4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Aydenîz: Heta Ocalan azad nebe gelê Tirkiyeyê azad nabe

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz di Newroza  Izmîrê de axivî û bal kişand ser azadiya Ocalan û wiha got: “Azadiya Birêz Ocalan ji bo Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn şensek pir mezin e. Heta Birêz Ocalan azad nebe, gelê Tirkiyeyê azad nabe.”

Li Qada Gundogdu ya Îzmirê bi deh hezaran welatî beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn. Bi deh hezaran kesên li qadê kom bûn bi coşek mezin Newroz pîroz kirin. Newroz bi axaftin û stranan didome. Welatiyên Îzmirê ku di nav de kurd, tirk û rengên cuda hebûn, azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwestin. Bi deh hezaran welatî teva hewaya sar û başê zêde, bênavber govend gerandin û dirûşmeyên ji bo azadiyê berz kirin. Kesên derketin dikê li ser azadiya Ocalan axivîn û xwestin Ocalan û hemû girtiyên li zindanan azad bibin. Gel jî bê navber diruşmeyma “Dem dema azadiyê ye” berz kir.

Çepnî: Ev qad tirsê dixe dilê faşîzmê

Ewilî Parlamenterê HDP’ê yê Îzmirê Murat Çepnî axivî û wiha got: “Qada Gundogdu bûye qada ku gelê kurd û gelên bindest lê azadiye dixwazin. Ev qad tirsê dixin dilê faşîzmê. Heta gelê kurd azad nebe, milyonan kedkar û gelê tirk azad nabe.  Ji bo jiyanek nû em dimeşin. Ji bo demokrasî, azadî û sosyalizmê em dimeşin. Newroz serhildan û azadî ye.”

Gozen: AKP-MHP ji bo îqtîdara xwe welat difiroşe

Berdevka Demî ya Partiya Azadiya Civakî (TOP) Julîana Gozen, anî ziman ku Newroza 2022’an bû Newroza li dijî zext, mêtîngerî, tundiyê û wiha got: “Bû bersîva kesên tundiyê diparêzin. Agirê Newroza ku îro hilbû, mizgîniya civakek nû ye. Îqtîdara AKP-MHP’ê ji bo îqtîdara xwe welat difiroşe. Jiyan li welatiyan kiriye dojeh. Dixwazin fatoreya qeyrana aborî ji pişta me derxe. 6 partiyên ku mase ava kirin xwedî heman feraset in. Em dizanin ku çawa ser komkujiya Roboskî bincil kirin. Em ê li vir vê maseyê belav bikin.”

Çîçek:Kesên şer diparêzin tecrîdê kûr dikin 

Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek jî anî ziman ku komek bezîrgan dixwazin Tirkiye û cîhanê li gelan teng bikin û wiha got: “Ev cîhan ne ya we ye. Ev cîhan ya gelan e. Ev cîhan ya gelê elewî, sunnî, xwezayê û kedkaran e. Cîhana jin û zarokan e. Gelê Kurdistanê û Tirkiyeyê dê rê li pêş siyaseta şer bigire. Em ne alîgirên şer in. Em alîgirên aştiyê ne. Kesên şer diparêzin, li Îmraliyê tecrîdê giran dikin. Em ji wan re dibêjin Birêz Ocalan li dijî şer e. Aştiyê diparêze. Ji ber vê yekê ji Birêz Ocalan bêzar dibin. Ji ber vê yekê îqtîdara MHP’ê şer ferz dike.”

‘Em ê komara demokratîk ava bikin’ 

Çiçek, anî ziman ku kesên li Tirkiye rastiya şer, rastiya meseleya kurd û rastiya ked û jinê nebînin nikarin rastiyen din bibînin û wiha got: “Em bi berxwedanê heta îro hatin. Niha dem dema azadî û serkeftinê ye. Çavê me ne li îtîfaqa millet û komarê ye. Sifreya me sifreya rojê ye. Sifreya me sifreya Hrant Dink, Kemal Kurkut, Tahir Elçî, Deniz Poyrazan e. Em ê tu carî serî netewinîn. Em ê bi hev re Komara Demokratîk ava bikin. Em ê rêya sêyemîn ava bikin.

‘Em li vir in’ 

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî anî ziman ku wê ji bo gelê Egeyê ji Sûrê, Kato û gelê kurd silav anine û wiha got: “Ez Rahşanan, Semayan û şehîdên Newrozê bi rêzdarî silav dikim. Bi sedan sal in li dijî gelê kurd polîtîkayên înkar û îmhayê tên meşandin. Dixwazin kurdan li ser axa wan tune bikin. Dixwazin ji ax, ziman û çanda wan qut bikin. Kesên vê polîtîkayê pêş dixin bila li vê qadê binerin. Gelê kurd li vir e. Em li vir in.”

‘Divê em bi hevre li dijî tecrîdê têbikoşin’ 

Aydenîz, destnîşan kir ku ew ê li dijî tundiya li ser jin, ciwan û gelan têkoşîna xwe berdewam bikin û wiha got: “Gel qadên Newrozê tijî dike. Ji qada Newrozê ya îzmirê em hezar silavên xwe ji Wan, Êlih û Stenbolê re dişînin. Îqtîdar xwe bi tecrîdê û şer xwedî dike. Her ku tecrîd kûr dibe qeyran jî kûr die. Her ku Birêz Ocalan diaxive aştî, aramî û demokrasî pêş dikeve. Yekîtî û tifaqa gelan pêş dikeve. Ji ber vê yekê divê em bi hevre li dijî tecrîdê têbikoşin. Heta Birêz Ocalan azad nebe, gelên Tirkiyeyê azad nabin. Gelê kurd li dijî tecrîdê li qadan e. Azadiya Ocalan azadiya me ye. Azadiya Birêz Ocalan ji bo gelê Tirkiyeyê û gelê Rojhilata Navîn şensek pir mezin e. Ji ber vê yekê divê tecrîd bi dawî bibe. Ji bo tecrîd rabe heta dawî em ê têbikoşin. Gel li qadên Newrozê ji bo azadiya Ocalan diqîrin.”

Aydeniz, bal kişand ser girtiyên nexweş jî û wiha got: “Girtiyên nexweş terkî mirinê dikin. Divê hemû girtiyên nexweş serbest bên berdan.Li dijî girtiyên nexweş sûcê mirovahiyê tê kirin. Di şexsê Aysel Tugluk de divê hemû girtiyên nexweş serbest bên berdan.”

Pîrozbahiya Newrozê bi konsera Mervan Tan didome.