spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qeymeqam qeyûm tayîn bike jî gel alîkariyê dixwaze!

Li gel tayînkirina qeyûm a ser Navenda Koordînasyona Krîzê ya Bazarcixê ku ji aliyê rêxistinên sivîl û partiyên siyasî ve hatibû avakirin jî cerndirme jî di nav gel serî li van navendan dide û daxwaza alîkariyê dike.

Qeymeqamiya navçeya Bazarcixê ya Mereşê, qeyûm tayînî Navenda Koordînasyona Krîzê ya ji hêla Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û komeleyên herêmî ve hatiye avakirin kir. Bertekên li dijî vê pêkanîna qeymeqam berdewam in. Li gorî nûçeya nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Firat Can Arslan saziyên dewletê û leşker ji depoyên navendên krîzên yên cuda daxwaza alîkariyê dikin.

Cendirme jî alîkariyê dixwazin

Alîkariyên ku li Navenda Koordînasyona Krîzê ya Dibistana Navîn a Abuzer Gungor a Çixlikê ya li gundê Çixlikê ya navçeya Wêranşara Meletiyê kom kirin, li gund û navçeyan tên belavkirin û xebat berdewam in. Hewldanên ji bo tayînkirina qeyûman li navendên koordînasyonan û desteserkirina alîkariyan berdewam in lê li hêla din cendirme jî pêdiviyên xwe ji van depoyên alîkariyê pêşwazî dikin. Her roj bi dehan cendirme ji bo alîkariyê werbigirin berê xwe didin Navenda Koordînasyona Krîzê ya li Dibistana Abduzer Gungor a Çixlikê.