4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xeta Şoreşa Rojava neteweya demokratîk e

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim, diyar kir ku Şoreşa Rojava ne di 19’ê Tîrmehê de ji salên 2004-2005’an ve dest pê kiriye û got ku xeta Şoreşa Rojava ya ji Kobanê dest pê kiriye neteweya demokratîk e

Şerê navxweyî yê Sûriyeyê di meha adarê ya sala 2011’an de bi xwepêşandanan dest pê kir. Piştî ku şer dest pê kir di serî de welatên kendavê, Tirkiye û Îranê dest li şer werdan. Welatên Kendavê û Tirkiyeyê piştgirî dan muxalîfan û xwestin wan li dijî rejîma Baasê bi ser bixin. Berovajiyê vê Îranê jî piştgirî da rejîma Baasê. Bi van mudaxaleyan muxalefeta Sûriyeyê ji rastiya xwe dûr ket û ket bin kontrola welatên Kendavê û Tirkiyeyê û li gorî armanca wan tevgeriya. Her wiha bi vê armancê gelek komên paramîlîter ên îslamîst hatin avakirin.

Berovajiyê vê kurdan xwe li herdu aliyên şer jî negirtin û xeta sêyemîn tercih kirin. Di vê çarçoveyê de di 19’ê Tîrmeha 2012’an de Şoreşa Rojava dest pê kir. Destpêkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) hatin avakirin. Piştî ku bajarên Rojava ji rejîma Baasê hatin rizgarkirin kanton hatin îlankirin. Dûre roj bi roj Şoreşa Rojava mezin bû û gel û baweriyên li herêmê xwe tev li şoreşê kirin. Bi pêşengiya jin û ciwanan Şoreşa Rojava bi demê re gihîşt wê astê ku tevahiya herêmê û dinyayê ji êrîşên DAIŞ’ê biparêze.

Şoreşa Rojava tevî hemû êrîşên ku lê hatin kirin û plansaziyên ku li dijî wê hatin amadekirin jî hebûna xwe didomîne. Weke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji bo pêşeroja tevahiya Sûriyeyê bingeheke xurt ava dike. Lê heta ku gihîşt vê merheleyê bi hezaran cangorî di oxira wê de canê xwe feda kirin. Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salîh Muslim, der barê Şoreşa Rojava de ji rojnameya me re axivî û qala rojên destpêkê yên şoreşê û merhelaya ku îro gihîştiyê kir.

Ji 2004’an ve…

Di destpêka axaftina xwe de Salih Muslim, diyar kir ku Şoreşa Rojava ne di 19’ê Tîrmeha 2012’an de di sala 2004’an de dest pê kiriye û wiha got: “Beriya serhildana Qamişlo me ji hovîtiya dewleta Sûriyeyê gelek kişand û gelek mirovên me şehîd ketin. Çewisandina dewleta Sûriyeyê li ser me nehatiye sekinandin. Wê demê em bînin bîra xwe hevkariyeke mezin di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de hebû. Planên ku li ser kurdan didan meşandin planeke gelek wehşî bû. Mirovên me digirtin wan îşkence dikirin û gelek ji wan jî di bin îşkencê de şehîd diketin. Em li hem ber rejîmê û van kiryaran tim di nava têkoşînê de bûn. Hinek ji endamên rejima Sûriyeyê yên weke îstîxbarata herêmê destdirêjî dikirin. Li ser gel li ser jinan û wê demê em mecbûr bûn ji bo ku em tedbîrên xwe bigirin. Hinek komên ciwanan çêdibûn ji bo parastinê. Kesên ku tehdît dikirin wê demê ji bo ewlekariyê digirtin. Hinek ji wan wê demê dihatine kuştin. Bi vî awayî benda berxwedanê ji wê demê ve hat avakirin. Ji 2004’an û 2005’an heta niha em dikarin bibêjin car caran şer dihat kirin. Lê ji 2011’an ve êdî bi tememî dest pê kir. Êdî li her dera Rojava xwepêşandan hebûn û dirûşmên “em azadiyê dixwazin” dihatin berzkirin.”

Çêbûna çete û hovan

Muslim, da zanîn ku Şoreşa Rojava ji bajarê Kobanê dest pê kiriye û ev tişt got: “Di sala 2011’an de çete û hov çêbûn. Ji ber vê hevalên me biryar girtin ku nehêlin herêmên me bibin qadên şer. Wê demê bi taybetî jî li Kobanê êrîşan zêde kiribûn. Ji aliyê Serêkaniyê ve jî derketin û dihatin li van hemû herêman êrîşên xwe li ser me dikirin. Wê demê em jî neçar man ku dest bi şer bikin. Roja 19’ê Tîrmeha 2012’an me got ku kesên ji rejîmê hatine vir em ê wan biqewirînin. Me got ger ew werin em ê li ber xwe bidin. Ger nehatibûna ew ê biçûna cihekî din şerê xwe pêk bi anîna. Şoreşa Rojava roja 19’ê Tîrmehê li Kobanê û di 20’ê Tîrmehê de jî li Efrînê hat îlankirin.”

Grêspî û Serêkaniyê

Ji bo pêvajoya destpêka şoreşê jî Muslîm, ev agahî dan: “Li herêmê hêzên me yên leşkerî YPG-YPJ hebûn. Weke partiya siyasî jî PYD hebû. Ew gelên din di serî de ber bi hêza me nedihatin, ber bi hêzên weke Cebet-el Nûsra, DAIŞ, El-Qaîde û gelek hêzên ku li dijî hêza me şer dikirin ve diçûn. Bi taybetî jî li aliyê Grêspî gelek ji wan tev li Cebet-el Nûsra bûn û bi hev re li dijî hêza me şer kirin. Heta niha jî gelek di nava wan de hene. Ji ber ku civakeke ne siyasî ye, polîtîze nebûye. Di 2019’an de Tirkiye piştî tehdîdên kir êrîşê Grêspî û Serêkaniyê kir. Me jî di wê êrîşê de gelek şehîd dan, niha kesên ku mane jî gelek ji wan bi me re ne. Êdî gelên li wir ên biyanî piranî baweriya xwe bi biratiya gelan tînin. Lê hê jî ji sedî sed tam nehatiye rûniştandin. Ji sala 2019’an ve gelek eşîrên ereban derketine êdî ew jî dibêjin em Tirkiye û rejîmê li vir naxwazin.”

