4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

MEBYA-DER’a Amedê 3’yemîn Kongreya xwe ya asayî pêk anî

MEBYA-DER’a Amedê 3’yemîn Kongreya xwe ya Asayî pêkanî. Ji bo hevserokatiya MEBYA-DER’ê Semîra Akkoç û Mehmet Emîn Kiliç hatin hilbijartin.

Komeleya Çand Yekitî Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên Xizmên Xwe li Dêrgûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER), li eywaneke dawetê ya li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê 3’êmîn Kongreya xwe ya Asayî bi dûrişmeya “Em bi rûhê 14’ê Tîrmehê li nirxên xwe xwedî derkevin” li dar xist. Nûner û rêveberên DBP, HDP, TJA, MED TUHAD-FED, MED-DER, Dayikên Aşîtiyê, Komeleya 78’an, OHD û parlementerên Partiya Çepên Kesk Omer Ocalan û Mehmet Kamaç û gelek malbat tev li kongreye bûn.

Parlementerê Partiya Çepên Kesk yê Riha yê Omer Ocalan, di kongreyê de axivî. Ocalan, di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda giran ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan û wiha got: “Em di rojên gelek zor û zehmet de dijîn. Van rojan ji rojên zindana Amedê ne zortir in. Divê ku em di van rojên zor û zehmet de li hemû nirxên xwe û li erdîgariya xwe xwedî derbikevin. Li her çar perçeyên Kurdistanê jiyan di bin şert û mercên zehmet de ye. Ev 40 sal in ku kurd li gelek deveran gelek bedelên giran dide. Îro ne li rojava bi tenê li her çar parçeyên Kurdistanê zarokên vî welatî canê xwe feda kirine û hê jî feda dikin. Ji bo van tiştan jî em dibêjin bila hemû zarokên vî welatî bi destê hev bigirin û xwe bigihînin azadiya xwe. Mixabin niha rêberê me di bin tecrîda girankirî de ye. Her çar perçeyên Kurdistanê niha di bin bonbebarankirinê de ne. Bi hezaran însanên hatin koçberkirin û hê jî tên koçberkirin. Çawa di salên 1990’î de gund dihatin şewitandin di salên 2015-2016’an de jî bajaran kurdan xerab kirin. Li dijî vê zilmê pêdivî bi çêkirina yekitiya neteweya kurdan heye. Divê ku em bi destê vê saziyê bigirin ku em wê li ser pêyan bihêlin. Ji ber ku ev sazî di nava saziyan de saziya herî birûmet, pîroz û herî binirx e.”

Kongre bi diruşmeyên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû û ji bo hevserokatiya MEBYA-DER’ê Semîra Akkoç û Mehmet Emîn Kiliç hatin hilbijartin.