6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Avakirina hêzên bertek dayînê

Ji bo çareseriya pirsgirêkekê divê berî her tiştî famkirin û teşhîskirinek rast hebe. Di aliyê dîtin û famkirinê de pêşketinek mezin heye

Ji bo çareseriya pirsgirêkekê divê berî her tiştî famkirin û teşhîskirinek rast hebe. Di aliyê dîtin û famkirinê de pêşketinek mezin heye. Li gorî vê yekê jî vînek û seknek xurt û bi biryar pêwist e

Mamoste berî ezmûnê ji xwendevanan re dibêjin. Nîvbersivdana pirsan di famkirina pirsan de ye. Zanîna pirsgirêkan rêka çareseriyê vedike. Bingeha sererastkirin û dûzkirina hemû mûşkîleyan famkirin û tesbîtkirin e. Famkirin û tesbitkirinên rast rêka ji alozî, nediyarî derketinê û pêşerojê ronî dikin. Ji bo pêngav û hewldanên nû lêkolîn û nasîna sedemên pirsgirêkên ku serkeftinê taloq dikin gelek muhîm û girîng in.

Ji ber wê yekê, paşvemana hemû kar û barên bingehîn ji ne famkirinê ye. Hemû piratîkên qels û xelet jî ji ne famkirinê tên. Famkirin di heman demê de bîr,  bawerî û wêrekiyê derdixe holê. Avabûna vînê xwe li ser wan hersê bingehan dide avakirin. Vîn, rik û înada li hember hemû pisgirêk û xitimîna ne. Di hemû tengasî, asteng û tengezariyan de weke stêrkekê li ser sîngê şevê di biriqe û rê nîşanî serkeftinê dide.

Di vê hêlê de em dikarin bibêjin di qirnê nûde gelê herê xwedî tecrûbe kurdin. Nasîna pisgirêk û famkirina rê û rêbazên çareseriyê ew kirine vîneke ji polan û li nîvê Rojhilata Navîn çikiland.  Êdî tu kes nikare çavên xwe li ser wê bigire û bixwaze wê nebine. Êdî dengê gelê kurd di guhên her kesê/î de diole û deng vedide. Înkarkirin û xapandina sedsala borî dê di sedsala nû de ne kare xwe nû bike. Serkeftina sedsalê ew  e ji bo kurdan. Naskirina rêka ku kurd anîne vê astê dê qedera kurdan kifş bike. Ji ber wê ye hatiye tecrîdkirin.

Bes ew nayê wê wateyê ku hemû partî, sazî û destgehên kurdan di wê ferq û fahmê de ne. Na, gelek partî, sazî û destgehên xebatên cuda yên gelê kurd xwe li ber reşba û tofana xwedawendên ku bi geşbûna stêrka gelê kurd a li esmanê dinayê bi kîn rakiriye, nagirin û ji nezanî û nefahmiya xwe dibin amûrên bêxwedî û hêzên nexêrxwaz sûdê ji wan digirin. Jixwe herdem neyaran xwe li ser nefahmî û xeletiyên wan gihandiye armancê. Tirajediya herî dijwar ew e ku paradîgmaya rêbazên çareserî û serkeftinê ewqas kifş û zelal hatiye danîn.  Lê, ew partî , sazî û dezgehên bingehîn yên kar û xebatên netewe nikarin bi micidî xwe li ser wê paradîgmayê bikin yek. Bê micidî û bêfahmiya wan her çiqas di gelek karên cuda de bêne gel hev jî di karê netew de weke dijminan li hemberî hev şer dikin. Hinde partî û saziyên kurda dema behsa netewe, yekbûn û yekseriyê têkirin weke gayê çavsor êrîş dikin. Ne di fahm û hizran wan de ye ku gihane berderiyê dinyayê.  Heke bibin yekser dê bikevin hundir. Ne di ferqê de ne ku mifteya deriyê dinyayê netewe, yekbûn û yekserî ye. Qebûlkirina nasnameya wan a di sedsala nû de ew e.

Tirajediya din a dijwartir ew e ku vîneke wisa ji nava kurdan dernakeve ku bi bertekên xurt, an jî bi hêzeke xurt wan qanî bike û bîne ser rê. Hêzek wisa dernakeve holê ku wan ji hesabên berjewendî û armancên biçûk bi qetîne. Gelê kurd hêza bertekeke wisa ne derxistiye holê ku wan ji nava lepên dagirkeran derxe. Di vê hêlê de hemû nivîskar û rewşenbîrên ku bi pirtûk û kitêbên xwe sond dixwin berpirsiyar in. Hemû rêber û pêşengên gel ên ziman tûj berpirsyar in. Hemû ciwan û xwendevanên bi peyvên netewe geş dibin berpirsyar in.  Hemû siyasetmedarên ku ji ekranên televizyon û qadan kêm nabin, berpirsyar in. Hemû serok û rêveberên wan saziyên ku heroj hevdu bi rexne û rexnedanê gêj dikin berpirsyar in. Hemû kom û lijneyên ku dibêjin em qedir bilindên gel in berpirsyar in. Ew şoreşgerên medya civakî ku qet dest ji nêçîra ji bu rexnekirina xebatkar û saziyên kurdan bernadin, berpirsyar in. Hemû hunermendên ku stranên netewe ji devên wan kêm nabin berpirsyar in.

Tirajediya herî mezin ew e ku bi qasî tecrîda fikra navendî ya gelê kurd, ne teşhîrkirina wan hêzên ku li hemberî neteweyê dibin asteng êş û janên gelê kurd zêde dikin. Di vê gelê kurd ji bo tecrîdkirina fikra xwe ya navendî û tehşîrkirina wan hêzên li hember netewebûn û yekseriyê dibin asteng, hêzên bertek dayînê xurt bike. Dermanê serkeftinê û rêka avakirina netewebûnê ew e.