spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di çapemeniyê de ‘bexşa dewletê’ û bêrûtiya Sedsalê!

Çapemeniya hewzê, alîkariyên ku saziyên dewletê di bin navê “bexşê” de kirin, weke “Piştevaniya sedsalê” servîs kir. Li hêla din Rojnameya Yenî Yaşamê mijara astengkirinên li pêşiya alîkariyên HDP û rêxistinên civaka sivîl kir mijara manşeta xwe û got. “Bêrûtiya Sedsalê.”

Piştî erdhehên Mereşê, şevê din li Tirkiye, Qibris û Azerbaycanê bi giştî 213 televîzyon û 562 radyoyan weşana hevpar kirin û ji bo herêmên erdhejê alîkarî kom kirin. Di du rojên ewil ên erdhejê de mexdûrên erdhejê di bin baran û berfê de derbas kirin. Medyaya hewzê ya ku tiştên bi serê gel hatî jinedîtî ve hat, kampanyayên bexşê kirin manşeta xwe. Medyaya hewzê, bexşên ku ji hêla saziyên dewletê û Cengîz Holdîng, Lîmak Holdîng, Kalyon Grup, Kolîn Holdîng û Makyol Grub ku herî zêde îhaleyan ew ji dewletê digirin û di raya giştî de weke “Çeteya ji 5 kesan” tê naskirin, weke “Piştevaniya Sedsalê” di manşetên xwe de dîtin. Li dijî vê, manşeta “Bêrûtiya Sedsalê” ya Rojnameya Yenî Yaşamê jî mîna bersiva van manşetan bû.

Sabah: Piştevaniya Sedsalê

Li Tirkiye, Qibrisa Bakur û Azerbaycanê bi giştî 213 televîzyon û 562 radyoyan weşana hevpar kirin û bi giştî 106 milyar lîre alîkarî hate komkirin. Rojnameya Hurriyetê kampanyaya alîkariyê kir manşet û got: “Em bûn yek”. Rojnameya Sabahê jî heman mijar kir manşet û ev manşet avêt: “Piştevaniya Sedsalê: 106 Milyar Lîre” Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ji roja destpêkê ya erdhejê heta niha tu carî derneket derveyî konbajaran lê belê rojnameya Sabahê di nûçeya xwe manşetê de cih da serdanên Erdogan û li ser navê mexdûrên erdhejê sernavê “Serokkomarê me hêza da me tevan” avêt.

Cûmhûriyet: Îstifa nake, gefan dixwe

Rojnameya Cumhuriyetê jî bi manşeta “Îktîdarê berpirsyarî li xwe negirt, gef xwar û zext kir: Îstîfa nakin, gefan dixwin” derçû. Di manşetê de her wiha cih da sernavê “35 hezar can çûn lê yek kesî kursiya xwe berneda”. Her wiha di rojnameyê de rojeva taloqkirina hilbijartinan jî cih girt û di sermanşeta xwe de wiha got: “Hiqûqnas û siyasetmedaran hişyariya ‘hilbijartinê taloq nekin’ dan YSK’ê: Sûcê Dîwana Bilind e.”

Sozcu: Dev ji yên sax û mirî berdan, bela xwe li Halûk didin

Rojnameya Sozcuyê jî di manşeta xwe de cih da êrişên li dijî damezirînerê AHBAP’ê Haluk Levent û bi vê manşetê derket: “Dev ji yên sax û mirî berdane, bela xwe li Haluk Levent didin: Bila AHBAP’ê bigirin, Haluk were girtin” Di sermanşeta xwe de jî sernavê “Parêzerê ku ji ber birîna stûnan gilî kiribû di erdhejê de mir” avêt.

Karar: Hemû kes pê dizanin

Her wiha Rojnameya Kararê jî bal kişand ser aştiya îmaran û got: “Hemû kesî pê dizanî.” Di sermanşeta xwe de jî got: “Yekzilam kir ku gel pirsa ‘dewlet li ku ye’ bike.”

Yenî Şafak: Em bûn alîkarî û bariyan!

Rojnameya Yenî Şafkê jî alîkarî kir mijara manşeta xwe û got: “Em bûn alîkarî û bariyan.” Li gelek herêmên erdhejê kêmasî û xemsarî li pey hev derdikevin lê belê rojnameyê di sernamşeta xwe de got: “600 pispor delîlan kom dikin.” Di heman demê de xebata TOKÎ’yê ya ku ji hêla Erdogan ve hatiye ragihandin jî bi sernavê “TOKÎ dê meha pêş tevirê ewil lê bide” weke “mizgîniyê” servîs kir.

Yenî Yaşam: Bêrûtiya Sedsalê

Rojnameya Yenî Yaşamê ku di saetên zû yên serê sibehê de çû çapê, weke ku bersivê bide medyaya hewzê, bi manşeta “Îktîdara AKP-MHP’ê ku gel din kavilan de hişt, li şûna hesabê bide, gefan li gel dixwe: Bêrûtiya Sedsalê” derket pêşberî xwînerên xwe. Rojnameyê, nûçeya astengkirina alîkariyên HDP û rêxistinên civakan sivîl bi, sernavê “Ji piştevaniyê ditirsin” da.

Ajansa Mezopotamyayê