18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Îranê careke din dewriyeyên li dijî jinan dest pê kirin

Polîsên Îranê, bi hinceta zêdebûna ser vekirîbûna wan bi armanca cezakirinê dest bi dewriyeyên li dijî jinan kirin.

Dewleta Îranê piştî 6 mehan careke din dest bi dewriyeyên li dijî jinan kir. Di meha îlonê de bi hinceta servekirîbûna wê polîsên Îranê êrîşî jina ciwan a kurd Jîna Emînî kiribûn û ew kuştibûn. Balkêş e piştî serhildana ku li dijî kuştina Emînî hatibû destpêkirin polîsên Îranê bi hinceta zêdebûna ser vekirîbûna wan bi armanca cezakirinê dest bi dewriyeyên li dijî jinan kirin.

Li gorî nûçeya ajansa Tasnim daye berdevkê polîsên Îranê Saîd Montazeralmehdî der barê mijarê de daxuyanî daye û ev tişt gotiye: “Ji îro pê ve polîs dê bi wesayît û peyatî li nav bajêr bigerin û kesên ku li gorî fermana cil û berg tevnegerin hişyar bikin û ceza bikin.”