28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cerdevan û qeyûmê Hezroyê di bin navê ‘piştgiriya’ erdhejê de dest bi birîna daran kir

Li navçeya Hezroyê, cerdevanan bi derfeta şaredariya navçeyê di bin navê “piştgiriya” mexdûrên erdhejê de dest bi birîna darên ter kirin

Di ser erdhejên ku di 6’ê sibatê de li navçeyên Bazarcix û Elbistan ên Mereşê bi pîleyên 7.7 û 7.6 pêk hatin re 12 roj derbas bûn. Li herêma erdhejê ji aliyê sazî û dezgehên dewletê ve hê jî birînên mexdûrên erdhejê nehatine pêçandin û gelek pirsgirêk hene. Bi giranî pêwistiyên mexdûrên erdhejê bi starbûn û germbûnê heye. Ji bo vê yekê li herêmê banga kon û êzangên hişk tê kirin.

Li navçeya Hezroyê ya Amedê ev bang ji aliyê şaredariya ku qeyûm tayînî wê hatiye kirin û cerdevanan ve hat îstismarkirin. Li navçeyê di bin navê “piştrgiriya” mexdûrên erdhejê de cerdevanan dest bi talankirina xwezayê kir. Cerdevanên ku li gundê Mezra Celîl ê navçeyê bi makîneyên kar ên şaredariyê rê vedikin û darên ter ên ciwan dibirin, li ser hesabên xwe yên medya sanal (Whatsapp) van kêliyên birîna daran parve kirin.

Di dîmenan de tê dîtin ku komeke cerdevan û xebatkarên şaredariyê li heremeke gund ku berfeke zêde lê bariyaye, bi makîneyên kar ên şaredariyê rê vedikin û xwe digihînin darên ter ên ciwan û bi xîzaran ew dibirin. Her wiha tê dîtin ku hejmareke zêde darên hatin birîn hatine hûrkirin û li ser hev hatine komkirin.

Li aliyê din agahî nehat bidestxistin ku darên hatine birîn ji herêma erdhejê re hatine şandin an na.