5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Artêşa tirk derdora Til Rifetê topbaran dike

Artêşa tirk ji doh êvarê de û heta îro serê sibehê derdora navçeya Til Rifet a herêma Şehbayê topbaran dike

Artêşa tirk ji duh ve êrîşên xwe yên ser herêma Şehbayê zêde kirine. Piştî ku duh ber êvarkî gelek gund û deverên herêmê hatin topbarankirin, îro jî derdora navçeya Til Rifetê ya herêma Şehbayê tê topbarankirin. Li gorî agahiyên malpera ANHA’yê  topbaran berdewam dike û balafirên keşfê jî li ser herêmê digerin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku dewleta tirk berê jî gelek caran herêma Şehbayê ji xwe re wekî hedef û armanc nîşan daye. Her wiha hêjayî gotinê ye ku xelkê ji Efrînê hatin koçberkirin li vê herêmê bicih bûne. Dewleta tirk bi behaneyên cuda gefan li vê herêmê dixwe û dixwaze wê deverê jî bixe bin kontrola xwe û ya komên çekdar ên girêdayî xwe.