6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pira ku qeyûm li ber nadin 7 sal in nayê temamkirin

Li navçeya Cizîrê, pîra ku qeyûmê Cizîrê 3 caran ji bo wê îhale derxistiye û heta niha 104 milyon lire lê xerc kiriye hê jî temam nebûye.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, qeyûmê ku di sala 2016’an de tayînî Şaredariya Cizîrê hat kirin 2020 milyon deyn xist stuyê şaredariyê, qad û parkên aîdî şaredariyê firotin. Hevşaredarên HDP’î Mehmet Zirig û Berîvan Kûtlû ku di hilbijartina 31’ê Adara 2019’an de hatibûn hilbijartin, di 29’ê cotmeha 2019’an de ji peywirê hatin girtin û qeyûm tayinî şûna wan hat kirin.

Li navçeyê qeyûmên ku Wezareta Karên Navxweyî ji sala 2016’an ve tayin kirine, gelek karên ku dane destpêkirin di nîvî de hiştine. Qeyûm Faîk Arican ku di 11’ê îlona 2016’an de tayinî Şaredariya Cizîrê hat kirin, dest bi çêkirina pira kevirî ya 300 metrekareyî kir û angaşt kir ku dê di nava sal û nîvekê de temam bibe. Lê belê Şîrketa Egecanê û Şîrketa Pek-Erê 7 sal in pirê temam nekirine.

4 qeyûmên ku ji sala 2016’an ve tayinî şaredariyê hatine kirin, ji bo heman pirê 3 îhale derxistine û ew 2 caran jî revîze kirine. Di her îhaleyê de lêçûuna li pirê zêdetir bû. Heta niha 104 milyon û 50 hezar û 553 lîre li pirê hatiye xerckirin.

Diviya ku pir di 20’ê gulana 2023’yan de temam bûbûna, lê hê jî nehatiye temamkirin.