spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di 7 mehan de hezar kes li Îranê hatine girtin

Li Îranê, ji serêsalê heta niha ji qadên cuda hezar aktîvîst hatine girtin.

Zext û zordariya rejîma Îranê di asta herî jor de didome. Di vê çarçoveyê de pêla girtin, darvekirin û birîna cezayan ku sala borî piştî kuştina Jîna Emînî dest pê kiribû berdewam dike. Piştî kuştina Jîna Emînî li Rojhilat û Îranê serhildana “Jin Jiyan Azadî” dest pê kiribû û bi sed hezaran kes tev li vê serhildanê bûbûn.

Rejîma Îranê ji bo pêşî li vê serhildanê bigire ji meha îlonê ya sala borî ve zextek mezin li gelên herêmê dike. Di encama van zextan de ji serê salê ve ji gelek qadan herî kêm hezar aktîvîst ji aliyê reîma Îranê ve hatine girtin. Ji van aktîvîstan 513’ê jê kurd in û yên mayî jî belûc in.