28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji doza teqîna Îstîklalê 3 kes hatin berdan

Di danişîna doza êrîşa bombeyi ya li ser kollana Îstîklalê de der barê 3 kesan de biryara berdanê hate dayîn.

Di 13’ê mijdara 2022’yan de li Kolana Taksîmê êrîşeke bombeyî pêk hatibû. Di êrîşê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Ji ber vê Ahlam Albashir ku bombe danîbû Kolana Taksîmê jî di nav de der barê 37 kesan de doz hatibû vekirin. Danişîna dozê îro li 36’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Ahlam Albashir a girtî tê darizandin û 11 bersûc li eywana danişînê hatin amadekirin. Bersûcên din jî ji girtîgehên cûda bi SEGBÎS’ê tev li danişînê bûn.

Dadgeha ku piştî parastinan biryara xwe aşkere kir, bi hinceta “wesfa sûc hatiye guhertin” der barê Zekeriya Muhammed Şemmomi, Mesût Hesso û Muhammed Şeho de bi qedexeya derketina derveyî welat biryara berdanê da.

Heyeta dadgehê danişînê taloqî 13’ê mijdarê kir.