28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Artêşa Nîjerê darbe kir û serokkomar Bazûm binçav kir

Li Nîjerê, artêşê li dijî rêveberiya welat darbe kir û Serokkomar Mûhammed Bazûm ji desthilatdariyê xistin û ew binçav kirin.

Li Afrîkayê piştî Malî û Bûrkîna Faso li Nîjerê jî artêşa welat darbe pêk anî. Nîjer bû welatê sêyemîn ku li herêma Sahelê darbe lê hate kirin. Leşkerên Nîjerê di şeva çarşem-pêncşemê de li qenala televîzyonê ya neteweyî ragihandin ku wan serokkomar Mûhammed Bazûm ji desthilatdariyê xistine.

Serdar Amadû Abdraman, di weşana televîzyonê de der barê mijarê de ev tişt got, “Em, Hêzên Ewlekarî û Parastinê û Konseya Neteweyî ya Parastina Welêt bûn yek û me biryar dan ku rejîma hûn pê zanin bi dawî bikin.” Her wiha Amadû Abdraman, angaşt kir ku ji ber nebaşbûna rewşa ewlekariyê, aboriya lawaz û rêveberiya civakî wan biryareke bi vî rengî daye.

Amerîka û Fransa li dijî darbeyê derketin

Di vê navberê de Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres diyar kir ku ew bi Serokkomar Bazûm re axiviye û piştgiriya xwe jê re ragihandiye.

Qesra Spî jî xwest Bazûm bê berdan. Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blînken jî diyar kir ku dewama alîkariya Amerîkayê ji bo Nîjerê bi şertê dewamkirina demokrasiyê ve girêdayiye.

Wezîra Karên Derve ya Fransayê Catherîne Colonna jî bi daxuyaniyekê hewldana darbeyê şermezar kir.

Çar darbe pêk hatine

Dîroka Nîjerê bi darbeyan dagirtî ye. Nîjer ku koloniyeke berê ya Fransayê ye piştî ku sala 1960’î serbixwe bû, çar caran darbe lê çêbû. Ya destpêkê di sala 1974’an, a dawî jî di sibata 2010’an de hate kirin. Her wiha gelek caran hewldana darbeyê jî hatine kirin.

Herêma Sahelê ji sala 2020’an ve bi êrîşên DAÎŞ û El Qaîdeyê di rojevê de ye.