2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

TJA li Amedê komxebata Lozanê li dar dixe

TJA bi minasebeta salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê li Amedê komxebatek li dar dixe. Çaglar Demîrel, diyar kir ku ew ê yekitiya gelan û jinan biparêzin û bi hev re biryarê bidin.

Tevgera Jinên Azad (TJA) der barê salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê de li oteleke Amedê bi sernavê, “Jin salvegera 100’emîn a Lozanê nîqaş dikin” komxebatek li dar dixe. Hem ji bajêr û hem jî ji derveyî bajarê gelek jin tev li komxebatê bûn. Aktîvîsta TJA’yê Çaglar Demîrel axaftina destpêkê ya komxebatê kir.

Demîrel, diyar kir ku li Lozanê çi biryar hatine girtin sed sal in tên pêkanîn û wiha got: “Di vê sedsalê de li Lozanê li ser kurd, elewî, asûrî, ermenî, êzidî û hemû gelan çi biryar hatin girtin, em ê biaxivin. Ev nîqaş her tim ji aliyê mêran ve dihatin kirin. Li Lozanê jin û gel bi zîhniyeta mêr çawa hatin tunekirin? Çawa hatin asîmîlekirin, em ê bi hev re nîqaş bikin. Em ê rojekê bi van niqaşan derbas bikin.”

Ragihandina yekitiyê

Di berdewamê de Demîrel, destnîşan kir ku li Lozanê ziman û çand hatin hatin qedexekirin û wiha axivî: “Çi hat serê jinan, çand û zimanan? Em weke jinên li Mezopotamyayê li gel kedeke mezin a hatiye dayîn, êşeke mezin dibînin. Lê divê ji îro û şûnde em ê çi bikin li ser vê nîqaş bikin. Jinan ev zilm û qetlîam qebûl nekir û wê qebûl nekin jî. Em ê yekitiya gelan û jinan biparêzin. Em ê bi hev re biryaran bidin. Weke TJA’yê em ê îro bi hev re yekitiya xwe ragihînin. Em ê têkoşîneke mezin bidin.”

Komxebat piştî axaftina destpêkê ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.

Tê payîn ku komxebat heta saet di 17.00’an bidome.