26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Asayişa Hewlerê nûnerên HDP’ê li Hewlêrê binçav kirin

Nûner û endamên HDP’ê Nahîde Ermîş, Hîkmet Xetîb, Ruken Mercan û Gûlcan Alp li Hewlêrê hatin binçavkirin. Nûnertiya HDP’ê agahî dan û diyar kir ku endamên Nûnertiya wan ji ber sedemeke ne hate zanîn ji aliyê asayîşa Hewlêrê ve hatin binçavkirin. Li gorî agahiyên destpêkê kesên hatine binçavkirin nûnerên HDP’ê Nahîde Ermîş, Hîkmet Xetîb, Rûken Mercan û Gûlcan Alp’in. Peyamnêrê ROJNEWS’ê yê Hewlêrê xwest der barê sedema binçavkirina nûner û endamên HDP’ê de ji Asayîşa Hewlêrê bigire, lê balkêşe asayîşa ku 4 kes binçav kirin îddîa kir ku agahiya wan jê nîne.