12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şêniyên Kobanê: Dewleta tirk dev ji êrîşên xwe bernedaye

Şêniyên Kobanê: "Di demekê de ku Sûriye û cîhan bi çareserkirina bandorên erdjehê ve mijûl in, dewleta tirk ji bejehî û hewayî êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike."

Tevî felaketa erdjehê, êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Yekşema borî dewleta tirk a bi balafireke bê mirov a biçek li Kobanê erebeyek kir hedef. Di encamê de welatiyek şehîd bû.

Welatiyê bi navê Necîb Besrawî anî ziman ku kiryarên dewleta tirk ne exalqî ne û got: “Eger em hinekî ji aliyê mirovî bifikirin em ê bibînin ku xema rayederên tirk berjewendiyên wan in. Rayedarên tirk alîkariyên ku Rêveberiya Xweser ji bo mexdûrên erdhejê pêşkêş dikin, red dike û li aliyekî din welatiyên herêmê topbaran dike, her wiha aloziya mirovî ya ji herêmê ya ji ber erdhejê çêbûye paşguh dikin.”

Necîb Besrawî bi bîr xist ku herêm di tevahî di aloziyeke mirovî ya dijwar re derbas dibe, lê tevî vê yekê dewleta tirk siyasetên xwe yên dijminane li dijî şêniyên herêmê didomîne. Welatiya bi navê Cîhan Mistefa jî diyar kir ku ji destpêka şoreşê ve dewleta Tirk rehet nesekinî ye û wiha domand: “Dewleta tirk bi hemû rêbazan hewl dide me qir bike. Di dema dawî de dest bi êrîşên bi balafirên bê mirovî li dijî me kir. Ev yek binkeftina armancên wê nîşan dide.”

Cîhan Mistefa îşaret pê kir ku dewleta tirk alîkariyên mirovî polîtîze dike û ev tişt anî ziman: “Piştî ku alîkariyên mirovî yên ku Rêberiya Xweser ji bo herêmên Sûriyeyê yên wêrankirî şandine, red kir, rûyê rast ê dewleta tirk aşkere bû û maska li ser rûyê rayedarên tirk ket xwarê.”ji destê dewleta tirk were wê hewa jî ji ser me bibire.”

Welatiya bi navê Lutfiye Silêman  got: “Yên ku bi rêbazên ne exlaqî nêzî alîkariyên mirovî dibin, faşîst û rayedarên Tirk in. Rayderên Tirk piştî ku derbaskirina alîkariyan ji bo mexdûrên erdhejê yên li herêmên ku dagirkirine red kirin, siyaseta wan ji tevahî cîhanê re aşkere bû.”

Lutfiye Silêman anî ziman ku dewleta tirk dev ji planên xwe yên qirkirinê bernedaye û wiha pê de çû: “Tevî mercên zehmet û qêrîna ku ji binê kavilan derdikeve, dewleta tirk dev ji planên xwe yên qirkirinê yên li dijî şêniyên herêmê bernedaye û careke din welatiyan bi balafiran dikin dike. Tevî vê yekê me dev ji mirovatiya xwe bernedaye û em destekê didin hemû hewcedaran.”