13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sendîkayên Îranê 12 daxwazên sereke ji rejîmê kirin

Li gorî daxuyaniyê, di vê lîsteya kêmtirîn daxwazên yekîtî û rêxistinên sivîl ên serbixwe yên Îranê” 12 daxwazên sereke hene ku li kanala Encumena Hevahengiya Sendîkaya Mamostayên Îranê jî hatiye weşandin û ew daxwaz dikarin demildest werin bicihanîn.

Roja 15’ê sibatê, 20 sendîka û rêxistinên sivîl ên serbixwe û sivîl ên Îranê di daxuyaniyekê de “kêmtirîn” daxwazên xwe yên ji bo başkirina rewşa welat ragihandin û teqezî li ser dirûşma “Jin, jiyan, azadî” kirin.

Daxuyaniya sendîka û rêxistinên sivîl ên Îranê di dawiya meha pêncan de di dema geşbûna pêla xwepêşandanên gel li dijî rejîma Îranê hat belavkirin, ew pêla ku heta niha jî berdewam e û li gorî lêkolîneran heta niha destkeftên mezin bi dest xistine.

Xwepêşandanên “Jin, Jiyan, Azadî” bi protestokirina kuştina jina ciwan Jîna Emînî dest pê kir, lê demek dirêj derbas nebû ew xwepêşandan veguherî serhildana gel a li dijî rejîma Îranê û rêveberên olî û bi taybetî li dijî Alî Xameneyî.

Di nava daxwazên sereke û pêşî de daxwaza kesên ku ew daxuyanî imze kirine “serbestberdana demildest û bê şert û merc” a hemû girtiyên siyasî û bê şert û merc azadiya bîr û ramanê.

Sendîkayan teqezî li ser rakirina cezayê îdamê, wekheviya mafên jin û mêran, destwerdana olê ya di siyasetê de, dabînkirina ewlehiya kar û ewlehiya kar û rakirina yasayên cudaxwaz kirin.

Di xalên dil ên van daxwazan de bal tê kişandin ser wê yekê ku divê hemû organên zilmê yên li welêt bên hilweşandin, hemû mal û milkên ku bi “talanê” hatine bidestxistin, bên desteserkirin, hilweşandina hawirdorê bi dawî bibe û karkirina zarokan were qedexekirin.

Di dawiya vê daxuyaniyê de, kesên ku imze kirine banga normalkirina têkiliyên derve di asta herî bilind de bi hemû welatên cîhanê re, kirine.

Di vê daxuyaniyê de ku sê roj piştî pîrozkirina 44`emîn salvegera damezrandina Komara Îslamî ya Îranê ji aliyê rejîmê ve hatiye belavkirin, wiha tê gotin: “Di 44’emîn salvegera şoreşa sala 1979`an de, dewlet di warê aborî, siyasî û civakî de ket pêvajoya krîz û jihevketinê de.”

Di 44’emîn salvegera damezrandina rejîma Îranê de nirxê diravê neteweyî yê welat her roj kêm dibe, nûçeyên aloziyê li her quncikekî welat belav dibin, hemû civak ji vê rewşê ne razî ye û rejîma Îranê her ku diçe li meydanê îzole dibe.

Li şûna ku rejîm bala xwe bide daxwazên xwepêşandêran di nava van 5 mehên dawî de bersiva rejîmê, girtina bi hezaran kesî, kuştina zêdetir ji 500 kesî, bidarvekirina herî kêm çar kesan û israrkirina li ser siyasetên asayî yên der barê çewisandina xelkê de ye.