spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Têkoşîn ji nû ve dest pê kir’

Safiye Alagaş, der barê dîlgirtina rojnamegeran de axivî û wiha got: “Desthilatdarî dixwest dengê çapameniya kurd bitepisîne, lê rastî sekneke xurt a rojnamegeran hat.”

Bi salan e êrîşên li dijî rojnamegeran didomin. Di nav sala 2022’yan de 35 rojnameger hatin girtin li gelek rojnamegeran doz hatin vekirin. Em der barê êrîşên li ser çapemeniya azad û rojnamegerên ku di 11’ê tîrmehê de hatin berdan bi edîtora Ajansa JinNewsê Safiye Alagaş re axivîn.

Rojnameger Safiye Alagaş di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên ku bi salan e li ser çapemeniya azad tên meşandin û ev tişt anî ziman: “Ev demeke êrîşên li ser rojnamegeran di asteke pir bilind dabûn. Gelek rojnameger hatin girtin. Ev êrîş tê wateye ku desthilatdar dixwaze dengê çapameniya kurd bitepisîne. Li hemberî van êrîşan jî bi rastî sekneke xurt hebû.”

‘Ev êrîş dê bidomin’

Alagaş, da zanîn ku rojnamegerên kurd ji ber ku pirsgirêkên Kurdistanê tînin ziman dibin hedef û wiha got: ‘Ji ber vê yekê jî erîşên xwe yê herî zêde di vê demê de da destpêkirin û gelek operasyonan kir. Yanî tiştekî pir balkêşe ku li welatekî di salekê de 35 rojnamegerên kurd werin girtin. Ev ne tiştekî ji rêzê ye. Ji ber vê yekê jî lazim e her kes xwedî li rûmeta çapameniyê derkeve. Ev ne pirsgirêka rojnamegeran tenê ye. Heta pirsgirêka kurd hebe wê êrîş jî berdewam bikin. Heta erîşên li ser kurdan, jin, zarok û xwezayê bi dawî û çareser nebin wê bi taybetî li ser çapameniyê ev êrîş bidomin.”

Sekna rojnamegerên kurd

Alagaş, di axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna ku çapemeniya azad dide û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji aliyê çapemeniya kurd ve li dijî desthilatdariyê berxwedaneke bêhempa tê dayîn. Kî bûya nikaribû li hemberî evqas êrîş, sirgûn û kuştinan li ber xwe bida. Di herdu rojan ku rojnameger derketin pêşberî dadgehê ne çapameniya kurd, deshiladara tirk hat darizandin. Çapameniya kurd desthiladariyê darizandin. Ji ber ku em peywira xwe bi cih tînin êrîşên li me dikin û me dikujin. Li dijî vî jî mirov li ber xwe dide. Çapemeniya kurd bi vê berxwedanê erka xwe ya têkoşînê bi cih tîne. Me di vê dadgehê de jî sekina hevalên xwe dît ku çiqas xwediyê soza xwe bûn. Ev yek ji bo çapameniya kurd û gelê kurd pir girîng bû. Sekna wan ji bo çapameniya Tirkiyeyê jî girîng bû. Ji ber ku çapameniya kurd bi sekna xwe rûmeta wan jî xelas dike. Îro kî li ber xwe dide, çapameniya kurd li ber xwe dide. Çapameniya hawuz li hemberî vê zilm û zordariyê bêdeng e, ker û lal e. Ger kesek li hemberî zilmê dengê xwe derxe wê demê rûmeta her kesî û mirovatiyê xelas dike.”

‘Jin li ber xwe didin’

Alagaş, destnîşan kir ku pergala cîhanê ya ku hatiye avakirin li dijî jinan e û wiha pêde çû: “Ev pergal li dijî deng, jiyan, xweza û kesayeta jinan e. Herî zêde jin li dijî vê pergalê li ber xwe didin. Li Tirkiyeyê, rojava û bakurê Kurdistanê jî jin li dijî pergalê di asta herî bilind de li ber xwe didin. Ji ber vê yekê pergal herî zêde jinan dike hedef. Hem ji aliyê siyasî ve hem jî ji aliyê aboriyê ve hem jî ji aliyê kesayetî û xwezayî ve berxwedaneke bêhempa dide.”

Zimanê erîl têk diçe

Alagaş ji bo rojnamegeriya jinan jî ev tişt anî ziman: “Di şexsê çapameniya kurd de jin berxwedaneke bêhempa dide. Ji ber ku di nûçegihaniyê de hişmendiyek nû ava kir. Di çapameniyê de zimanê erîl ji holê rakir. Ji bo çapameniya jinan zimanek nû avakir. Ev li xweşa pergalê naçe ji ber ku pergal naxwaze zimanê erîl ji holê rabe. Ji ber pergal xwe bi zimanê erîl mezin dike dema ev zimanê erîl ji holê rabe wê ew jî qels bibe. Êrîşî li siyasetmendar, hunermed, çapameniya jin dike. Ji ber ku di van qadan de li ber xwe didin.”

Alagaş gotinên xwe wiha bi dawî kir: “15 hevalên me yên girtî hatin berdan. Bi berdana wan em kêfxweş in. Lê ev 13 meh in bi awayekî bêhiqûqî dîl hatibûn girtin. Dema hevalên me derketin soza berdewamkirina karê xwe dan. Ez jî dibêjim hevalê me hatin berdan têkoşîn ji nû ve dest pê kir.”