27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Axa Başûr bi îhaleyan tê firotin

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Li herêma Behdînanê bi êrîşkariya dewleta tirk ve girêdayî gelek bûyer diqewimin. Gelê herêmê li dijî van êrîşan nerazîbûnên xwe tînin ziman. Di çarçovaya derfetên xwe de gel dixwaze pêşî li vê tevgera dagirkerî û talanê bîne. Lê sed mixabin ku ji aliyê hikûmeta herêma federal a Kurdistanê ve tu gav ango bertekek ji bo van êrîşan pêş nakeve.

Bêguman ev êrîşên dewleta tirk ne yekalî ne. Lewma mirov nikare van êrîşan tenê di çarçoveya pevçûnên eskerî de bigire dest û binirxîne. Ji bo analîzkirin û nirxandina vê mijarê divê mirov berê xwe bide pêwendiyên PDK’ê yên bi dewleta tirk re. Ji ber ku di rêvebiriya PDK’ê de gelek kes hene ku ji nêz ve di nav hevkariya dewleta tirk de ne û ev kes li herêmê ji berjewendiyên neteweyî zêdetir li gor berjewendiyên xwe yên şexsî tevdigerin.

Ji ber vê nêzîkatiya rêvebiriya PDK’ê li başûrê Kurdistanê jî ji derveyî hin aliyan dengekî xurt dernakeve der. Kesên ku li ser mijarê dixebitin jî ji aliyê heman kesan ve tên astengkirin.

Ji ber vê yekê li başûrê Kurdistanê û di nav raya giştî ya kurd de pênaseya hevkariya dewleta tirk û PDK’ê tê kirin. Bêguman ev nêrîn wek me da diyarkirin ne jixweber in. Ger PDK’ê ev êrîşên dagirkeriyê erê nekiriba û bi hêzên dagirker re nebûya alîkar wê li herêmê rewş cuda ba. Lê mixabin îro kesên ku xwe wek nûnerên siyasî yê gelê kurd pênase dikin bi dijminên kurdan re di nav hevkariyeke qirêj de ne.

Ger pêşî li vê hevkariyê neyê girtin wê ne tenê li qadekê ango li devereke çiyê tenê, li gelek deverên Kurdistanê destkeftiyên gelê kurd ji destên wan bên girtin. Armanca sereke ya vê plana berfireh û demdirêj, bêîradekirin û tunekirina kurdan e. Divê mirov wisa li mijarê binêre.

Di van çend rojên derbasbûyî de di çarçoveya lihevkirina dewleta tirk û rayedarên PDK’ê de hin xalên din jî derketin holê. Wisa diyar e ku gelek deverên herêma Behdînanê ji dewleta tirk re hatiye hiştin. Ji bo artêşa tirk li herêmê bi cih bibe jî hebûna “PKK’ê” wek qozekî tê bikaranîn.

Hin xalên lihevkarina di navbera PDK û dewleta tirk de hatiye kirin, aşkera bûn. Li gor vê lihevkirinê wisa diyar e ku li ser jîngeha Kurdistanê jî peyman hatine îmzekirin. Kesên ku qadê ji nêz ve dişopînin dibêjin ku; dewleta tirk û PDK’ê birîna daran erê kirine. Ev kar jî di beramberî hin îhaleyan de dane malbata Tahir Babatê cerdevan ku eslê xwe ji Qilebanê ye. Jixwe midurê nahiyeya Kanîmasî jî gotibû “hin kesê ji bakurê Kurdistanê tên daran dibirrin. Ev kes bi erêkirina rayedaran tên û jîngehê talan dikin.”

Wek tê dîtin ku di nav vê plana qirêj de gelek aliyên cuda hene. Ev kesên ku li gor berjewendiyên xwe yên şexsî herêmê talan dikin di çarçoveya yek planî de dixebitin.
Piştî ku ev mijar derket holê û şûn ve kêm be jî ji hin aliyan bertekên nerazîbûnê pêş ketin. Li başûrê Kurdistanê partiyên siyasî û rêxistinên civakî ketin nav tevgerê. Li parlamentoya Iraqê jî di pêşengiya parlamenterên kurd de li ser mijarê xebat hatin meşandin. Lê heya niha bertekek wisa mirov bêje pêşî li vê dagirkeriyê û hevkariya ku li ser destkeftiyên Kurdistanê hatiye kirin bigire pêş neketiye.

Bêguman di nav van bertekên nerazîbûnê de çalakiya gelê bajarokê Batûfa bi wate û nirx bû. Ev çalakiya gelê herêmê bi xwe re rastiyek din jî derxist holê. Ev rastî çibû?

Xelkê herêmê ji bo pêşî li vê hewildana dagirkeriyê û talana xwezaya Kurdistanê bê girtin li herêmê muxatap nedîtin. Lewma şêniyên herêmê berê xwe didin baregeha MÎT’a tirk a li herêmê. Li ser vê şêniyekî ku tev li qenalek televîzyonê bûbû wiha dibêje: “Ji bo pêşî li van binpêkirinan bê girtin me xwest em dengê xwe bilind bikin. Kesên ku me giliyê xwe ji wan re ragihandin ji me re gotin biçin ber deriyê baregeha MÎT’ê.”

Wisa diyar e ku MÎT’a tirk li herêmê xwe bi rêxistin kiriye û kontrola herêmê di destê wê de ye. Di vê rewşê de PDK’ê bi çi rûreşiyê ve dikare bêje ez nûnertiya gelê herêmê dikim.

Êrîşên li ser herêmê pêş dikevin bi xwe re wê gelek êrîşên dagirkeriyê bîne. Lewma li dijî vê dagirkeriya ku bi hevkariya hêzên herêmî tê meşandin derketin jî erkê her kesê welatperwer e. Tişta xelkê Batûfa kir ev bû.