8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hişmendiya hebûn û xwebûnê

Adar Jiyan
Adar Jiyan
Li gundê Dengiza ku bi ser Stewra Mêrdînê ve ye wekî zarokê herî dawî yê malbata ku ji 9 zarokan pêk dihat, hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navîn li Stewrê, Lîseya Îmam-Xetîbê li Mêrdînê xwend. Pêşî li Zanîngeha Harranê, Fakulteya Perwerdehiyê, Beşa Hînkirina Dersan, paşê Zanîngeha Enqereyê, Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê, Beşa Ziman û Wêjeya Fransî qedand. Li Elezîz, Sêwas, Dilok, Mêrdîn, Yozgat û Konyayê mamostetî kir. Ji bilî mamostetiyê nivîsên wî yên der barê ziman, çand û wêjeyê de hatine weşandin. Jiyana xwe ya nivîskariyê bi nivîsandina gotar, helbest û nirxandinên di kovar û rojnameyên cuda de didomîne. Di van demên dawî de zêdetir li ser pedagojiya perwerdehiyê rawestiyaye. Li ser vê mijarê gelek pirtûk, gotar û nirxandinên wi hatine weşandin.

Li gel ku her têgih li gor adaptebûn, hevgirtin, têgihîştin, hilbijartin, hilberandin, hilanîn, danîn, bîranîn, darizandin û nirxandinên ku di mejiyê mirov de disêwirin tê pênsekirin jî, her mirov xwediyê xwebûneke taybet e

Xwebûn; bi kurtayî wekî binesaziya hebûn, kesayetî û taybetmendiya ku mirov dike mirov tê pênasekirin. Xwebûna mirov, hem kesayetiya mirov digihîne, distewîne û dikemilîne û hem mirov ber bi quretî, pozbilindî û xwediserdîtina kesên din û her wiha pirolekirin û jixwebidûrketina kesayetiyeke qels ve dike. Hêmana ku kesayetiyê dişêwîne jî xwebûn e. Lêkdana navbera xwebûn û kesayetiyê bi hest û hizirên ku mirov xwe bêtir derdixe pêş dest pê dike. Mirov hin caran ji bo ku her tiştî li gor hest û hizra xwe biedilîne û mirovên din tune bihesibîne, xwe derdixe pêş.

Nexweşiya derûnî ya ku kesayetiya mirov dike du par û hişmendiya wî/wê parçe dike, wekî dudoyîbûna (cotbûna) xwebûnê tê pênasekirin. Ev nexweşî, wekî xwexwazî yan jî xwexwazîperestiya kesayetiyê jî tê binavkirin. Xwebûna ku xwe di xwexwazî û xwexwazîperestiya kesayetiyeke qels de dide der, dike ku mirov xwe di her karî de derxe pêş û li her derê behsa xwe bike. Nexweşiya derûnî ya dudoyîbûnê ku bi windabûna hestê kesayetî û hişmendiya xwebûnê re rû dide, windabûna xwebûnê jî bi xwe re tîne.

Xwebûn berhema hevpar e

Her çendî ku xwebûn berhema hevpar a faktorên mîras û hawîrdorê be jî di dema pêşveçûna psîko-civakî ya kesane de û di kesayetiya her mirovî/ê de bi awayekî cuda pêk tê. Di pergalên psîko-fîzyolojîk de, gelek kevneşopî û helwestên taybet û gelemperî yên ku bandorê li ser xwebûna mirov dikin jî hene. Lihevhatin û guncandina mirov a bi hawîrdorê re hem pêşveçûneke girîng û hem jî geşedaniyeke çalak pêk tîne. Jixwe kesayetiya ku ji derdorê bandorê werdigire, hin bi hin li hebûna mirov a xweser dadigere. Ji hêla din ve jî ahengî, guncanî û pîvana saxlembûnê derdixe holê. Guncandin her gav ne bertekeke neyînî ye. Ew hem lihevhatin/lihevkirina mirov a bi civakê re û tevgerên wî yên erênî pêkan dike.

Mirov bi saya hişmendiya ku ji xwebûneke fonksiyonel der dibe, bi bîrbiriya xwe dihise Heta ku birbiriya mirov negihîje asta hişmendiyê, mirov nikare bibe xwediyê xwebûneke azad û serbixwe. Hêza ku mirov ber bi kesyetiya azad ve dike jî dîsa xwebûna xweser e. Her çiqas şert û mercên jiyanê û têkiliyên cîvakî mirov diguherîne jî mirov xwediyê hişmendiyeke taybet e; belê ev taybetî her gav nayê wateya xweseriya xwebûneke xweser û kesayetiyeke azad. Lewre xwebûna mirov, ne têkiliyên mirov diguherîne û ne jî liv û bizavên mirov diedilîne. Ew tenê têgihîştina takekeks a kesane û bîrbiriya mirov a hişmendî sembolîze dike. Xwebûna ku ji hevgirtina serpêhatî û têgihîştina takekes a xweser pêk tê, xwebûneke hişmend û serbixwe ye. Xwebûn, berhema hebûna hevpar a mîrate û faktorên hawîrdorê ye ku bi herkesî re peyda dibe. Her mirov xwediyê xwebûneke taybet e. Xwebûna mirov çiqas bandordar, azad û aktîf be, kesyetiya mirov ji ew qas tebût, xweser û çalak e. Xwebûna mirov çiqas dîl, bandorbar û pasîf be kesayetiya mirov jî ewqas heşifî, pincirî û çewsandî ye.

