12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rûsya bi 49 dewletên Afrîkayê re dicive

Lûtkeya Rûsya-Afrîkayê bi beşdariya 49 dewletên Afrîkayê li bajarê Petersburg ê Rûsyayê tê lidarxistin. Armanc ji lûtkeyê xurtkirina serweriya Rûsya ya li Afrîkayê ye

Lûtkeya Rûsya-Afrîkayê di çarçoveya xutkirina têkiliyên stratejîk ên Rûsya-dewletên Afrîkayê de tê lidarxistin. Moskova jî hewl dide serweriya xwe li parzemîna Afrîkayê ku ji bo gelek dewletên mîna Amerîka, Fransa, Çîn û Brîtanyayê girîng e, xurt bike.

Lûtke du rojan dewam dike. Di serî de serokkomarê Misirê Ebdulfetah Sîsî û serokê Afrîka Başûr Cyril Ramaphosa, hejmarek rêveberên dewletên Afrîkayê beşdar dibin.

Alîkarê serokê Rûsyayê yê kar û barên navneteweyî Yuri Ushakov da zanîn ku ji 54 dewletan, 49 dewletên Afrîkayê, 17 serokên dewletan, serokên Komîseriya Yekîtiya Afrîkayê û Banka Afrîkayê beşdar dibin.

Ev lûtke çend roj piştî vekişîna Rûsyayê ji peymana dexlûdanan a bi Ukraynayê re pêk tê, ku wê yekê dewletên Afrîkayê bi fikar kiribû. Her wiha çend hefte piştî şerê navbera koma Wagner û serokê Rûsyayê tê lidarxistin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku yekem civîna Rûsya-Afrîkayê 23-24`ê Cotmeha 2019`an li bajaêr Soçî yê Rûsyayê hatibû lidarxistin.