8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serokwezîrê Iraqê serdana Sûriyeyê kir

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî serdana Sûriyeyê kir.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi bernameyeke fermî serdana Sûriyeyê kir. Ofîsa Serokwezîrtiya Iraqê, der barê mijarê de daxuyaniyek da û ragihand ku Sûdanî bi serdaneke fermî çûye Şamê. Ofîsê, der barê armanc û dema serdana Sûdanî de tu agahî parve nekirin.

Mihemed Şiya Sûdanî bi vê serdana xwe bû yekem Serokwezîrê Iraqê ku ji destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê ve serdana Sûriyeyê kir. Beriya niha Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad di 3’yê hezîranê de serdana Bexdayê kiribû û bi Cîgirê Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên re civiyabû.