8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Eşqa qansêrê

Di salên dawî de bi pêşketina teknolojiyê re kar û barên mirovan gelek hêsan bû. Karê ragihandinê, karê agahdarkirinê gelek hêsan bûye. Leza kar, xwegihandina agahiyan gelek hêsan bûye. Bi taybetî bi pêşketina înternetê mirovên ku bixwazin lêkolîn bikin û agahiyên der barê mijarekê de bi dest bixin dikarin di kêliyê de xwe biginînin gelek çavkaniyên cuda. Çi nivîskî, dîtbarî (vîdeo û wêne) û çi bi rêya deng her kes di heman kêliyê de dikare xwe bigîne berhem û çavkaniyên cuda. Dikare ji çar aliyê cîhanê û der barê her tiştî de bi qasî têra wê/wî bike, bibe xwedî agahî û zanîn. Karê ku di salekê de dihat kirin di mehekê de tê kirin. Karê di rojekê de dihat kirin, di 1-2 saetan de tê kirin. Mirovên ku berê dixwestin xwe li ser mijarekê bikin pispor gelek zor û zahmetî dikişandin. Hem dem têr nedikir hem jî çavkaniyên ku dixwestin bigihîjin wan, bi lez bi dest nedixistin. Lê îro di aliyê dem û wext de derfet zêdetir in. Di vê dema ku bi pêşketina teknolojiyê hatiye valakirin de mirov di kîjan mijarê de bixwaze dikare xwe bike pispor. Dikare xwe gelek zane bike.

Lê mixabin dema em li liv û tevgera mirovan dinêrin, li şûna ku sûdê ji teknolojî û înternetê bigirin, bêtir dikevin xizmeta teknolojî û înternetê. Li şûna ku teknîk û înternetê têxin xizmet û kontrola xwe, em dibînin ku teknîk û teknolojiyê em xistine kontrola xwe û hemû vîn û kontrol ji destê me derxistiye. Kindir û werîs li stuyê me gerandiye. Mirovên ku qaşo ji xwe re dibêjin em şareza, zana, serwext û jîr in, em bala xwe didinê, li pey teknîkê bi erdê re kaş dibin.

Îro mamosteyên zarokan ên herî baş dayik û bav in. Mamoste civaka ku zarok têde mezin dibin e. Ji ber ku zarok li gorî terbiyekirin û perwerdekirina dayik û bav mezin dibe û zane dibe. Ji ber ku zarok li gorî çavdêriya civakê mezin û zane dibe. Mirov herî zêde dema zarok be, fêr dibe. Zarok hem zû fêr dibin û hem gelek tiştan fêr dibin. Ji ber ku meraqa wan zêde ye yan her tiştî dipirsin an jî dest û devê xwe davêjin her tiştî. Dipelînin, tam dikin, dipirsin û fêr dibin. Bi dîtin, bihîstin, tamkirin, deng û destdayinê fêr dibin.  Dema ku hemû lebatên fêrkirinê dibin yek, wê demê ew agahî temam dibe. Biwate dibe. Mayînde dibe.  Zarok li çi guhdar bikin, çi temaşe bikin, çi têxin destê xwe li gorî wan alav û amûran fêr dibin.

Civaka îro polîtîk bûye. Zane bûye. Di ferqa gelek tiştên xerab û qenc de ne. Rastî û şaşî, xerabî û qenciyê baş ji hev nas dike. Heram û helal, xêr û guneh, xweşik û nexweşik, paqij û qirêjiyê baş ji hev nas dike. Dikare van xalan yek bi yek bi zarokên xwe bide famkirin û zarokan li gorî civakek demokratîk, şareza, polîtîk û aştiyê diparêze perwerde bike û amade bike.

Lê îro ne dayik û bav, ne jî civak, zarokan (pêşeroja ziman, çand û sincê civakê) perwerde dikin. Dayik û bav li şûna zarokên xwe li gorî dilê xwe perwerde bikin, zarokên xwe ji ser serê xwe dûr dixin. Wan diavêjin hembêza qansêra teknolojiyê.

Dayik û bav ji bo bi zarokên xwe re mijûl nebin, ji bo kedê nedin, li giriyên wan guhdar nekin û zarok li derve xwe qirêj nekin;  bi destê xwe zarokên xwe davêjin hembêza qansêrê/pençeşêrê. Ew teknîk û teknolojiya ku bi hiş, lîstok û kemînên pergala kapîtalîzmê hatine tijîkirin, zarokan ji hemû sinc û çanda civakê dûr dixin. Zarokan fêrî çandek qirêj û bêsinc dikin. Zarokan li dijî terbiyeya malbatê û civakê mezin dikin. Hemû hiş û aqilê zarokan bi çanda zupettî, tundiyê tijî dikin. Wan fêrî çanda biyanî dikin. Ziman, çand, hezkirinê ji wan didizin. Zarokan bê ruh û kok dihêlin. Li şûna zarok fêrî ziman, çand, dîrok û nasnameya xwe bibin, zarok fêrî dizî, tundî, bêsincî, çêr, tiryak û hemû tiştên li dijî çanda civakê dibin. Ev bi xwe re qansera/pençeşêra civakî pêş dixe. Lê dayik û bav vê yekê temaşe dikin û dengê xwe nakin.

Îro li her malê herî kêm 2-3 telefonên biaqil hene. Dayik, bav, xwişk û bira her yek xwedî telefonek in. Dema mirov diçe kîjan malbatê di destê zarokan de telefon hene. Zarok ji youtube û tik-tokê wêne û dimenên tundî, dizî, lêdan, tiryak û dîmenên li dijî sincê civakê temaşe dikin. Ferî çanda xerab dibin.

Dayik û bav vê rewşê temaşe dikin. Lê pir dilêş e ku talûke û kujeriya vê nexweşiyê nabînin. Ji ber ku pençeşêrek ne biyolojîk e û êşa wê ya fîzîkî tune ye.  Pençeşêrek çandî û sincî ye. Hest, helwest û hizra civakê pûç dike.

Çend roj berê li gundê me Hêşerî zarokekî 7-8 salî di serê wî de nexweşiyek derket. Bavê wî û malbata wî ew ji Mêrdîn şandin Enqereyê. Ji bo zarokê xwe tedawî bikin ji Mêrdînê berê xwe dan Enqereyê. Ketin nava lêgerîna çareseriyê. Dawiya dawî li nexweşxaneyekê doktorekî baş dîtin. Doktor ji bo emeliyatê 250 hezar pere ji wan xwest. Her çend ev pere ji bo malbatê pereyekî pir zêde bû jî malbatê ji bo tenduristiya zarok her tişt dan ber çavên xwe. Malbat ji bo kurê xwe ji nexweşiyê xelas bikin ev pere qebûl kirin û biryara emeliyatê dan. Em ji malbatê re şifaya xêrê dixwazin.

Li vir em dibînin ku dema nexweşî bîyolojîk be bi doktor û emeliyatan nexweşî tê dermankirin. Lê dema nexweşî qansêra teknolojîk be û dayik û bav li dijî wê tu tiştî nekin, ev nexweşî nayê dermankirin.   Hem nayê dermankirin û hem jî zarokan dikin saxê mirî. Bedena wan sax e. Lê hişê wan mirî ye. Xizmeta tiştê xerab û taluke dike. Ji ber vê yekê divê êdî dayik û bav tenê temaşe nekin. Bibînin û li dijî vê nexweşiyê bi lez û bez zend û bendên xwe babidin.

Em vê pençeşêrê nekujin ew dê pêşeroja me hemû civakê bikuje.