13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hevserokê DFG’ê Altan: Me rûmeta rojnamegeriyê parast

Hevserokê DFG'ê ku hate tehliyekirin destnîşan kir ku bi operasyonan dixwazin Çapemenya Azad bêdeng bikin û wiha got: "Di dema darizandinê de me rûmeta rojnamegeriyê parast. Me hem îdia hem jî jî helwestên wan vala derxistin."

Di çarçoveya operasyoneneke li Amedê de 13 meh berê 15 rojnameger hatibûn binçavkirin û piştre jî biryara girtina wan hate dayîn. Rojnameger di danişîna yekem a di 11 û 12’ê tîrmehê de hatin tehliyekirin. Hevserokê Komeleye Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan û rojnameger Mazlûm Dogan Guler zextên li ser rojnamegeriyê nirxandin.

‘Armanc bêdengkirina rojnamegeran bû’

Altan diyar kir ku operasyona li dijî rojnamegeriyê hatiye lidarxistin bi helwesta bêbandorkirina rojnamegeriyê û veşartina rastiyan e. Altan, da zanîn ku ev pêvajo ji hêla azadiya rojnamegeriyê ve şermezarî ye û wiha got: “Me tim anî ziman ku armanca vê operasyonê bêdengkirina rojnamegeran e.”

Bi domdarî Altan destnîşan kir ku armanca van operasyonan, di demeke kurt de derket holê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev pêvajo ji me re wek ezmûnekê derbas bû. Armanc bêdengkirina rojnamegeriyê bû û ez bawerim em jî, ji vê ezmûnê baş derketin. Ji ber ku em û hevalên me yên li derve qet bêdeng neman. Me gotibû ku dê pênûsa me li erdê nemîne, hevalên me yên li derve dê çi hewce be, ew ê pêk bînin. Bi rastî hem berteka cemaweriya girtî nîşan daye hem jî berteka hêla rojnamegeran, ev operasyon vala derxist. Helbet dê tola xwe bistandibûna, ji ber wê em heta demekî dirêj di bin çavan de hatin ragirtin.”

‘Me rûmeta rojnamegeriyê parast’

Di berdewamê de Altan destnîşan kir ku dozger îdianame di 0 mehan de amade kir û wan heta 10 mehan jî nedizanîn bê ka bi çi tên sûcdarkirin. Altan, anî ziman ku piştî îdianameyê wan dîtiye ku naveroka îdianameyê vala ye û bi helwesteke darizandina rojnamegeriyê hatiye amadekirin. Altan, wiha pê de çû: “Îdianameyeke vala hatibû amadekirin. Piştî ku em 13 meh şûnde derketin pêşberî dadger, em di pozîsyona parastina rojnamegeriyê de man. Ji ber ku ew bi helwestekî polîtîk nêzî me bûn, dê me jî bersiveke polîtîk dabûya. Me anî ziman ku rûmeta rojnamegeriyê tê darizandin û me jî rûmeta rojnamegeriyê parast. Bi vî awayî derket holê ku çapemeniya azad di pozîsyoneke çiqas girîng e de ye. Rojnamegerî nayê darizandin û bindestkirin. AKP xwest ku rojnamegeriyê biçewisîne û rûmeta wê bixe bin piyan, lê belê ya ku hewcehî pê heye rojnamgerî û medyaya azad e. Em ê tim bibin parastvanê vê yekê bin. Çawa ku em heya niha bêdeng neman, em ê ji îro şûnde jî bêdeng nemînin.”

Dixwazin di girtîgehê de îradeyê teslîm bigirin’

Altan, bal kişand ser şer û mercên girtîgehê û wiha derbirî: “Girtîgeh wek cihên ‘teslîmgirtina îradeyê’ tên amadekirin. Di 40 salên derbasbûyî de pergal negûheriye. Ev der weke cihê teslîmgirtina îradeyê hatine amadekirin. Hemû rêbazên wê li ser vê yekê ne. Bi tiştên biçûk dest pê dikin lê belê armanca mezin teslîmgirtina îradeyê ye. Li dijî vê yekê di girtîgehan de têkoşîneke bihêz heye. Bi vê têkoşînê ev daxwaza îrade teslîm girtinê vala derdikeve.”

Hewcehî bi piştgiriyê heye’

Altan anî ziman ku divê binpêkirinên li girtîgen tên meşandin zêdetir di rojevê de bimînin û wiha got: “Divê piştevaniya malbatên girtiyan bê xurtkirin. Ji ber ku di girtîgehê de têkoşîneke xurt heye divê li derva jî ji vê têkoşînê piştgiriyeke mezin derkeve holê. Divên çavê me li girtîgahan be û em guhê li girtîgehan negirin. Hewcehî bi piştgiriya hevalên li girtîgehê û bi malbatên wan re heye.”

Em ê cihê lê mabûn berdewam bikin’

Rojnameger Guler jî da zanîn ku wan nezaniye bê ka ew çima 8 rojan di bin çavan de hatine ragirtin û diyar kir ku bêhiqûqî li wan hatiye kirin. Guler, bi lêv kir ku heman bêhiqûqî di pêvajoya dozgerî û dadgeriyê de jî dom kiriye û axaftina xwe wiha qedand: “Em li benda berdanê bûn. Lê bi hincetên weke ‘destûra dozger, betlaneya edlî’ û hwd. ev pêvajo hate dirêjkirin. Em bi awayekî derhiqûqî 13 mehan di girtîgehê de man. Heke em nebûna jî dê hevalên me bi awayekî karê heyî bidomanda. Çapemeniya azad bêdeng nabe û dê bêdeng nebe. Em jî dê ji cihê ku lê mane, berdewam bikin.”