7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Avahiyên bixisar hildiweşînin, malbat xema xilaskirina amûrên xwe de ne

Li Bazarcixê avahiyên xisar dîtine tên hilweşandin. Tevî ku avahî xisar dîtine jî xelk dikeve malên xwe û eşyayên xwe xilas dike. Li navçeyê hê jî gelek malbat bê kon in

Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê Abdurahman Gok û Azad Altay çavdêriyên xwe ji herêma erdhêja Mereşê Bazarcixê wiha parve kirin.

Di roja 11’emîn a erdhejê de em tax bi tax navçeya Bazarcixa Mereşê ku navenda erdhejê ye digerin. Me cara pêşîn berê xwe da taxa Fatîhê. Em dibînin ku mexdûrên erdhejê di konên AFAD’ê ku li kêleka hev danîn de dimînin. Lê hê jî li derdora konbajar gelek malbatên ku kon peyda nekirine û di baraqeyan de dimînin hene. Li vê taxê Koordînasyona Konan a KESK’ê û Egîtîm Senê û her wiha aşxaneya Şaredariya Silopiya xizmetê didin mexdûrên erdhejê. Endamên KESK’ê diyar dikin ku ew ji bo mexdûran dibin alîkar ku konan vedin û wê dersa taybet bidin xwendekaran, xizmeta tenduristiyê bidin û ji bo zarokan kargehan vekin.

Şaredariya Silopiya ji roja duyemîn ve bi TIR’eke alîkariyê xwe gihand Bazarcixê û ji aşxaneya ku vekiriye her roj sê danan xwarinê li mexdûrên erdhejê belav dike. Mexdûr diyar dikin ku pêdiviya wan bi daşirên seyar hene û heke ev daxwaz pêk neyê berevajiyê vê wê nexweşîn belav bibin. Welatiyên ku kon negihiştine destê wan li bendê ne ku kon ji bo wan bên.

Taxa Cengîz Topel

Piştî taxa Fatîhê, em berê xwe didin taxa Cengiz Topelê. Li vir ekîbên hilweşandinê avahiyên xisar dîtine hildweşînin. Welatiyên li ber malên xwe disekinin dikevin malên xwe û tiştên xwe yên ku zirar nedîtine derdixin. Li aliyekî welatiyek amûrên xwe ji binê kavilan derdixe, welatiyekî din jî bi kêfxweşî bawernameya lîseyê û çend pirtûkên birayê xwe derdixe û dide birayê xwe. Welatiyên dikevin avahiyên ku xisareke zêde dîtine lê nehatine hilweşandin tevî xeteriyê jî eşyayên xwe derdixin. Welatiyekî ku deriyê avahiyeke 3 qatî ya ku ji derve qayîm xuya dike lê ji hundir ve mîna kavilekê ye, vekir û wiha got: “Em bê bela ji vê wêraniyê derketin. Hûn dibînin, heta derenceyê jî hilweşiyaye. Em dîsa jî şikir dikin, em xilas bûn lê hemû mal û milkên me wêran bûn. Mixabin me cenazeyên 3 kesan ji xirbeyên avahiya ku hûn li vê quncikî dibînin, derxistin. Me di roja pêşîn de du cenaze rakirin, piştî sê rojan me hê dikaribû cenazeyê sêyemîn jî derxin.”

Malbata Kurtyolu ku li brandayên li miqabilî mala xwe çêkirine de dimînin, ji bo ku 10 roj şûnde karibin xwe bişon, hewl didin avê li ser agir germ bikin. Meryem Kurtyolu ya ku di sîtileke mezin de avê germ dike, diyar kir ku ji bo ferdên malbatê xwe bişon wê li ber dîwar baraqeyek çeke. Kurtyolu wiha got: “Zêdetir zehmetiyên me jinan hene. Em neçar in ku ji bo hewcedariyên xwe yên daşirê avahiyên ku pir zirar dîtine bi kar bînin. Gelek tişt hewce ne lê yek ji hewcedariyên lezgîn daşir û serşok in. Pêdiviyên weke eşyayên paqijiyê, şampuan, toursil hene. Em li ser betaniyan radizin. Pêdiviya me bi doşekan heye ji ber ku hewa pir sar e.” Li aliyê din cil û bergên şûştî li qada vekirî li ser şerîdê tên daliqandin.

Taxên Çamlıtepe û Ahmet Bozdag

Li taxa Çamlitepe li gel ku avahiyên xisarên mezin lê çêbûne jî hilweşandin hindik e. Li taxê konbajar hatiye avakirin. Hema bêje maleke ku xisar nedîtibe tune ye û ji bo ku encama kontrola avahiyan ji malbatan re nehatiye ragihandin, hemû welatî li kolanan dimînin. Li gel ku li çend deveran konbajar hatine avakirin jî lê tengezariya konan dewam dike. Hê jî kon negihîştine gelek malbatan.

Em ji vir jî berê xwe didin taxa Ahmet Bozdag. Li vê taxê jî avahiyeke ku xisar nedîtibe nîn e. Li vê taxê konbajar li stadyûmê hatiye avakirin û mexdûrên erdhejê hatine bicihkirin. Li gorî rojên pêşî rewş aramtir e, mexdûrên erdehejê li bendê ne ku alîkarî adil bên belavkirin û astengiyên ji ber burokrasiyê diqewimin  ji navê bên rakirin.

Li taxên Menderes û Îstasyonê jî welatî di konên ku li ber malên xwe yên hilweşiyayî û xisardîtî vedane û lê dimînin.

 Rewşa gundan

Rewşa gundan ji navenda Bazarcixê ne cudatir e. Hê jî kon neçûne gelek gundan û xelk li gel hewaya sar jî li derve dimîne. Hin welatî ji ber sermayê neçar dimînin ku di malên xwe yên xisar dîtine de radizên.

Qeyûm

Bi rojan bû dilxwazên li ser banga HDP’ê û saziyên sivîl, odeyên pîşeyî û komeleyên xwecihî li gundê Hasankoca yê Bazarcixê navenda koordînasyonê ava kiribûn û alîkarî digihandin gel, ji ber tayînkirina qeyûmê ser navenda koordînasyonê, neçar ji gund derkevin. Dilxwazan destnîşan kir ku çi dibe bila bibe wê alîkariyê bigihînin gel û di nava hewldana piştevaniyê de bin û wê serê xwe li ber zîhniyeta qeyûmê netewînin.

Mexdûrên erdhejê yên li gundê Hasankoca jî bertek nîşanî tayînkirina qeyûmê dan û gotin: “Ev ciwan ji roja pêşîn ve li gel me dixebitin. Şev û rojên xwe kirin yek û alîkarî gihandin xelkê. Niha jî hatin dest danîn ser keda wan. Em vê yekê qebûl nakin.