Xwebûn û zaroktî

Xwebûna mirov, bi giştî di destpêka jiyanê de (di temenekî biçûk de) ji dayika mirov derbasî zarokê/takekes dibe. Di dema pêkhatina kesayetiyê de sê cureyên xwebûnê derdikevin holê.

Xwebûna mirov a baş: Têkiliyên bikêrhatî û erênî yên bi dayikê re pêk tên, sembolîze dike. Di têkiliyên navbera zarok û dayikê de pêk tê. Xwebûna baş, hem hezkirina mirov a ji xwe û hem jî hezkirina ji mirovên din xurtir dike.

Xwebûna mirov a xirab: Di encama rewşa xirab a ku dayik napejirîne de pêk tê. Di pêwendiyên vê xwebûnê de fikar û xemgîniyek hebe jî ne zêde ye. Ev yek hem pêşiya tevgerên mirov ên neyînî û nebaş digire û hem jî ji pêşveçûna hişmendiya mirov û teşegirtina kesayetiya wî/wê re dibe alîkar. Di xwebûna mirov a xirab de, têkiliyên mirov ên li pêşberî mirovên din qels û neyînî ne.

Xwebûna nêtar (bêlayan): Xwebûna nêtar di binhişa mirov de pêk tê. Zû bi zû naguhere. Li gor bûyerên erênî û neyînî pêk tê û mirov bi hestên neyînî xemgîniyeke kûr re rû bi rû dimîne. Xwebûna nêtar di dema zarokatiya mirov de pêk tê, zêde ne reaksiyonel e û dilgiraniyek xurt bi mirov re digihîne.

Di temenekî pir biçûk de jîngeha herî girîng ji bo hemû zarokan malbat e. Zarokên ku di malbateke ku li pêşberî zarokan şîdeta fizîkî yan jî psîkolojîk bi kar tînin de dimînin, îhtîmaleke mezin heye ku ew bi xwebûneke hecinî û kesayetiyeke pincirî mezin bibin. Bêguman ji bo zarokan derdor, dibistan, heval û mamoste jî bi qasî malbatê di pêşxistina xwenasînê de roleke girîng dilîzin. Ji bo zarok bikare gihîştin û têgihîştina xwe ya erênî pêk bîne, divê di malbat û civakeke piştgir, qebûlker û ewlemend de perwerde bibe. Wekî din jî divê bi hezkirinek bê şert û merc mezin bibe ku bikare xwebûna xwe ya resen tekûz bike.

Şêwaz û tevgerên rêzgirtinê

Di malbatên ku zarokên xwe wekî navend dibînin de egosantrîzma (ezîtiya) zarokê tê gurkirin û rê li ber wergirtina şêwaz û tevgerên rêzgirtin û daxwazên ji bo dê û bav û kesên din tê girtin. Zarok di derdor û malbateke wisa de xwebûna xwe ya xweser û kesayetiya xwe ya azad hêsantir pêk tîne. Hem hest û hizrên wî/wê û hem jî liv û bizavên wî/wê aîdî wî/wê ne. Lewre xwebûneke rêzdar û azad tenê di nêvengeke rêzdar û azad de pêkan dibe. Helwesta malbatê ya demokratîk li ser esasê rêzgirtina hebûn û daxwazên zarokê ye. Zarok serpêhatiyên xwe yên sereke ji civakê fêr dibe. Belê divê zarok hay jê hebe ku di civakê de; qaîdeyên pêkanîna hemû daxwazên wî/wê her gav derbasdar e.

Malbatên ku bi helwesteke otorîter û tundrew nêzîkî zarokên xwe dibin, ji ber ku rêbazên xelatkirin û cezakirinê bi kar tînin, xwebûna zarokên wan qels û kesayetiya wan lewaz dimîne. Xwebûna ku di malbatê de bi pêk tê, bandoreke neyînî li ser xwebûna û kesayetiya zarokê/takekes dihêle û ev bandor heta dawiya temenê wî/wê didome. Zarok, bêtir xwe di bêewlehî, mijûlbûna tiştên ku ew bi xwe dikare bike belê nake û bi fikra “ez nikarim bikim” tev digere. Di axaftin û vegotina zarokên wisa de şermokî û di liv û tevdigerên wan de tirs û fikar heye.

Di van salên dawî de, teoriyên herî berfireh ku di warê ravekirina bandor û dînamîkên têkildar de nemaze di têkiliyên navbera dê-bav û zarokêan de li ser pêşveçûna derûnî, hestyarî û behreya zarokê de lêkolîn tên kirin. Tê zanîn ku jiyaneke aram û bextewar a ku dê dibe sedema refleksên ku bi mirov re digihên, li derdor civakê jî belav dibin, xwebûneke xweser û kesayetiyeke tebût pêk tîne.

Hebûna şêwaza jiyanê ya bi vî rengî bi pêkhatina xwebûneke saxlem pêşketina kesayetiyeke azad ve girêdayî ye. Helwêstên mirov, têgihiştina derdor, şêwaza adaptasyon û bertekên wî/wê yên ku di bin banê “kesayetiyê”de pêk tên hem ji xwebûna wî/wê bandorê werdigirin û hem jî bandorê li ser xwebûna wî/wê dikin.