spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Diyarbekir, Amed e; Amed ruhê netewî ye!

“Welatekî ku bi rastî dixwaze bersivan bide pirsên dîrokê û dixwaze bajar û mêjiyê gelê xwe bi pêş ve bixe, divê xwedî partiyeke rastîn be. Partî, ne amûreke nava lepên hikumetê ye. A rastî, ew amûreke nava lepên gel e. Gel e yê ku biryara polîtikayên hikumetê didin. Partî, ne meqamekî siyasî û cihekî ku endamên hikumetê û serkêşên rejîmê xwe lê rihet dikin û divê nebe jî. ”*

Frantz Fanon mijara mêtîngeriyê bi pirtûka xwe ya bi navê Cihêliyên Cîhanê (Les Damnés De La Terre) rastî û têgihîştina bindestî û serdestiyê bi mînakên berbiçav aşkera kiriye. Ev mînak weke rastiya Kurdistanê ji me re beriya bi salan vegotibe. Bi hevokên jorê nivîsandine.

6’ê Sibatê saet 4 û 17’ê siharê li hin bajarên Kurdistanê û Anatolyayê erdhejeke bi pileya bilind çêbû. Karesateke erjeng rû da. Dest û lingên mirovan li hev geriyan, ew bi tenê li hêviyê man ku dawî li vê lerizînê were. Kêlî vezeliyan û bûn demên herî dûdirêj. Qîrînên mirovan di nava kavilan de deng vedan. Hawar û lava tev li hev bûn. Bi ser de jî baran û berf hat. Mirov bi bûneweriya xwe re rû bi rû man û tê gihîştin ku bi tenê ew dikarin pişta xwe bi destên xwe bixurînin.

A rast, li hemberî karesateke wiha qelem çi jî binivîse, nikare bibe bersivên pirsên dîrokê û nikare hestên gel bi hemû awayî vebêje. Qelem û nivîs bi tenê dikare vê şahidiyê li dîrokê nîşe bike.

Êşên ku hatine jiyîn û ku ew ê bi mirov re heta hetayê bimînin, bêtarîf in. Lê ya ku vê êşê hinekî kêm dike û birînên mirov dikewîne, hevgirtin û alîkariya mirovan a bi hev du re ye. Erdheja dawiyê ev rastî ji hêla erênî jî û ji hêla neyînî jî nîşanî hemû gelên Kurdistan û Anatolyayê da.

Li herêma Mereş Bazarcix û Elbîstanê û li Semsûr, Riha, Antakya û Dîlokê hate dîtin ku gel çiqasî bi tenê ye, çiqasî ji hevkarî û hevpariyê bê par e. Tenêhiştin û bêparastiniya ji teref hikumeta Turkiyeyê ve rê da ku polîtîkayên hikumetekê dikare dawî li hemû jiyana asayî bîne. Ger navika mirovan di nava lepên endamên hikumetê û serkêşên rejîmê de bin, veqetîna wan a ji nava malzarokê jî wê tim di destên wan kesan de bimîne.

Bajarê ku rejîm û hikumet dixwaze wê weke Diyarbekirê bihêle û gel wê bi hemû hest û cehd û xwêdana xwe vediguherîne Amedê, di vê erdhejê de weke mînakeke erênî careke dîtir bi awayekî xurt nîşan da ku êşên gel dikarin bi destên gel kêm bibin, birînên gel dikarin bi hestên gel bikewin.

Her weha bajarên dîtir ên Kurdistanê jî dan ser şopa paytextê xwe û bi hemû hêz û baweriya xwe ya welatperwerî alîkarî ji hemû erdhejzedeyan re şandin. Mirov dikare ji vê helwestê re bibêje, Ruhê Neteweyî yê gel û yê gelan.

Her weha; di serdema birêvebirina şaredariyên xwe de, bi piştgiriyê tîma goga lingan Diyarbakirspor veguherandin Amedsporê û ew ruhê neteweyî li wir jî zindî ma. Ji ber wê ye ku çav û guhên rêvebirên rejîmê tim û dayîm li ser wê ne. Her tim dixwazin wê têk bibin û karibin jî ew ê wê ji holê rakin.

Rejîma sed sal e ya Turkiyeyê hebûna xwe li ser tunebûna du nasnameyên mezin ava kiriye: Ji hêla neteweyê ve kurd û ji hêla olê ve elewî.

Ji ber ku nasnameyên dîtir beriya bi sedsalekê tune kiribûn. Vê rejîmê elewiyên ereb ên li Îskenderûn û Antakyayê û elewiyên kurd ên li herêma Mereş û Semsûrê yên binê kavilan ji xwe re weke fersendekê dîtin û bi hişmendiya xwe ya mêtîngerî ew bi karesatê re rû bi rû hiştin.

Bi ser de jî, alîkariyên gelan asteng kirin, mafên ragihandinê yên tora civakî têk birin û bi îlankirina Rewşa Awarteyî (OHAL) ve rûyê xwe yê reş bi aşkerayî nîşan da.

Ger li Amedê gel bi helwesteke seferberiyê tevdigerin, ger bi vîneke xurt diçin alîkariya erdhejzedeyan, ger gelê kurd ji bajarên din jî didin ser şopa Amedê, ev ji ber hişyarî û zanebûna vî gelî ye. Ew bi destên xwe partiya xwe jî ava dikin, ew bi dengên xwe berdevkên xwe jî dikin siyasetmedar. Ji ber wê jî tim tûşî zilm, zext û zoriyê û her weha rastî karesatên nedîtî tên.

Her weha divê neyê jibîrkirin ku kesên berpirsiyariyê digrin, gerek bersiva encamên wê jî bidin. Ji ber ku gelê Amedê bi awayekî zanebûn bi siyasetê re eleqedar dibin, weke gelên din ên li Kurdistan û Anatolyayê raçavker, pasîf û gazinbêj tevnagerin.

Ew weke mirovên azad berpirsiyariya xwe digirin ser xwe. Çinku azadî û berpirsiyarî du têgehên giring in ku ew ligel hev diguncin. Ew xwe bêçare nabînin, riyên nû yên çareseriyan peyda dikin, weke psîkologekî gotiye, “çiqasî vebijarkên te hebin, ew qasî jî azadiya te heye.“. Yanî berpirsiyarî, azadiyê bi xwe re tîne û azadî jî deriyên çareseriyan ên nû li ber mirovan vedikin.

Di van rojên sar û seqemê de, bi êşên windahî û malwêraniyan ev ruhê netewî yê Amedê dikare ji bo hemû gelan bibe mestereyeke dîrokî. Dikare piştgirî û hevkariya nava gelan xurtir bike. Dikare dahatûyeke ronak û tijî hêvî ji nû ve ava bike.

Ger em nivîsa xwe bi gotinên Fanonî biqedînin, û em van gotinan ji xwe re bikin guhar, em ê bi vê helwesta xwe bibînin ku rojên xweş li benda     me ne.

“Divê girse zanibin ku hikumet û partî di xizmeta wan de ye. Gelekî serberz, gelekî ku di ferqiya rêzdariya xwe de, ew gel e ku van rastiyan ti caran ji bîr ve nake. ”**

*Les Damnés De La Terre, Frantz Fanon, rûp. 176. La Découverte/Poche

**Les Damnés De La Terre, Frantz Fanon, rûp. 188. La Découverte/Poche