nava tunelên Hamasê yên li Xezayê. Li gorî nûçeyê, operasyonê meha derbasbûyî destpê kir û dibe ku bi hefteyan dewam bike. ABC jî nûçeyek weşand ku vê agahiyê piştrast dike û ragihand ku Îsraîl ji bo bibîne bê ev stratejiya wê çiqasî bi bandor e, niha di asteke sînorkirî de dike. Pisporên hawirdorê hişyarî da ku biryareke bi vî rengî wê ji bo dema dirêj bandorê li peydakirina ava vexwarinê ya xelkê Şerîda Xezeyê bike.

Nakokiya bi Netenyahu re

Li aliyê din Serokê Emerîkayê Joe Bîden bi rengekî ne asayî hikumeta Îsraîlê rexne kir ku li ber ‘çareseriya du dewletan’ radibe û hişyarî da ku ji ber ku Xeze bê ser û ber tê bombekirin, piştgiriya navneteweyî têk diçe.

Serokê DYE’yê got; “Bêguman divê Hamas ji holê bê rakirin” û têkildarî Benyamîn Netanyahû jî got, “Ew dostekî baş e, lê belê neçar e ku biguehre.” Ev nîşan dide ku dibe nakokî di navbera Netenyahu û Biden de hebin.