17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Artêşa tirk herêma ‘qedexe’ ya Xîzanê bombebaran dike

Li navçeya Xîzanê herêma ku wek “Herêma Ewlehiyê ya Teybet” hatiye ragihandin ji aliyê artêşa tirk ve tê bombebarankirin.

Di 2’ê tîrmehê de li gundên Hûzeran, Akûnis, Govan, Lanîlan, Kekulan, Sûreh, Pertawan, Kuran û Mezra Pisyan ên navçeya Xîzana Bedlîsê qedexeya derketina derve hatibû ragihandin û operasyona leşkeri hatibû destpêkirin. Operasyon di 6’ê tîrmehê de bi dawî bûbû û herêma ku gundên Xûlepûr û Kekulan jî di nav de ne ji bo 15 rojan weke “Herêma Ewlehiyê ya Taybet” hatibû ragihandin.

Li gundê Xûlepurê, 2 gundiyên cotkar ku ji bo avdaniya zeviyên xwe ji malê derketibûn, hatibûn binçavkirin. Li gorî nûçeya ku Ajansa Mezopotamyayê (MA) daye, cendirmeyan piştî îfadeyên wan girtine îro serê sibehê her cotkaran berdaye.

Li gorî agahiyên ku MA’yê ji çavkaniyên ji herêmê bi dest xistiye, herêm ji hêla helîkopteran ve gelek caran tê bombebarankirin. Her wiha hişyariyên “çûna zeviyan qedexe ye” jî li herê têne dayîn.