18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi deh hezaran meşiyan û Azadiya Ocalan xwestin

Li Wanê, piştî pîrozbahiya Newrozê ku bi sed hezaran kes beşdar bûn, bi deh hezaran kes dimeşin navenda bajar. Bi sed hezaran kes beşdarî Newroza Wanê bûn û tevî berfa zêde bi coşek mezin Newroz pîroz kirin. Piştî konsera Koma Lawje pîrozbahiya Newrozê Wanê, bi deh hezaran kes meşiyan navenda Wanê. Girseya dimeşin bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” berz dikin. Deh hezar di meşê de azadiya Ocalan dixwazin. Meş didome.