Xeta neteweya demokratîk

Muslim, bi bîr xist ku wan li hemû herêmên lê dijîn saziyên xwe dane avakirin û wiha qala Şoreşa Rojava kir: “Di dîrokê de gelek şoreşên gelan qewîmîne, gelek ji wan 3-4 salan li ber xwe dane lê ya Rojava gelek li ber xwe dide. Dema ku şer dest pê dike mirov nizane dê heta kengî bidome. Xetên ku mirov li serê bimeşe tên xuyakirin, xeta me jî paradîgmaya neteweya demokratîk e. Şoreş dema ku li Kobanê dest pê kir me nizanibû dê heta kengî bidome. Lê siyaseteke me ya parastinê hebû. Ji civak û rêveberiyê re parastin divê. Piştî 2015’an pêwîstî bi rêxistinkirina civakê hebû. Wê demê sê kanton (Efrînê, Kobanê, Cizîrê ) hebûn. Li gorî van her sê kantona hilbijartin jî pêk hatin û peymanên civakî jî hatin çekirin. Weke din me meclîs û gelek saziyên xwe yên weke ziman, çand û dibistan me ava kirin. Civak çiqas bi sazî bin ew qas baş e. Piştre me dît ku bê komîn çênabe me anî komînan jî ava kir. Hêdî hêdî feraset û baweriyek dide gel. Heta niha jî gel di bin çewisandinê de bû û azadî, fikir û rêxistinkirinê nedîtibû.”

Demokratîkbûna Sûriyeyê

Di berdewama axaftina xwe de Muslim, bal kişand ser guhertina demografiya herêmê û bi lêv kir ku hemû hêzên despot ên Rojhilata Navîn naxwazin kurd bibin xwedî statuyekê û evt tişt anîn ziman: “Jixwe Tirkiye êrîşên xwe di sala 2016’an de da destpêkirin. Ji wê demê heta niha êrîşên xwe bênavber li ser me dide meşandin. Rejîma Sûriyeyê ji wan bêhtir dixwest ku kurdan tune bike, lê ne bi awayekî fizîkî dixwest wan asîmîle bike. Beriya ku şerê Rojava dest pê bike jî nêzîkî 600-700 hezar însanên me çûbûn li der dora Şamê, di bin konan de birçî diman. Ew bixwe jî planek bû ji bo ku guhertinek demografî pêk bînin gel ji van deran koçber bikin. Projeyeka me ya ji bo demokratîkbûna Sûriyeyê heye û bi van tiştan jî em têkoşînek mezin didin meşandin. Li dema ku em dibêjin bi siyasî ew nayên bi me re diyalogê çênakin û nîqaş nakin. Ji bo çi nayên? Ew dixwazin ku leşkeriya me tune bikin. Ne rejîma Sûriyeyê, ne Tirkiye ne jî Îran naxwazin em van projeyan bimeşînin. Rûsya jî heta niha ji bo berjewendiyên wan ji xwe re dixebitîne. Em ê jî li ber xwe bidin em êdî dikarin ji aliyê parastinê ve jî xwe biparêzin. Wekî din gelê me jî rêxistin kiriye û gel êdî gihîştiye astekê. Niha li gelek herêman êdî lîstikên hêzên navneteweyî napejirîne.”

Çareserkirina sivîkahî ye

Muslim, destnîşan kir ku merheleyên ku ew têde derbas dibin merheleyên tespîtkirin û qebûlkirina herêmê ye û bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Hem ji aliyê siyasî hem jî ji aliyê dîplomasî ve ew hewldanên me hene ku em pirsgirêkên Sûriyeyê tev derbas bikin. Têkiliyên me bi hêzên rikberên Sûriyeyê re hene. Li kijan herêmê dibe bila bibe em dixwazin hêzeke berfireh ava bikin. Em niha li gelek deveran hene, ew bixwe jî bi HSD’ê re têkildar in. Heta ku em bikaribin em ê bi hêzên navneteweyî bi awayekî fermî bidin qebûlkirin. Ji ber wî awayî ji vê projeyê ditirsin û li hember kurdan dijminatiyê dikin. Lê niha Tirkiye bêhtir li vê herêmê dimîne ew bixwe jî dizane ku winda dike. Niha Tirkiye ji aliyê rewşa aborî û leşkerî ve gelek qels bûye. Ji aliyê siyasî û dîplomasiyê ve jî gelek winda dike. Ji ber ku Tirkiye êrîşên xwe li ser kurdên Rojava çareser nekiriye dê li tu derî jî çareser nakin. Niha êrîşên xwe li Rojava, Başur û Bakur pêk tîne û her sê herêman daye ber xwe. Tirkiye mecbur e van pirsgirêkan bi awayekî çareser bike. Ger ku çareser bibe ew ê li vir barê me jî hinek sivik bibe. Ji aliyê leşkerî ve jî em bi hêz in lê dîsa jî divê em li xwe miqatebin. Ji aliyê rêxistinkirina gel ve ew jî hatine rêxistinkirin. Li gor ew qas şert û mercan jî dîsa gel ji gund û bajarên xwe derneketin.”