spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nûnerê Rêveberiya Xweser: Em amade ne penaberên sûriyeyî pêşwazî bikin

Nûnerê Rêveberiya Xweser li Lubnanê Ebduselam Ehmed di hevdîtina bi Wezîrê Karên Hundir ê Lubnanê de, ji bo çareserkirina prisgirêka penabarên sûriyeyî yên li Lubnanê daxwaza komîteyeke koordîneyê kir.

Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Lubnanê Ebduselam Ehmed ku ji ajansa ANHA’yê re axivî, diyar kir ku wî bi Wezîrê Karên Hundir ê Lubnanê Ebdullah Bû Hebîb re hevdîtin kiriye.

Ehmed got ku di hevdîtinê de “Biryarên Kongreya ‘Ber bi Rojhilata Navîn a Demokratîk-Rêya Aştiyê’ ku di 13-14′ê Hezîranê li Beyrûtê hatibû lidarxistin û beyannameya Rêveberiya Xweser a çareserkirina krîza Sûriyeyê radestî Wezîrê Karên Hundir ê Lubnanê kiriye û diyar kiriye ku Rêveberiya Xweser amade ye bi çavdêriya navneteweyî penaberên sûriyeyî pêşwazî bike.”

Piştî dersînorkirina penbarên sûriyeyî ji Lubnanê, Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd ragihandibû ku rêveberî amade ye penaberan pêşwaz bike.

Ehmed wiha domand: “Me ji bo çareserkirina vê dosyayê û dosyayeên din ên girêdayî gelên Sûriye û Lubnanê ji wezîrê lubnanê daxwaza avakirina komîteyeke koordîneyê kir.”

Li gorî Ehmed, wezîrê Lubnanê beyannameya Rêveberiya Xweser û çareserkirina pirsgirêka penabarên sûriyeyî erênî pêşwazî kiriye û diyar kiriye ku ew ê vê mijarê bixe rojeva hikumetê.