9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ne erdhejê lê dizî û bêrêtiyê mirov kuştin

Mixabin wiha xuyaye ku piștî vê erdhejê guhertineke demografîk jî wê çêbibe û di jiyana civakî ya kurdan de wê erdhejeke din çêbike.

Diziya mutahîta û șaerdariyên desthilatê bûn sedema rihê hevqas însanan. Wekî tê zanîn li vî welatî dizî bûye wek çand, çanda dizyê ji avakirina Komarê heya îro didome ! Bi diziya çand û ziman dest pêkirin, bi dizya kesayetiyan ve domandin, îro jî bi diziya îradeya însanan, bi deh salane, bi zeftkirina șarederiyan di bin navê (Qeyûm) dizîkirin  didome. Di nava bê edaletî û zeftkirinê de hê șaredarî di destê qeyûman de ne ji ber ku êdî dizî û zeft bûye wek çand.

Mutahît ji asîman peya nebûne ew jî însanê yên ji vî welatî ku di nav çanda diziyê de kar û barê xwe bi șert û mercên dizî, bertîl û berîkê xwe çawa tijî pere bikim? Êdî çawa dibe? kî dimire kî dimîne!. Însan hebûnek civakî ye ji hev hîn dibin.

Hege edalet û demoqrasî hebiya, çanda zorê, dizyê û zeftê tunebiya, mutahîta bi bertîl û rișwetan avhiyê qaçax li bajaran zêde nekirana, dê mirin jî hindiktirbûya! Belê erdhej bûyerek ji xwezayê hatiye lê heke ne ji wê diziyê bûya dê bi dehezaran însan di bin kavil û xirabeyan de can nedana!.

Îro li Welatê me, însanê me di bin avahiyan de man, ji bela bê xwedîtî û tengatiyan bi rojan tî, birçî û birîndar di bin kavilan de can dan.  Șiyar bûm ji xewê dema min a ku çend hevokan binvîsim bû ,min telefona xwe hilda  seat 4 û 17 derbas dibû.  Mixabin ku Welat ê min hejya û xirab hejya 7.7 û hejên li pey hev!..  Li welat erdheja vê sedsalê a herî mezin 6’ê sibata 2023’an.  Endezyarê Jeolojiyê berê hişyarî dabûn șiyarî raya giștî lê ji dewlet û hukumetê deng derneketibû. Gel jî ji ber xizanî û bêderfetiyê di xaniyên kevin de nano ziko ancax li çara serê xwe dinihêrin weke her car dîsa ne erdhej avahiyên kevin yan jî yê zemîn ne baș yan jî avahiyên ku bi qaçax hatibûn lêkirin bûne sedema mîrina bi hezaran can. Wê bikușta û mixabin kușt!.hem jî ne bi sedan, bi dehezaran!. Hêvî dikim ku di vê sedsalê de û tu demê erdhejeke wiha mezin li welatê me û li tu welatî çê nebe, hema bi hêvî û duayan em nikarin erdhejê bidine sekinandin ev ê rastiyê jî em û hemî insan di cihekî hișê xwe de qeyd bikin wê baștir bibe.

Hema bi me tenê jî baș nabe serweriya welatan di destê hikumetan de ye hikumet di vê mijarê de politikayeke rast bișopînin di rêya zanyariyê de fersend bidine zanyaran li ser rêya rast a zanyaran bimeșin û bișopînin û bi tevdîr bin helbet mirin ji sedî sed kêm nebe jî wê  hejmarek baș kêm bibe. Mixabin welatê me herêma erdhejê ye, di binê erdnîgariya me de terkên mezin hene . Me hemiya jî dizanibû ku wê rojekê biheje.  Mixabin hikumetên bê pergal ,partiyên ku xwe bi zordestiyê didine qebûl kirin , bûne sebebê rih û canê bi dehezaran mirov. Heta dema amadeklariya vê nivîsê li gorî daneyên fermî 37 hezar kesan jiyana xwe ji dest daye. Xemgîn im, mixabin dizanim ku mirî û birîndar wê hê qat qat zêde bibe, gotin pirin ku mirov li ser vê bûyerê bibêje  hema mixabin nivîsa min têrê nake. Dewletê di hersê rojên pêșîn ku ji bo mirov zindî xilas bibin gelekî girîng bûn,tiştek nekir. Hikumet jî ketibû derdê reklama xwe, xebatên ji bo xelasiyê ku ji alî gel de ve dihat kirin, asteng dikirin û serê xwe li dîwara dixist. Herçiyê jiyana xwe ji dest dan rehma xwedê li wan be, kesê ku birîndar man șifa û aramî dixazim ên ku hezkiryên xwe winda kirin hêvî dikim ku bikaribin ji xwe re  sebrê çê bikin. Xengînim ku her meh li temamê welat însan baca erdhejê didin fatûra avê, a gazê, a ceyranê , û hewd her meh pere ji gel tê birîn, lê xemgînim dîsa gel bixwe birînê xwe pêça!. Bi destê dilxwazan bi destê xwe yê nû ji bin erdhejê derketiye. Vê demsala zivistanê wê di konan de bimînin, heta ku ji dewletên derve û sedeqe û zikata dewlemendê Tirkiyeyê çi kom kirin ew jî ji destê organizasyona alîgir hela çi dertê.

Balkêșe ku hikmunet vê bûyerê wek qeder pênase dike, hema li dunyayê mînakê ku bi zanyarî têkildarî felaketên xwezayî dibin hene. Wekî mînak dikarin li azmûnên Mesksika, Kaliforniya  û Japonyayê mêze bikin, ew jî herêm ên erdhejê ne. Di sedsala 21’ê de hê bi qederê girtine û dest ji zanistê berdane, polîtîkaya perwerdeyê ji xwe ji binî heta serî çewte.

Herêm herêma erdhejê ye. Çanda erdhejê tune ye

Heke bi zanyarî li gorî erdhejê avahî hatibûna çêkirin wê wekî wan civakên di vê mijarê de pêşketî  erdhejê binêrîna di çêkirina avahîyan de wê weke civakên pêșketî li binê erdê binhêrîyana hela terk(fay) heye yan na?

Desthilatên vî welatî dibêjein hema bila ziman bi tirkî be çawa dibe bila bibe!.  Bi zorê, bi asimilasyonê  deneya însanan xirab dikin, bi cahilî û nezanî bi bûyerek xwezayî re jî mirovan binerd dikin.