28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Artêşa Ukraynayê: Me fermandarê Fîloya Behra Reş a Rûsyayê kuşt

Artêşa Ukraynayê îdia kir ku wan di êrîşekê de fermandarê Fîloya Rûsyayê li Behra Reş kuştine.

Artêşa Ukraynayê îdia kir ku roja Înê di êrîşa li dijî Baregeha Fîloya Rûsyayê ya Sevastopolê ku Kirimê dagir kiriye, fermandarê Fîloya Behra Reş a Rûsyayê kuştiye.

Hêzên taybet ên Ukraynayê li ser Telegramê diyar kirin ku wan 34 leşker kuştine, di nav wan de fermandarê Fîloya Deryaya Reş a Rûsyayê jî hebû û lê derbarê bûyerê de tu delîl nîşan nedan.

Heman çavkaniyê wiha got: “105 kesên din jî birîndar bûne. Avahiya navendê hatiye asta ku neyê tamîrkirin.”

Li aliyê din Moskow dema ku mijar dibe rayedarên payebilind derbarê windahiyên xwe yên li Ukraynayê de daxuyaniyê nade.

Di nava rojê de Rûsyayê dîsa bi 19 balafirên bêmirov û 14 fuzeyan êrîşî herêma Odessa ya li başûrê Ukraynayê kir. Rayedaran ragihand ku êrîşa îro danê sibê çêbû de kesek birîndar bû û ziyan li binesaziya lîmanê çêbûye.

Ukraynayê ragihand ku wan bi balafirên bêmirov êrîşî Kursk, Belgorod, Suraj û Kirimê kirine.

Di vê navberê de şandina çekên ji hêla rojavayiyan dişînin Ukraynayê didome. Serokdewletê Ukraynayê Volodîmşr Zelenskiy ragihand ku yekem tankên Abrams ên Emerîkî gihîştine Ukraynayê.

Ji aliyê din ve, li gorî lêkolîneke ku ji aliyê Weqfa Înîsiyatîfa Demokratîk û Enstîtuya Civaknasiya Navdewletî ya Kîevê ve hatiye kirin, her ji sê Ukrayniyan du jê bawer dikin ku  Zelenskiy rasterast ji gendeliyê berpirsyar e.